Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî

  • rojane
  • 11:40 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Gabrîel Başo di nivîsa xwe de bal kişand ser geşedanên li Herêma Kurdistanê û wiha got: "Niha artêşa NATO, PDK û Iraq dibin yek û êrîş dikin. Hewl didin kurdan parçe bikin, belav bikin, koçber bikin."
 
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Gabrîel Başo bi serenavê "Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî" bal kişand ser geşedanên li Herêma Kurdistana Federe. Nivîsa Gabrîel Başo wiha ye: "Li Kurdistanê şerekî giran heye. Ev şer her ku diçe girantir dibe. Li hemberî şerê artêşa tirk (NATO) û pêşmergeyên PDK’ê, Şervanên Azadiya Kurd berxwedanek pêhempa nîşan didin. Dewleta tirk îro bi hemû teknîka xwe ya modelên dawî û hêza NATO'yê bi pêşengiya hêza PDK’ê li başûrê Kurdistanê li dijî Şervanên Azadiyê şer dike. Her roj bi tank, top û hemû maşîneyên zirxî dikevin başûrê Kurdistanê. Niha jî bi maşîneyên zirxî Amediyê dagir dike. Li aliyê din PDK destûrê dide dagirkeriya dewleta tirk û himbêza xwe li dagirkeriya artêşê vedike. Hikûmeta Iraqê jî vê dagirkeriyê erê dike. Di şer de leşker pir tên kuştin. Cerdevan tên kuştin. Lê ji ber ku leşker û cerdevan bi pereyan şer dikin, kuştina wan bi raya giştî re parve nake. Ji ber ku leşkerên bi peyman û bi pere ne, tenê malbatên wan agahdar dikin. Hezên HPG’ê her roj daneyan parve dikin û diyar dikin ku çend leşker hatine kuştin, çend SÎHA û ÎHA hatine xistin. Li gorî daneyên HPG’ê her roj leşker tên kuştin. Her roj SÎHA û ÎHA tên xistin. Dema em li daneyê Hêzên Parastina Gel (HPG) a meha hezîranê binerin asta şer xuya dike. HPG’ê di rapora xwe de anî ziman ku ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kurdistan bi temamî bûye qadên berxwedanê û wiha got 'Di hezîranê de bi giştî 185 çalakî hatine lidarxistin, 46 leşkerên tirk ên dagirker hatine cezakirin.'
 
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di meha Hezîranê de bi amûrên hewayî bi giştî 25 çalakî pêk anîne û derbên bi bandor li dagirkeran dane. Dema mirov li çalakiyan dinêre, HPG’ê 160 çalakiyên bejahiyê û bi giştî 185 çalakî pêk anîne. Li aliyê din dema mirov li êrîşên artêşa tirk dinêre, dibîne ku 273 caran bi SÎHA'yan êrîş kirine. 11 caran bi helîkopteran êrîş kirine. 54 caran bombe û çekên xedexe bikar anîne. 6 caran bi drone êrîş kirine. 75 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirine.
 
Dema em li daneyên meha gulanê jî binerin em dikarin van agahiyan bidin: Bîlançoya şer a têkoşîna meha Gulanê, bi berfirehî wiha ye: Artêşa tirk 245 caran bi balafirên şer êrîş kiriye. 43 caran bi helîkopteran êriş kiriye. 37 caran bi teqemeniyên qedexekirî êrîş kiriye. 61 caran bi dronên bombebarkirî êrîş kiriye û 286 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş kiriye.
 
Hêzên HPG’ê jî 82 caran çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de 43 leşker hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûne.
 
Li aliyekî êrîşên dewleta tirk zêde dibin, li aliyê din li dijî van êrîşan çalakiyên şervanên kurd jî zêde dibin. Li aliyekî dagirkeriya artêşa tirk a başûrê Kurdistanê zêde dibe, li aliyê din Barzanî û PDK artêşê hembêz dike û deriyên xwe li artêşê vedike. Dagirkeriya artêşa tirk a çend rojên dawî nîşan dide ku artêş amadekariya şerekî mezintir dike. Em dikarin vê rastiyê bi çend mînakên dawî şênbertir bikin.
 
