NAVENDA NÛÇEYAN - SOMO’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku Bexda û Hewlêrê di mijara pirsgirêka hinartina petrolê de li hev kir û dê ji destpêka hefteyê ve petrol dîsa bo Tirkiyeyê were hinartin.
Kompanyaya Bazarkirina Nefta Iraqê (SOMO) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê yên der barê hinardekirina nefta Herêma Federa ya Kurdistanê dewam dikin û her du aliyan li ser hinek xalan lihevkirine.
PÎVANÊN SOMO’YÊ DÊ ESAS BÊN GIRTIN
Di daxuyaniyê de SOMO’yê wiha got: “Wê di demekî nêz de lihevkirina Bexda û Herêmê ya li ser nefta Herêma Kurdistanê were ragihandin. Di demek nêz de dibin çavdêriya kompanyayê û pîvanên kompanyaya SOMO’yê de dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê were kirin.”
LIJNEYA HEVBEŞ DÊ ÇAVDÊRIYA HINARTINA PETROLÊ BIKE
Rayedarekî hikûmeta Iraqê jî ji AFP’ê re axivî û peyman piştrast kir û diyar kir ku di destpêka hefteyê de hinardekirina nefta başûrê Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ve dest pê dike. Her wiha rayedarekî kurd ku nexwest navê xwe eşkere bike jî ev agahî piştrast kir. Rayedarê Bexdayê jî ev tişt anî ziman: “Firotina petrola Kurdistanê ji niha û pê de dê bi rêya SOMO’yê were kirin. Lijneyeke hevbeş a ku ji aliyê hikûmeta Hewlêr û Bexdayê ve hatiye avakirin, dê çavdêriya hinartina petrola Kurdistanê bike."
Rayedarê kurd diyar kir ku ew dahat dê li ser hesabekî di bin çavdêriya Bexdayê de bê şandin.
Ev peymana li ser kaxezê bi awayekî demkî dawî li nakokiyên di navbera aliyan de tîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî ku Dadgeha Hakemê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye, peymana neftê ya Hewlêr-Enqerê neqanûnî dît, roja şemiyê neçar ma ku hinartina petrolê ji bo Tirkiyeyê rawestîne.