Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye

  • rojane
  • 09:01 14 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Girtî Gulistan Al, di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Dayika wê Emîne Al ji ber ku keça wê sewqî girtîgehên dûr hatine kirin bertek nîşan da û got: "Sewq veguherîn îşkenceyê." 
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçe zêdetir dibin. Bi taybetî jî girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin. Bi vê yekê re pêwendiya girtiyan a bi civakê û malbatê re tê qutkirin. Yek ji van girtiyan jî Gulistan Al (30) e ku di sala 2017'an de bi îdiaya "xerakirian yekpareyiya dewletê" cezayê muebeda giran û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. 
 
DI 6 SALAN DE SEWQÎ 5 GIRTÎGEHAN HAT KIRIN
 
Al ku di 6 salan de sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin, piştî 15 rojên li Girtîgeha Edeneyê sewqî Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T'yê hat kirin. Al li vir jî hindik ma û paşê sewqî Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa L'yê hat kirin. Al li vir 6 mehan di hucreyê de ma. Paşê sewqî girtîgeheke din a Dîlokê hat kirin. Al ku nêzî 3 sal in di Girtîgeha Kayseriyê de ye, gav ji Dîlokê sewqî vir hat kirin di rê de rastî tahdeyan hat.
 
Malbata Al a li Amedê ji bo keça bibîne, bi rojan di rêyan de dimîne. Emîne Al, dêya Gulistan Alê, bilêv kir ku bi sirgûnan tê xwestin ku malbat jî bên cezakirin û got ku sewq veguherîne îşkenceyê. 
 
DI 365 ROJAN DE TENÊ 12 DEQÎQE
 
Emîne Al bilêv kir ku keça wê Gulistan Al di 6 salan de sewqî 5 girtîgehan hatiye kirin û got ku çavên keça wê ne rehet in û wiha domand: "Di 6 salan de herî zêd eme 4 caran ew dîtiye. Em di Cejna Qurbanê de ji malbatê 5 kes çûn cem wê. Saetek heqê me yê hevdîtinê hebû, lê bi her yekî re tenê 12 deqeyan hevdîtin kir. Me di 12 deqeyan de dilê xwe rehet nekir, tenê em çûn cem wê û me hev du hemêz kir û em derketin." 
 
RÊYÊN DIRÊJ
 
Emîne Al anî ziman ku girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin û ji ber vê malbat zor û zhemetiyê dikişînin. Al destnîşan kir ku bajarê Kayseriyê ku keça wê lê dimîne pir dûrî Amedê ye û wiha got: "Girtîgeha ku keça min tê de ye jî li derveyî Kayseriyê ye. Li serê çiyayekî girtîgeh çêkirine. Li derdora wê ji xeynî 4 avahiyan tiştek tune ye. Li Kayseriyê ji bo em biçin girtîgehê em sê wesayîtan diguherînin. Jixwe heya em diçin Kayseriyê 9 saet diçe. Ez û hevjînê xwe nexweş in. Ewqas rê pir tahdeyê li me dike. Hema bibêje du rojê me di rê de derbas dibe. Gava em tên malê em çend rojan bi xwe ve nayên. Ger nêzî me bûna, em ê tim biçûna cem keça xwe." 
 
17 MEH IN BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYEKÊ DE YE
 
Emîne Al diyar kir ku gava keça wê di Girtîgeha Osmaniyeyê de bûye îşkence lê hatiye kirin û got: "Rojekê gava em çûn hevdîtinê, me dît ser çavê wê mor bûye. Tim bi kuştinê gef li wan dixwarin. Ji Komeleya Mafên Mirovan parêzer çûbûn wir. Ew anîn Dîlokê, lê li vir jî ew îşkence kirin. Demeke dirêj bi tena serê xwe di hucreyekê de ma. Gava telefonî me dikir, digot di hucreyê de zehmetiyê dikişîne. Niha li kayseriyê jî sal û 5 meh in di hucreyekê de ye. Çavên wê nerihet in, lê wekî din nexweşîneke wê heye yan na ez nizanim. Tiştekî ji me re nabêje, tiştan jibîr dike." 
 
Emîne Al ku got "Ez vê tecrîda li ser me û keça min qebûl nakim", bang li parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran kir ku di warê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de hesas bin û bibin dengê wan. 
 
 

Sernavên din

15/09/2023
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir