Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin

  • rojane
  • 09:03 5 Tîrmeh 2024
  • |

WAN - Meşvanên ku tev li “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" bûn, dan zanîn ku ev dê tekoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên qirêj bidomînin û wiha gotin: “Armanca me ne tenê polîtîkayên qeyûm, di heman demê de em li ber tecrîd, şerê taybet e û krîza aborî jî radibin." 

“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" ku li dijî tayînkirina qeyûm ê di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin di roja 3'yemîn de berdewam dike. Meşvanên ku li Stenbolê dest bi meşê kirin, piştî Edene û Êlihê niha li Wanê dimeşin. Piştî daxuyaniya ku li Wanê hatiye dayîn, meş dest pê kir û îro digihîje navçeya Elbak a Wanê. Meşa ku bi coşeke mezin didome, dê piştî 3 rojên din li Colemêrgê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.
 
Meşvanên ku ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li vê meşê bûn ji ajansa me re axivîn û nerazîbûna xwe nîşanî polîtîkayên qeyûm dan. 
 
‘BILA CIWAN TEV LI MEŞA ME BIBIN’
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Dîlokê Bunyamîn Dûman ku tev li meşê bûye da zanîn ku heta qeyûm hebin dê tekoşîna wan ya li dijî qeyûm jî bidome. Dûman destnîşan kir ku ev meş ne 6 roj, 60 roj jî berdewam bike, ew dê dîsa bibiryar bimeşin û li dijî desteserkirina îradeyê li ser pêyan bin. Dûman anî ziman ku ne tenê ji Kurdistanê, ji Tirkiyeyê jî gelek kes tev li vê meşê bûye û got: “Em ji bo xwedî li vîna xwe derbikevin derketin vê rê yê û divê hemû gelê kurd xwedî li vîna xwe derbikeve. Me dixwest hemû beşdarvan ciwan ban, lê mixabin niha hejmara ciwanan gelek kêm e. Em bang li ciwanan dikin ku bila di vê tekoşînê de tev li me bibin.”
 
‘EV MEŞ MEŞA AZADIYÊ YE’
 
Meşvan Stêra Yorûlmaz ku ji navçeya Misirc a Sêrtê tev li meşê bû, da zanîn ku ev meş meşa azadî û serkeftinê ye. Yorûlmaz da zanîn ku ew dê qeyûman li ser xaka Kurdistanê biavêjin û wiha berdewam kir: “Serkeftin ya gelê bindest  gelê kurd e. Di meşê de hejmara ciwanan gelekî kêm e. Ez bang li hevalên ciwan dikim, em dixwazin ew jî tev li me bibin.”
 
‘EM JI BO XWEDÎ LI VÎNA XWE DERBIKEVIN DIMEŞIN’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş jî bertek nîşanî polîtîkayên qeyûm dan û da zanîn ku ji bo xwedî li vîna xwe derbikevin ew di meşê de ne. Kûş destnîşan kir ku ev polîtîya qeyûm sîrayetî hemû beşên civakê kiriye û ev tişt got: “Em ê li dijî vê dagirkeriyê û hişmendiya qeyûm têkoşîna xwe mezintir bikin. Ne 6 roj, mehek jî bidome em ê li dijî polîtîkayên qeyûm berteka xwe nîşan bidin. Niha xwedî derketina meşê ya ji aliyê welatiyan ve baş e û em dixwazin welatiyên me li dijî desteserkirina vîna gel, dengê xwe bilindtir bike. Taybetî jî ez bang li jin û ciwanan dikim. Werin xwedî li vîna xwe derbikevin.”
 
‘ÇALAKIYÊN BIBIRYAR DÊ GAV PAŞVE BIDE AVÊTIN’
 
Mehmet Emîn Alkan ê ku ji navçeya Nisêbînê di rêveberiya DEM Partiyê de ye û tev li meşê bûye jî anî ziman ku ew bi moraleke mezin dimeşin û qet betilandin nayê bîra wan. Alkan bi bîr xist ku heta rayedarên desthilatê paş ve gav neavêjin, ew dê tekoşîna xwe ya li dijî qeyûm berdewam bikin. Alkan bi domdarî wiha got: “Ji bo xwedîderketina li vînê divê hemû gelê kurd bi taybetî jî jin û ciwan tev li çalakiyan bibin. Îro qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê kirin, heke em dengê xwe dernexin dê tayînî Amedê, Mêrdînê jî bikin. Ew talana di wan her du serdemên çûyî de hatine kirin, dê dîsa bên kirin û heta zêdetir. Qeyûm talan, dizî û desteserkirina vînê ye. Ji bo pêşîgirtinê divê ti kes bêdeng nemîne. Çalakiyên bibiryar dê bi desthilatdariyê gav paşve bide avêtin.”
 
‘ARMANCEKE DIN JÎ TÊKBIRINA TECRÎDÊ YE’
 
Alkan bal kişand ser berfirehiya meşê û da zanîn ku armanca wan ne tenê têkbirina polîtîkayên qeyûm e. Alkan destnîşan kir ku niha li girtîgehan tecrîdek heye û wiha got: “Dema tecrîd hebe alozî jî derdikeve, xwîn jî dirije, qeyranên aborî jî dê bidomin. Em hem ji bo rakirina tecrîdê, hem li dijî şerê ku li Kurdistanê em dijîn şerê taybet hwd. ji bo hemû polîtîkayên qirêj dimeşin. Weke tê zanîn girtiyên siyasî jî xwe tecrîd kirine û dernakevin ti hevdîtinan. Ev tecrîd bandoreke neyînî li ser civakê çêdike. Ji bo em vê tecrîdê jî bişkînin em ê tim li qadan bin û tim li ber xwe bidin.”
 
MA / Bazîd Evren - Mazlum Engîndenîz 

Sernavên din

05/07/2024
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir
04/07/2024
22:49 Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
21:43 Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
19:12 Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
17:55 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:44 Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:43 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
16:09 Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
15:50 Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
15:38 Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir
15:35 Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
15:02 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:00 Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin
13:51 Girtî: Mafê me yê dermankirinê tê astengkirin, em di bin şertên nebaş de ne
12:44 Li ser rêya Amed- Êlihê qeza çêbû: Yek jê zarok 14 kes birîndar bûn
12:10 Rapora şewatê: Di xetên ceyranê de sîgorte tune bû
12:10 Îdianameya der barê kuştina rêveberê DEM Partiyê de hat amadekirin
12:10 ‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’ bi sirûdan didome
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Laura Castel: Li Guatemalayê jî rejîmekî wiha ya tecrîdê nehatiye dîtin
10:17 Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne
10:09 MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
09:47 Ji avakirina komarê heta niha nîjadperestî qet neguherî
09:44 Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe