Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'

  • rojane
  • 09:04 15 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Seroka Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Çîgdem Akbûlût bal kişand ser nakokiyên di navbera hincetên binçavkirin û girtinê yên parêzerên ÇHD û HHB'yê de û diyar kir ku dozger ji parêzerên ku biryara girtinê wan tune ye re gotiye, "Em ê der barê we de jî tiştekî bibînin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya piştî êrişa 6'ê Sibatê ya li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hat destpêkirin de, endamên Grup Yorûm, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB), xebatkarên Televîzyona Hêza Gel, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSKAD) di nav de 96 kes hatin binçavkirin. Rêvebera Navenda Giştî ya ÇHD’ê û parêzera HHB’ê Nazan Betul Vangolû Kozagaçli, parêzerên HHB’ê Seda Şaraldî û Dîdem Baydar Unsal û Ayten Ozturk jî di nav de 54 kes hatin girtin.
 
Seroka Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Çîgdem Akbûlûtê bêhiqûqiya ku bi operasyona binçavkirinê ya li hemberî parêzeran dest pê kir nirxand. 
 
Akbûlûtê bi bîr xist ku piştî pevçûna li ber edliyeyê tenê ji bo endama HHB'ê parêzer Seda Şaraldî biryara girtinê hebûye û got ku kesên li wir bûn û der barê wan de biryara binçavkirinê jî tune bû jî hatin girtin.
 
Akbûlûtê got: "Di vê operasyonê de ku ji ber buroya hiqûqê ye û bi dozger re hat kirin, hevalên me yên parêzer ji xeynî Seda Şaraldî, hîn bûn ku der barê wan de biryara girtinê nîn e, lê dozger bi bêcidiyet nêz bû û got, 'Em ê der barê we de jî tiştekî bibînin.' Parêzerên ku der barê wan de biryara binçavkirinê tune bû, ji ber ku wê demê li buroyê bûn hatin binçavkirin. Sedema biryara girtinê ya der barê Şaraldî de we nasipirê tu tiştî jî." 
 
Parêzer Akbûlûtê bal kişand ku îdiaya "rêvebiriya rêxistinê" der barê Şaraldî û Kozagaçli de hatiye kirin û wiha dewam kir: "Hat îdiakirin ku pevçûn 'çalakiyeke rêxistinî' ye û bêyî talîmatê ne mimkûn e ku ev çalakî pêk were û parêzerên buroya hiqûqê jî di nava van rêveberên talîmat dane de cih digirin. Lêbelê, ev tenê îdîayê ye. Em dizanin ku ne di naveroka dosyayê de û ne jî ji aliyê dozger û dadgeha lêpirsînê ve tu bingeha vê îdîayê nîn e. Ji ber ku ev rewş di sedema girtina hevalên me de jî xwe dide der. Di biryara girtinê de tenê hat gotin ku 'lêkolîna malzemeyên ku li buroyê hatine desteserkirin hêj bi dawî nebûye."
 
Akbûlûtê anî ziman ku bi binpêkirina mafan re rû bi rû mane û got ku malzemeyên li HHB'ê hatine desteserkirin agahiyên muwekîlan in û nepeniya parêzer û muwekîlan hatiye binpêkirin.
 
Akbûlûtê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev qonaxeke nû ya êrişên li dijî parêzerên şoreşger e. Niha bûye rêyeke ku bêyî ku li delîlan jî bigerin dikarin bikin û bişopînin. Hevalên me wê dev ji parêzertiya şoreşger û kedkaran bernedin. Ji ber vê yekê ev êriş wê bêpûç bibin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

22/02/2024
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe