Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!

  • rojane
  • 09:00 27 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Germavên Zumrûdê yên Elkê firotin Şaredarê AKP'î. Şêniyên gund bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: "Ev germav ya gel e. Lê niha wê pêşkêşî rantê kirine. Ma mirov vê heqeretê li gelê xwe dike?"
 
Germava Zumrutê ya li gundê Germav ê navçeya Elkê ya Şirnexê ku dabûn ber firotinê. Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA), Şaredariya Elkê û Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê li gundê Gemravê yê Elkê “Projeya Germavên Zumrutê” ku 4 milyon û 620 hezar TL pere lê xerc kiribûn, ji ber ku şaredariya hawirdorê birêkûpêk nekiribû, nehat xelaskirin. Projeya ku ji bo temamkirina wê 4 sal hatibûn terxankirin, berî ku proje xelas bibe dabûn ber firotinê. Germav ji aliyê Şaredarê AKP'î yê Elkê Habîp Aşan û hevkarê wî Aziz Yalçin ve bi 15 mîlyonan hate standin. 
 
Germav di meha zivistan û havînan de ji aliyê bi hezaran kesan ve tê ziyaretkirin. Lê balkêş e ku beşa mêran a ku çend meh in girtiye tenê ji qeymeqamê navçeyê re vekiriye û li germavê bi ser navê "ewlehiyê" cerdevan hatine bicihkirin. 
 
Her wiha Midûriyeta Îmar û Başkirina Bajarvaniyê ya Daîreya Taybet a Şirnexê têkildarî firotina germava Belkis Anayê ya li navçeya Basa ya Şirnexêji Meclisa Giştî ya Bajar a Şirnexê re teblîxat şandibû. Lê belê ev ji aliyê Meclisa Giştî ya Bajêr a Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat redkirin. 
 
Şêniyên gundê Germavê ku firotina germavê qebûl nakin, di navbera xwe de 200 daxwazname kom kirine. Welatiyan bertek nîşanî firotina germavê da û bang li Şaredarê AKP'î kirin ku dest ji vê biryarê berde. 
 
'MA MIROV VÊ HEQARETÊ LI GELÊ XWE DIKE?'
 
Ji şêniyên gund Meryem Abî (80), bertek nîşanî firotina germavê da û got ku ew ê qebûl nekin û wiha axivî:"Kesek nikare bêyî gel germavê bifiroşe. Ev kesên ku wiha dikin jî xwedê ji wan re qebûl nake. Bi firotina germavê armanca wan ew e ku ji feqîr û jaran pere bistînin û bikin cihê rantê. Ji Wanê, Amedê, Stenbolê, Silopiya û Şirnexê gel tên vê derê û diçin wê germavê. Lê belê li gel firotina germavê dê êdî kesek nikaribe biçe wê derê. Rezê me, baxê me û zeviyên me bi vê avê tên avdan. Heke ku ew ji destê me derket em ê li vir çi bikin? Em qebûl nakin ku germava me bê firotin. Heta niha kesekî pere ji kesekî nestandiye. Ev germav ya gel e. Ma mirov vê heqaretê li gelê xwe dike?"
 
DAXWAZNAME KOM KIRIN
 
Yasin Abî (42) jî bi lêv kir ku li dijî firotina germavê wan daxwazname dane qeymeqamê navçeyê û got: "Em naxwazin ku germav bibe ya şexsan. Em dixwazin ku gelê me hemû feyde ji germavê bigire. Heke ku ev germav bikeve destê şexsan kesek êdî nema biçe. Dema ku ew der bi pereyan bê birêvebirin ne dayik diçin, ne ciwan û ne jî zarok diçin. Li gel firotina germavê dê zehmetiyê bikişîne. Em naxwazin ku germava gel bibe ya şexsan. Em dixwazin ku gelê me hemû feydeyê ji vê germavê bigire. Em naxwazin wê derê bidin şexsan. Ew der ya vî gundî bû. Piştre hate hîbekirin û dan dewletê da ku gel ji feyde bistîne. Şaredarê me û çend kesên din germav kirîne. Em qebûl nakin. Ji bo ku nedin şexsan me daxwazname kom kirine û em ê heta dawiyê qebûl nekin." 
 
'JI XEYNÎ DEWLEMENDAN KESEK NIKARE BIÇE'
 
Ji şêniyên herêmê Ayşe Abî (65) jî got ku êdî ji kesên dewlemend pêvtir kesek nikare biçe germavê û wiha got: "Em nerazî ne. Qasî ku tê bîra min ew der ya gel e, ya gundiyan e. Ji her deveran jin, ciwan, kal dihatin vê germavê. Ji bo ku ew der ji destê gel dernekeve me daxwazname kom kirin. Heke germava me bikeve destê şexsan dê her tiştek ji destê me derkeve. Em îro wê qebûl bikin ew ê gelek tiştan bi me bidin qebûlkirin. Her wiha niha dibêjin ew der ya me ye. Heke ku wisa bidome di nava civakê de dê nexweşî rû bide. Li vî gundî her kes nerazî ye û aciz e. Ew der ya gel e. Heke ku ew der bê firotin ji xeynî kesên dewlemend kes nikare biçe germavê. Em jin ji vê yekê gelek aciz in."
 
'JI VÊ BIRYARA SOSRET VEGERIN'
 
Mûsa Acar (75) anî ziman ku divê germav ji gel re bimîne û got: "Gel sûdê ji germavê distîne. Em naxwazin ku ew der ji aliyê şexsan ve bê birêvebirin. Ev germav ya vî gundî ye, ya Elkê ye, ya Şirnex û Wanê ye. Ji çend deverên welat gel qesta vir dike. Em weke gundê germavê naxwazin ku biçin pere bidin erdê xwe. Em naxwazin ku zarokên me pere bidin, erdê me bê dorpêçkirin, rêya pezê me bê girtin. Ev av şîfa ye. Ji ber wê bila ji gel re bimîne. Bila dest ji vê biryara sosret berdin."
 
MA / Zeynep Durgut
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/08/2023
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin