RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bertek nîşanî êrişên ser Tişrînê da û wiha got: “Em êrişên ser Tişrînê şermezar dikn. Divê êriş tavilê bên sekinandin û ji bo çareseriya demokratîk gav bên avêtin.”
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Rihayê û aktîvîstên TJA’yê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîer SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê daxuyanî hat dayin. Parlamenterên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, Heberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava xeta me ya sor e” û dovîzên "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye” hatin hilgirtin.
Omer Ocalan di daxuyaniyê de bal kişand ser sivîlên li Bendava Tişrînê hatine qetilkirin û wha got: “Ev roj, rojên dîrokî ne. Em dikarin aştiyeke birûmet pêk bînin û çareseriyekê bibin vî şerî. Li Tişrînê rojnameger, siyasetmedar, sivîl, zarok û xwendekarên zanîngehê tên bombebarankirin. Ev şer zirarê didin aştiyê. Divê tavilê bên sekinandin. Tişrîn ji bo me cihê rûmetê ye. Me xaka tu kesî dagir nekiriye. Destê aştiyê dirêjî Rojava bikn. Ev gel aştiyê heq dike.”
'JI BO ÇARESERIYÊ JIDIL BIN’
Bi domdarî Ocalan bal kişand ser hevdîtinên Şandeya Îmraliyê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û wiha got: “Pêvajoyek heye û birêz Ocalan rola xwe dilîze. DEM Partî piştgiriyê dide. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Qetilkirina xwişk-birayên me ya li Rojava zirarê dide me tevan. Çareserî wiha nabe. Li Rojava mirov tên qetilkirin û li Tirkiyeyê rojnameger tên girtin. Divê her kes berê xwe bide Rojava. Em dixwazin di vê sedsalê de wekhev bijîn. Paradîgmaya birêz Ocalan dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe modêl. Birêz Ocalan ji bo çareseriyeke demokratîk hewl dide û divê mirov destê wî xurt bike. Gelê Kurd qebûl nake ku xwişk-birayên wan bi destê çeteyan bên qetilkirin. Ji bo çareserî û aştiyê jidil bin. Li rexekî aştî li rexa din komkujî nabe. Em ji bo aştiyê amade ne, ji re dibêjin na. Ji bo çareseriyeke birûmet tişta ji dest tê em ê bikin. Ev nayê wê wateyê ku em koletiyê qebûl dikin.”
‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE ROJAVA’
Ocalan, anî ziman ku divê Kurd yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê siyasetmedarên Kurd li her derê bên gel hev û piştgiriyê bidin Rojava. Jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hemû gelan hêvî ye. Em piştgiriyên didin. Em êrişên ser Tişrînê şermezar dikin. Divê ev êriş tavilê bên sekinandin û ji bo çareseriya demokratîk gav bên avêtin. Em ji vir silavên xwe ji bo kesên tevî canê xwe jî xak û ava xwe diparêzin û nobetê digirin dişînin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.