Dayikên Şemiyê ku çûn Qada Galatasarayê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:56 8 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin, çûn qadê. Polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kir û ew kirin binçavan. 
 
Dayikên Şemiyê ji hefteya 700’î vir ve nikarin biçin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Dayikên Şemiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û AYM’ê têkildarî dorpêça polîsan a li Qadê û astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê biryara “binpêkirina maf” da. Tevî vê biryarê jî Dayikên Şemiyê yên îro çûn Qada Galatasarayê û xwest çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê dorpêç kir û destûr neda li dar xistina çalakiyê. 
 
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan tevî astengiya polîsan jî daxuyanî dan. Polîsan di nîveka daxuyaniyê de êrişî çalakiyê kir û ji bo binçavkirinê derdorê dorpêç kir. Di vê navberê de dayikan û parêzvanên mafê mirovan biryara AYM’ê bi bîr xist lê tevî vê yekê jî polîsan ew kirin binçavan. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Dayikên Şemiyê jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. 
 
Navên binçavkiriyan wiha ne: "Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, Dayikên/Mirovên Şemiyê Hanîfe Yildiz, Maside Ocak, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kirbayir, Leman Yûrtsever, Ayşe Tepe, Sebla Arcan, Îkbal Eren, Besna Tosûn.”
 
Li derdora Qada Galatasarayê ya li Cadeya Îstîklalê dorpêça polîsan didome. 
 
Daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya ku hat astengkirin wiha ye: 
 
"Ji bo aqûbeta mirovên me yên winda bên eşkerekirin û sûcdar bên darizandin û cezakirin ev 941 hefte ye em têdikoşin. Galatasaraya ku cihê vê têkoşîna ku em nifş bi nifş dimeşînin e; bûye sembola bendewarî, hêvî, israr, îtîraz, daxwaza edalet û heqîqetê. Galatasarayî bû reng û dengê me. Hevdîtinên me di hefteya 700’î de bi tundiya polîsan hatin astengkirin. Paşê bi biryarên qedexeyê yên Qeymeqamiya Beyoglûyê Galatasaray li me hat girtin. Li ser van biryaran der barê me de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Ji destpêkê ve me got ku ev qedexe li dijî hiqûqa gerdûnî, Destûra Bingehîn û qanûnên girêdayî ye, kêfî ye û mafên me binpê dike. Hewldanên me yên ji bo bidawîkirina vê rewşê bê encam man. Heta biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku di 23'yê Sibata 2023'yan de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, îtîraz û daxwazên me me ji nedîtî ve hatin dîtin. Li ser serlêdana xizma windayî Masîde Ocak, Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê me yê lidarxistina civîn û xwepêşandanan a di xala 34'an de hatiye binpêkirin. 
 
GALATASARAY NAYÊ QEDEXEKIRIN 
 
Bi minasebeta vê biryarê em bang li kesên ku desthilatdariya îdarî ya dewletê di destê wan de ye dikin; Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn teqez e. Ew organên qanûnî, cîbicîkar û dadwerî, dezgehên îdarî, kesên rast û hiqûqî girêdide. Dest ji binpêkirina azadiya me ya civîn û çapemeniyê berdin, tavilê qedexeya li Galatasarayê rakin. Her cure cihên ku ji gel re vekirî ne, qadên ku azadiya kombûnê lê bê kirin in. Qedexekirina cihan binpêkirina azadiya civînê ye. Heke têkiliyek di navbera armanca kombûnê û mekanê de hebe, divê ew cîh di her rewşê de were bikaranîn. Em tam li ser vê bingehê qanûnî dibêjin; Galatasaray nayê qedexekirin. Galatasaray ya me ye. Em ê dest ji çalakiya xwe bernedin û dawa heq, edalet û azadiya xwe bikin." 
 

Sernavên din

11/04/2023
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû
14:12 Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
14:05 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
14:05 KATDER’ê 1’emîn Kongreya Asayî li Rihayê li dar xist
13:38 Di Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran de encam diyar bûn
13:11 Piştî 8 salan li Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin
13:00 Buldan sindoq emanetî jinan kir: Navnîşan Çepên Kesk e
12:36 Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn
12:32 Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e
12:21 HDP’ê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
12:14 Piştevaniya Jinan a Elbistanê: Dav bi dav pêşerojê dirêsin
12:13 Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir
11:08 Hevserokên OHD’ê yên nû diyar bûn
11:03 Mazlum Ebdî têkildarî êrişa li Silêmaniyeyê daxuyanî da
10:38 Berxwedana karkerên Kartonsanê bi ser ket
10:32 Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin
10:23 Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
10:04 Partiya Çepên Kesk îdiaya xwe ya li herêma Egeyê mezintir kir
09:06 Keskîn: Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê girîng e, lê nenîqaşkirina wê pirsgirêk e
09:05 Avahiyên xesardîtî dibin cihê metirsiyê: Demildest divê bên xerakirin
09:04 Dê bi hunerê behsa erdhejê bike
09:00 Li Hatayê ji perwerdekarên dilxwaza konên zarokan
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:58 Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:47 Sorjiyan ji bo piştevaniyê derket ser dikê
08/04/2023
23:34 Li Tarsûsê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin