Derheqê Diyar Galeria ku di erdhejê de hilweşiya bû tu doz nehatine vekirin!

  • rojane
  • 16:25 15 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Hat zanîn ku têkildarî birîna stûnên Diyar Galeria’yê ku di erdhejê de hilweşiya bû tu lêpirsîn an jî doz nehatine vekirin. 
 
Di erdhejê de 2 bloqên Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê ya li ser Cadeya Elazigê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hilweşiya bûn. Dihat îdiakirin ku stûnên navenda kargehan hatine birîn lê hat zanîn ku derheqê mijarê de tu lêpirsîn an jî doz nehatine vekirin. Piştî erdhejê, mitehit, endezyar û kesên berpiryar ên Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê û avahiyên din jî di nav de bi giştî 40 kes hatin binçavkirin. Kar û barên îfadegirtinê yên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, berdewam in. 
 
RÊVEBERÊ SÎTEYÊ YÊ BERÊ: EZ NEBÛM ŞAHID
 
Di demeke ku kirariyên li edliyeyê didomin de me xwe gihand rêveberê ewil ê sîteya Diyar Galeria’yê Kenan Aksu ku karegeha wî jî li wir e. Kenan Aksu, da zanîn ku ne di dema rêvebertiya wî de û ne jî di pêvajoyên piştre de nebûye şahid ku stûnên wê hatibin birîn û agahiyeke wiha nebihîstiye. Aksu, got ku bi sedema birîna stûnan jî heta niha tu doz nehatine vekirin. 
 
RÊVEBERÊ NÛ YÊ SÎTEYÊ: DOZ TUNE NE
 
Rêveberê nû yê Diyar Galeria’yê Sabrî Sarsmaz jî îdiayên têkildarî mijarê red kir. Sarsmaz, diyar kir ku bi marketa heyî re tu dozên wan nînin. Sarsmaz, got ku parêzer Serhan Ozdemîr ji ber birîna stûnan tu doz li marketê venekirine û ev agahî red kir. 
 
HEVALÊN OZDEMÎR DOZ DEREWANDIN
 
Hevalên xebatê yên parêzer Serhan Ozdemîr dan zanîn ku Ozdemîr ne di pêvajoya dema rêvebertiya Diyar Galeriayê dikir de û ne jî di pêvajoyan piştre de derheqê marketê de tu doz venekirine. 
 
XWEDIYÊ MARKETÊ ÎDIA DEREWAND
 
Parêzerê xwediyê marketê Lûtfûllah Yaçi jî têkildarî îdiayên li miwekîlê wî tên kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Yalçi, wiha got: “Divê were zanîn ku ev 20 sal in em bi 20 şaxên xwe di sektora market, înşeat, avahîsazî û venêrîna avahiyan de xizmetê didin bajarê xwe. Di van rojên wiha biêş de têkildarî şaxa me ya di bin Sîteya Diyar Galeria’yê de hinek îdia tên kirin ku dibêjin me hinek tiştên statîka avahî xerab dikin kirine. Di çarçoveya tecrûbeya xwe ya di qadên îneat, avahîsazî û venêrîna avahiyan de em baş dizanin bê ka stûn ji bo avahiyekî tên çi wateyê. Nîşaneya vê ya herî şênber jî qelîteya avahiyên ku me li Amedê çêkirin û rewşa wan a piştî erdhejê ye. Şaxa me ya li Diyar Galeria’yê ji sala 2013’an ve xizmetê dide û tu hewldanên me yên ji bo xerakirina statîka avahî nehatine kirin. Di vê xisûsê de em hemû axaftin û îdiayên derheqê koma me de bi tundî red dikin. Têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye vekirin û dê mijara behsa xeberê ji her alî ve were lêkolînkirin. Em jî ji bo ku hemû qonaxên lêpirsînê bi awayekî zelal bên meşandin, dê bi we re parve bikin. Em careke din dibêjin ku Xwedê rehma xwe li qurbaniyên erdhejê bike û şîfaya xêrê bo birîndaran hêvî dikin.” 
 
SEROKÊ BAROYÊ: DOZEKE HATIYE VEKIRIN TUNE YE
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî beşdarî bernameya  TV’yekê bû da zanîn ku parêzer Serhan Ozdemîr jî di nav de tu kesên li Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê jiyana xwe ji dest dayîn têkildarî mijarê doz venekirine. 
 

Sernavên din

18/02/2023
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin
11:44 Diyargaza ku di roja erdhejê de fatûre birîbû îro jî îxbarnameyên birîna gazê danî ber deriyan!
11:31 Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye
11:19 Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye
10:48 Qeymeqam qeyûm tayîn dike, gel jî alîkariyê dixwaze!
10:47 Navenda ku qeyûm tayîn kirinê gund bi gund birîn derman dikirin
10:36 Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê: Divê îktîdar ji biryara xwe ya perwerdeya dûr vegere
10:36 Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin
10:27 'Dê bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan nekarin xwe rizgar bikin’
10:19 'Heke endezyar kontrolê nekin dê heman karesat bên serê me'
09:53 Ji objektîfa nûçegihanên MA’yê Semsûr
09:45 Şêrko Kanîwar: Heke seferberî tune be, ev rewş ji holê ranabe
09:34 Ciwan ketine nava seferberiya erdhejê: 200 ciwan li Semsûrê ne