Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye

  • rojane
  • 11:26 16 Nîsan 2023
  • |
ERZIROM - Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê didome. Şande ji ewil li Qereyaziyê bi gel re hate ba hev û di serdanê de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Ev hilbijartin di heman demê de hesabpirsîna ji kesên civak neçarî qeyûm, îktîdara mêr û birçîtiyê kiriye ye.”  
 
Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê di roja 3’yan de berdewam dike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê, îro li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi gel re hatin ba hev.  Şande, li ser rêya Dutaxê ji hêla konvoyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin û piştre jî derbasî bûroya hilbijartinê bû. Eleqeyeke mezin a gel ji bo vekirina bûroya hilbijartinê hebû. Vekirina bûroyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
'DIVÊ EV ÎKTÎDAR TÊK BIÇE’
 
Namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî li vir axivî û wiha got: “Divê êdî namzetên Partiya Çepên Kesk di Meclisê de bin. Nûnertiya me xwedî cihekî girîng e. Em ê di 14’ê Gulanê de vê îktîdara faşîst hilweşînin. Divê ev îktîdare têk here ku birêz Abdullah Ocalan û hevalên me yên girtî azad bibin.” 
 
'SERKEFTINA ME HÊVIYA DAYIKÊN ME NE’
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û ev tişt anî ziman: “Dê serkeftin a gelê kurd be. Hewl didin berê ciwanên kurd bidin Ewropayê. Banga min ji bo ciwanên kurd ew e ku welatê xwe neterikînin. Em ê di 14’ê Gulanê de ji zilma AKP-MHP’ê rizgar bibin û govenda serkeftinê bi hev re bigerînin. Em ê kolan bi kolan, navçe bi navçe xebatên xwe bidomînin. Divê xelkê Erziromê xwedî li partiya xwe derkeve. Heke em bikarin vê bikin, dê teqez bi ser kevin. Dê serkeftina me bibe hêviya dayikên me. Rêya gelê me vekirî be.” 
 
'DEM DEMA HESABPIRSÎNÊ YE’
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û wiha got: “Ji hêlekê ve ev hilbijartin, muhasebeya sedsalê ye. Em ê bibînin bê ka kî dê di vê têkoşînê de derkeve pêş. Ev sedsal in em tune tên hesibandin û divê êdî em xwedî rayeya biryardayînê bin. Rastiyeke gel heye ku ji îktîdara AKP-MHP’ê re dibêje ‘êdî bes e.’ Em ji bo avakirina pergaleke nû tên. Di vê rêyê de em ê bi hev re serbikevin. Ev hilbijartin, hilbijartina hesabpirsîna ji îktîdara ku gel neçarî qeyûm û birçîtiyê kiriye ye. Em, ji rejîma yekzilamî pir mezintir in. Em ê bên û ew dê biçin. AKP hewl dide bi dijminên jinan û gelê kurd re tifaqê çêke. Em mezin bûn û ew dê winda bikin.” 
 
Piştî axaftinan jî bûroya hilbijatinê hate vekirin. Bûro, ji hêla bavê Hakan Arslan ku di dema qedexeyên derketina kolanan a Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 7 sal piştre di tûrikekî de hatiye radestkirin, Alî Riza Arslan ve hate vekirin. 
 
Piştî vekirina bûroyê jî şande ber bi navçeya Qereçobanê ve kete rê. Şande dê piştre jî derbasî navçeya Gimgim a Mûşê û navenda bajar û bi gel re bê gel hev. 
 
 

Sernavên din

18/04/2023
13:26 Balûken: Pêdivî bi zimanekî nû yê aştiyê heye
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan