AMED - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Osman Cengîz Çandar, êrişa li dijî rojnamevan Sînan Aygul bir rojeva Meclisê.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar derbarê êrişa parazvanên Şaredarê Tetwanê yê AKP’î Mehmet Emîn Geylanî ya li dijî rojnamevan Sînan Aygul de ji bo cîgirê Serokkomarî Cevdet Yilmaz û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bi bersivîne du pêşniyazpirsên cuda pêşkeşî Meclisê kirin.
Di ketina pêşniyazpirsan de hate bibîrxistin ku rojnamevan Sînan Aygul ê îdiayên nelirêtiyên têkildarî neguhezbarên Şaredariya Tetwanê de aniye rojevê di 17’ê hezîranê de ji aliyê parazvanê fermî yê Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî ku polîs e û peywîrdarê şaredariyê ve êriş lê hatiye kirin.
Di pêşniyazpirsan de hate diyarkirin ku dîmenên aydê êrişê bi rêya çapemeniyê gihişt raya giştî û wiha hate gotin: “Wêneyên rewşa Sînan Aygul ê piştî êrişê rakirin nexweşxaneyê asta tundiyê nîşan dide. Êrişa li dijî Sînan Aygul, li derveyî welat jî deng vedaye û kir ku li Tirkiyeyê jî nîqaşên li ser azadiya çapemeniyê û ewlehiya rojnamevanan bidome.”
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN
Çandar ev pirs ji Yilmaz û Yerlîkaya pirsîn:
“* Haya we jê heye ku Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di dora çendan de cih digire?
* Niyet û planeke we heye ku ji bo bidawîkirina êrişên li dijî rojnamevanan û garantîrkirina azadiya çapemeniyê gavên bi bandor biavêjin?
* Ji bo li dijî atmosfera nefretê û çanda bêcezahiştinê ya ku rojnamevanan li dijî tundiyê bêparastin dihêle, hûn ê polîtîkayên berfireh û biryardar derxin pêş?
‘HÛN Ê NELIRÊTIYAN LÊKOLÎN BIKIN?’
* Ji bo dawî li kiryarên tundiyê yên hêzên ewlehiyê yên li dijî xebatkarên çapemeniyê û weqayên bêcezatiyê yên di vê mijarê de bi dawî bibin hûn ê çi bikin?
* Hûn difikirin ku derbarê Şaredarê Tetwanê ku tê texmînkirin êrişa li dijî Sînan Aygul wî bi parazvanan daye kirin lêpirsînê bidin destpêkirin?
* Hûn ê derbarê îdiayên nelirêtiyên esasî yên li Şaredariya Tetwanê de lêpirsîna pêwîst bidin destpêkirin?”