Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in

  • rojane
  • 19:32 14 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Partiya Çepên Kesk gera xwe ya hilbijartinê ya li Marmarayê li Tekirdagê da destpêkirin. Namzetên parlementeriyê ku di vekirina buroyê de axivîn diyar kirin ku dê di 15'ê Gulanê de dîrokeke nû binivîsin û gotin: "Em ê bi wan bidin windakirin. Bes em mil bidin milê hev du. Li vî welatî tekane mifteya demokrasiyê em in." 
 
Partiya Çepên Kesk, gera hilbijartinê ya Marmarayê li Tekirdagê da destpêkirin. Namzetên parlementeriyê Cengîz Çîçek û Mûazzez Orhan ku ji bo gera hilbijartinê hatin Tekirdagê, li têketina xeraca navçeya Çorlûyê ji aliyê bi dehan wesayîtan ve hatin pêşwazîkirin. Şande ji vir bi karwaneke ji gelek wesayîtan pêkhatî bi rê ket û çû Taxa Kizilpinar a navçeya Çerkezkoyê. Di rê de gelek welatiyan bi nîşana serketin heyetê silav kirin. Gava 500 metre ji buruya hilbijartinê re ma, welatî ji wesayitên xwe daketin û ji bir heya buroya hilbijartinê meşiyan. Gel li vir tevlî şandeyê bû û bi tillî û çepikan daxilî meşê bû. 
 
Şande gel vexwand vekirina buroyê û piştî vê her çû girse zurttir bû. Di meşê de tim dirûşmeyên "HDP, gel e, gel li vir e" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 
 
Şandeyê beriya vekirina buroyê xîtabî gel kir. 
 
'JI HÊZA GEL DITIRSIN'
 
Namzetê Stenbolê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek ewilî axivî. Çîçek îşaret bi doza kûmpasê ya "Doza KObanê" kir û got ku ew cara ewil bi van dozan re rû bi rû nemane. Çîçek destnîşan kir ku di serî de gelê kurd û bi giştî jî têkoşîna tevhiya bindestên Tirkiyeyê tim bi van kûmpasan re rû bi rû maye û got: "Lê me tim ji wan re got, 'Kûmpasên we ji bo me bêhûde ne.' Ji lew re em tevgera gel in. Vî gelî duh ev kûmpas pûç kirin, ê îro jî û sibê jî pûç bike. Em careke din bibîra wan dixin. Gel dê her tim kemînên we pûç bike. Çima van kemînan datînin pêşiya me? Ji lew re ji hêza gel ditirsin." 
 
Çîçek di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got ku ew soz didin ku dê rejîma yekzilamî bê hilweşandin û tekane çareserî Partiya Çepên Kesk e. 
 
MIFTEYA DEMOKRASIYÊ
 
Paşê Namzeta Tekirdagê ya Partiya Çepên Kesk Mûazzez Orhan axivî. Orhanê jî bilêv kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê. 
 
Orhanê destnîşan kir ku gelên Tirkiye û Kurdistanê bi salan e bi zext û zoriyan re rû bi rû ne û îşaret bi qelebalixiyê kir û got: "Em dipirsin, kî dikare pêşî li ber vîna we bigire? Ev desthilat, ma dikare pêşî li ber fikra HDP'ê bigire? Ev gel dê her tim xwedî li vîna xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe û axa xwe xwedî derkeve. Berê jî xwedî lê derket, çok neşikand û serî netewand û dê niha jî netewîne." 
 
Orhanê di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku ew ê vê seltenata desthilata heyî birûxînin, ji lew re mifteya demokrasiyê di dest wan de ye û got: "Em ê bi wan bidin windakirin. Bes em mil bidin milê hev du. Li vî welatî tekane mifteya demokrasiyê em in." 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Navçeyê li Taxa Mecîdiyekoyê stand vekir û li vir belavok belav kirin. Di vekirina standê de girs eli ber stranên tirkî û kurdî govend gerand. 
 
Hin welatiyên ku serdana standê kirin jî diyar kirin ku ew ê di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 

Sernavên din

15/04/2023
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in
18:59 Karwana Partiya Çepên Kesk veguherî şahiyê
17:41 Partiya Çepên Kesk li Agiriyê serdana saziyên sivîl kir
16:51 Aras û Hûn xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin
16:40 Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan
16:28 Li Amed, Dêrsim û Hatayê xebatên hilbijartinê: 15’ê Gulanê wê kurd hilatina rojê pêşwazî bikin
16:26 Cerdevan û çawişê pispor ên tev li şer bûn hatin binçavkirin
16:19 Li Midyadê bertek nîşanî AKP’iyan hate dayîn
16:03 KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn
15:54 Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên!
15:53 Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn
15:22 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Marmarayê dest pê kir
15:01 Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin
14:45 Doza Kobanê: Dê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqiyan bidome
14:20 Derheqê girtiyên li dijî lêgerînê derketîn lêpirsîn hate destpêkirin
13:53 Sancar: Em tên ku pirsgirêka kurd çareser bikin û aştiyê bînin
13:42 Namzetên jin li Îzmîrê çûn serdana karkeran
13:39 Serokwekîla Koma HDP’ê Beştaş hat emeliyatkirin
13:33 Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir
13:32 Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye
13:27 Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir
13:09 Cenazeyên 2 welatiyên li Şêladizê winda bûbûn hatin dîtin
12:58 Li Qamişloyê bombe li wesayitekê hat barandin
12:08 Jinên îranî ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmê anîmasyonê çêkir
12:05 Iraqê ji bo avakirina Şengalê 50 milyar dînar veqetandiye
12:00 Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne
11:51 Dê vegera Sûriyeyê ya li Yekitiya Ereban bê nîqaşkirin
11:40 Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin
11:30 Şahidê nepen ê li dijî HDP’ê îfade dabûn di dosyaya rojnamegeran de ye
11:24 Bayindir a hatiye îxrackirin dê têkoşîna xwe veguhezîne Meclisê
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin