Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin

ÎZMÎR - Dê di 15’ê Adarê de li bajarên herêma Egeyê pîrozbahiyên Newrozê dest pê bikin. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Hacay Yilmaz got: "Em dixwazin gel bi ruhê Rahşan û Zekiyeyan ber bi Newrozê ve biherikin."
 
Newroz îsal wê bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Li herêma Egeyê wê li 6 bajaran pîrozbahî bên lidarxistin. Li Îzmîrê wê di 15'ê Adarê saet 15.00'an de agirê Newrozê yê yekemîn bê vêxistin. Cihê ku agirê Newrozê lê bê vêxistin dê Kadîfekale be ku Rahşan Demîrel di 22'yê Adara 1992'yan de li vir bedena xwe dabû ber agir. Piştre jî wê di 17'ê Adarê de li Qada Gundogdûyê şahiyeke mezin bê lidarxistin. Di pîrozbahiyê de wê peyamên ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fizîkî û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd bên dayîn. 
 
Li navenda pîrozbahiyan li Îzmîrê amadekarî dest pê kirin. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Hacay Yilmaz bal kişand ser peyamên ku dê di pîrozbahiyan de derkevin pêş. Yilmaz diyar kir ku wê di Newrozê de tecrîda mutleq, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û çalakiya Nobeda Edaletê ya Dayikên Aştiyê bên rojevê û got: "Em Newrozê hem wekî bersiveke li dijî tecrîdê û hem jî ji bo piştgirîkirina grevên birçîbûnê dibînin. Her wiha em wekî pêşwazîkirineke xurt a hilbijartinê jî dibînin. Em jî di vî warî de amadekariyên xwe dikin. Em dixwazin Qada Gundogdsûyê ku qada herî mezin a Îzmîrê ye, tije bikin." 
 
Yilmaz got: "Îzmîr bajarekî ku mozaîka gelan e. Li vir bi mîlyonan mirovên xwedî nasnameyên cuda hene. Peyama Newrozê ya li vir wê bibe peyama ku em îradeya hemû gelan a ji bo jiyana bi hev re ne û wekhevî, azadî û aştiyê diparêzin." Yilmaz diyar kir ku ji ber ku Zekiye Alkan a di sala 1990'î de li Amedê bedena xwe da ber agir û Rahşan Demîrel a di sala 1992'yan de li Kadifekale bedena xwe da ber agir li Îzmîrê dijiyan ew girîngiyeke taybet didin pîrozbahiyên li bajêr. Yilmaz got: "Newroz hebûn û vejîn e. Em dixwazin gel bi ruhê Rahşan û Zekiyeyan ber bi Newrozê ve biherike."
 
BERNAMEYA BAJARÊN EGEYÊ
 
Îzmîr: Wê di 17’ê Adarê de li Qada Gundogdûyê pîrozbahî bê lidarxistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin dê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Hunermend Diljen Ronî, Koma Agirê Zerdeşt û Sorjiyan jî wê derkevin ser dikê.
 
Denîzlî: 17’ê Adarê saet 12.00’an wê li qada Newrozê ya Esentepe ya navçeya Merkezefendî pîrozbahî bê lidarxistin. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag wê beşdarî pîrozbahiyê bibe û hunermend Rûken Yilmaz jî wê derkeve ser dikê.
 
Mûgla: Pîrozbahiya li vir wê di 19'ê Adarê de li qada Bazara Perşembeyê ya Mîlasê bê lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin wê wekî axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibe. Hunermend Ronî Artîn jî wê derkeve ser dikê.
 
Balîkesir: Di 19'ê Adarê saet 13.00'an de li qada Deve Gureşiyê ya li navçeya Burhaniye dê pîrozbahî bê lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sarûhan Oluç wê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Koma Viya û Rojkar jî wê derkevin ser dikê.
 
Aydin: 20'ê Adarê saet 10.00'an li qada li kêleka Aşxaneyê ya li Taxa Osman Yozgatlî ya navçeya Efelerê pîrozbahî bên lidarxistin. Serokwekîlê DEM Partiyê Sarûhan Oluç wê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Koma Muzîkê ya Stêra û Ozlem Taner jî wê derkevin ser dikê.
 
Manîsa: Pîrozbahiya Newrozê wê 20'ê Adarê saet 13.00'an li Qada Lale ya navçeya Yûnûsemre bê lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar wê beşdarî pîrozbahiyê bibe û hunermend Hîvda Gokel û Koma Agirê Zerdeşt jî derkevin ser dikê.
 
MA / Semra Tûran
 

Sernavên din

15/03/2024
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
16:17 Rêxistinên hiqûqê: Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne