Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê

  • rojane
  • 09:48 20 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê. Dayika wî Kûmriye Tanboga banga hestiyariyê kir û got: "Xwedî li kurê min derbikevin." 
 
Di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de girtî di bin şert û mercên herî giran de tên ragirtin. Girtî ji mafên xwe yên herî rewa bêpar tên hiştin. Gelek girtiyên nexweş ên ku rewşa wan girane jî nayên tedawîkirin û berdan.Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ye. Tanboga, di dema ragihandina qedexeya derve ya sala 2015'an a li navçeya Silopiya ya Şirnexê de, hêj 16 salî bû hate girtin û bi îddaya "Quştina bi qestî" hate girtin û 4 caran bi cezayê muebeda giran hate ceza kirin. Îsmaîl Tanboga yê li Girtîgeha Tîpa T a Amedê, tê ragirtin, 23 salî ye û ji ber nexweşiyên cûda, laşê wî dihele. Tanboga yê ku di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya girtiyê nexweşên giran de cih digire rewşa wî roj bi roj giran dibe.Tanboga yê ku rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. Tanboga ev 15 roj in di nexweşxaneyê de tedawî dibe. Malbata Tanboga ku 15 roj in di nexweşxaneyê de ye û nikare pêdiviyên xwe pêk bîne nikare biçe serdana wî. 
 
15 ROJ IN DI NEXWEŞXANEYÊ DE RAZANDINE
 
Dayika Tanboga, Kûmriye Tanboga diyar kir ku girtîgehê ew agahdar nekirine ku kurê wan rakirine nexweşxaneyê û wiha axivî: "Ev 15 roj bêtirin ku kurê min rakirine nexweşxaneyê. İsmail li me geriyaye û gotiye, 'Ez di nexweşxanê de razandime' niha di bin çavdariya bijîşkan de ye. Dema ku li me geriya ew heftiyek bû ku di nexweşxaneyê de razandibûn. Divê ku heta niha kurê min bihata berdan. Em gelek mexdûr in. Dêrûniya min xerab bûye. Ev 9 sal in kurê min di girtîgehê de ye lêbelê hê sûcek jê re nehatiye dîtin. Kurê min zarok bû dinya nedîtibû. Bila van mirovan berdin. Bila kurê min berdin û bidin min. Berdin jî nikare tiştekî bike. Bila ev dinya hemû biçe lê binêre û bibîne ku di çi rewşê de ye. Kurê min ev 7 sal in mamayê dixwe. Çawa dibe ku ciwanek mamayê bixwe? Dema ku kurê min neketibû girtîgehê dema ku dimeşiya beriya wî dengê lingê wî dihat. Ewqasî zexim bû. Kurê min niha bûye hestî. Em doza berdana wî dikin. Bila berdin em ê tedawî bikin."
 
'NAHÊLIN KU BIÇIM BIBÎNIM'
 
Tanboga, diyar kir ku kurê wê 15 roj in di nexweşxanêyê de razandine lê belê ew nikarin biçin bibînin û got: "Nahêlin ku ez biçim bibînim. Nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Hema hiştibana ku nîv seatan jî ez çûbam nexweşxanê min ditiba dê dilê min rehet biba. Ev çend roj in di nexweşxaneyê de me hêj neditiye. Ma ne gunehe? Me dîtiba ku rewşa wî çawa ye da ku bêhna me bihata. Ew jî dayik û bav in, zarokên wan jî hene. Ma dilê wan neşewite? Hê nexweşiya wî teşhîs nekirine. Çima nabêjin ku nexweşiya wî çiye. Bila deriyê van girtîgehan vekin. Em aramiyê digerin, em aşitiyê dixwazin. Banga min ji komeleyên mafên mirovan heye ku xwedî li kurê min derbikevin û kesek xwe bêdeng nekin."
 

Sernavên din

22/11/2023
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin