Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin

  • rojane
  • 11:14 29 Hezîran 2024
  • |
ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsê ku Nîhat Kazanhan ê 12 salî qetil kir, tevî biryara lêgerînê ya bi bultena sor jî ev 16 meh in nehat girtin. Dayika Kazanhan a ku 12 sal in li benda edaletê ye wiha got: "Heta ku kujerê kurê min neyê girtin dê şewata dilê min nevemire." 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14'ê çileya 2012'an de polîsê bi navê Nurbakî Goçmez zarokê bi navê Nihat Kazanhan di encama hedef girtinê de qetil kir. Doza ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê dihat dîtin ji polîsê kujer re cezayê mûebbetê hate birîn. Lêbelê bi "tehrîka neheq" û "daxistina ji ber rewşa baş" 13 sal û 4 meh cezayê wî hat daxistin û ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hat qebûlkirin.
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz ku parêzerê malbatê ye di 26’ê Îlona 2019’an de bi hinceta “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin  mirina zarokekî di encama bikaranîna hêzên çekdarî de hatiye binpêkirin û ji aliyê hêzên hiqûqî ve bêceza hatiye hiştin an jî bi rengekî astengdar nehatin cezakirin" serî li Dadgeha  AYM'ê da. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara "binpêkirina mafê jiyanê" û ji bo ku ji malbatê re 90 hezar lîre tazmînata madî bê dayîn da. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo encamên binpêkirinê ji holê rabike dosya ji 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê re şand. Di danişîna ku di 24'ê Sibata 2023'an de ji nû ve hat li dar xistin de, der barê  polîsê bersûc Mehmet Nurbakî Goçmez de biryara girtinê dabû. Di danişîna 5'emîn a di 17'ê Çileya 2024'an de pêk hat de, bi hinceta polîs nehatine girtin, dadgehê biryar da ku ji bo bersûc bi awayekî derqanûnî çûbe derveyî welat, biryara lêgerînê ya bi teblîxa sor da. Tevî biryara girtinê û lêgerîna teblîxa sor  jî polîsê bersûc ev  16 mehin nehatiye girtin. 
 
'WE BI KÎJAN WÎJDANÊ KUJERÊ KURÊ MIN BERDAN?' 
 
Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan diyar kir ku ev 12 salin ku her ku ew diçe edliyeyê ew heman êşê ji nûve dikêşîne û wiha axivî: "Ji sala 2012'an heta niha her çûyina danîşina Nihat ez êşê ji nûve dijim. Ev çend salin kujerê kurê min nayê girtin. Dibêjin ku,' nayê dîtin' lê ez ji vê gotinê bawer nakim. Ez dibêjim dîtine û hê ew kes li ser peyvira xwe ye. Bi zanebûn lê nagerin û nabînin. Ez kurd im, kurê min kurde ji ber wê ev kes nayê dîtin. Min heta niha ti edeleta Tirkiyeyê neditiye, edeleta wê nine. Kurê min zarok bû diçû dibistanê çi çek destê kurê min de nebû. Dadgehê bi kîjan wijdanê kujerê kurê min berda? Wî zarokeke bêsuc bêguneh kuştibû. Ew êşa ku niha ez dikêşim hêvî dikim ku heman êşê ew jî bikêşin. Min ev doz ji xwedê re hiştiye. Xwedê heqê kurê min erdê nehêle. Li ser vê axê bi hezaran zarokên weke kurê min hatin kuştin. Bila edeletê pêk bînin. Em edeletê dixwazin. Kezeba min şewitî û çû. Kurê min çû êdî navegere. Lê ez dîsa jî aşitiyê û edeletê dixwazim."
 
EV 12 SAL IN LI BENDA EDALETÊ YE
 
Kazanhan, anî ziman ku tenê daxwaza wê ew e ku kujerê kurê wê bê dîtin û bi awayeke edlane bê darizandin û wiha got: "Kujerên zarokan nagirin lêbelê yê ku ti guneha wan ne jî digirin û salan cezayê girtîgehê jê re dibirin. Bila ev dadgehe xwe têxin cihê me. Çawa dibe ku keseke ku sûcê wî diyar berdidin. Heke ku kurê min ne kurd buya ew polîs nedihat berdan. Lê ji ber ku kurê min kurd bû ji ber wê ew polis hat berdan. Ev 12 salin ez her carê diçim ber deriyê edliyeyê û tevlî danişinê dibim. Her çûyina ber deriyê edliyeyê ez bi bi hêviya edeletê diçim. Her çûyinê kezeba min dişewite. Dema ku her dema qerneyan tê dilê min dişewite. Niha jî dema ku ez li ber deriyê dibistana kurê xwe derbas dibim agir bi dilê min dikeve. Kurê min ji ber qehra birayê xwe dibistan berda û got,' ez naxwazim vî zimanî bizanibim' bila bes vê zilmê li me kurdan bikin. Xwedê heqê me kurdan nehêle erdê. Bila bes vê zilmê li me bikin bila kujerê kurê min bigirin. Em aşitî û azadiyê dixwazin. Em nikarin weke wan zilm û zordestiyê bikin. Em edeletê dixwazin. Em dixwazin ku kujerên zarokên me bên berdan. Heta ku kujerê kurê min neyê girtin dê ev şewata dilê min nevemire. Bang li dadgehê dikim peyvira xwe pêk bînin kujerê kurê min demildest bigirin." 
 

Sernavên din

29/06/2024
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin