NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re got: “Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder duh li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Hevdîtin 4 saetan dom kir. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya têkildarî hevdîtina dawî wiha ye:
“Weke Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEM’ê me di 22’yê Çileya 2025’an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de, Birêz Ocalan sersaxî li malbatên wan welatiyan xwest ku ji ber şewata êşdar a Bolûyê jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.
Lijneya me der barê hevdîtinên me de ku em bi rê ve dibin agahiyên pêwîst dan Birêz Ocalan.
Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên der barê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin.
Em weke lijne, em ê xebat û têkiliyên xwe bidomînin û her ku geşedan pêk bên em ê raya giştî agahdar bikin.
Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike. Bi hêviya ku ev armanc pêk were, em ji hemû beşên civakî tevkariyên wan ên hêja hêvî dikin.”