LI ALIYEKÎ DIŞEWITÎNIN LI ALIYEKÎ GUNDAN VALA DIKIN Û HERÊMÊ DAGIR DIKIN 
 
* Li gor agahiyan, ji deverên ku artêşa tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dixwaze başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike, leşkerên artêşa tirk a dagirker nav gund û rezên bajarokê Dêrelokê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê digerin, rez û baxên gundiyan topbaran dikin.
 
* Dewleta tirk a dagirker gundê Sergelê yê li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir û encamê de şewatek mezin derket. Welatiyên herêmê jî bang li aliyên peywendîdaran kirin ku li hewara wan biçin.
 
* Di şeva 3’ê tîrmehê de dibin çavdêriya PDK’ê de bi dehan wesayîtên zirxî yên artêşa tirk derbasî navenda navçeya Amêdiyê ya Dihokê bûn.
 
* Piştî ku artêşa Tirk a dagirker Dergelê Mîsa Begî yê li qûntara Çiyayê Metîna yê girêdayî bajarokê Kanî Masê, bi darê zorê welatî ji gundên wan derxist û gund vala kir.
 
* Piştî êrîşa li ser herêma Rêkaniyan a navçeya Amêdiyê ya Dihokê, şewateke mezin derket. Şewat di encama hedefgirtina cihên sivîlan de derket û li qadeke berfireh belav bû.
 
* Li gorî nûçeya RojNewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, şeva 6’ê tîrmehê hêzeke mezin a leşkerî ya dewleta tirk derbasî gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bû.
 
Li gorî van daneyan mirov dibîne ku artêşa tirk êdî bi daxwaza PDK’ê axa Kurdistanê dagir dike. Artêşa tirk û PDK’ê dest daye hev û li dijî şervanên kurd û gelê kurd şerekî dijwar dane destpêkirin. Li aliyekî çiyayê Kurdistanê dişewitînin. Li aliyekî gundan vala dikin û li aliyê din herêmê dagir dikin.
 
NIHA LI BAŞÛR HEMAN RÊBAZÊ PÊK TÎNIN
 
Artêşa tirk di salên 1990’î de gundên bakur şewitandin û bi hezaran gund vala kirin. Gotin em ê behrê zuha bikin û masîvaniyê bikin. Lê her çend gund vala kirin jî encam negirtin. Niha jî li Başûrê Kurdistanê heman rêbazê pêk tînin. Li gorî nûçeyên di ajansan de hatin parvekirin, li herêma başûrê Kurdistanê nêzî 158 gund li nêzî Metînayê hatine valakirin. Dîsa nêzî 600 gund bi valakirinê re rû bi rû ne. Her roj leşkerên tirk bi hevkariya PDK’ê gefan li gundiyan dixwe ku gundên xwe vala bikin. Ev jî nîşan dide ku artêşa tirk çawa li Bakur li dijî şervanên azadiyê bi ser neket, li başûrê Kurdistanê jî bi ser nakeve. Ji ber vê yekê li aliyekî PDK’ê dike hevkarê xwe, li aliyekî çekên kîmyewî û qedexe bikar tîne, li aliyê din gundan vala dike. Lê her çend artêşa tirk û dewleta tirk vê rastiyê ji raya giştî veşêre jî, dawiya dawî ev rastî dê bê dîtin.
 
ŞEREKÎ PIR GIRAN Û MEZIN HEYE
 
Li bakurê Kurdistanê jî şer didome. Di meha dawî de li Çiyayê Mawa, Kato, Gilî Dax û çend cihên din leşker derketin operasyonan. Gund û zozan qedexe kirin. Di van operasyonan de şer derketin. HGP’ê piştî van operasyonan daxuyanî da ku endamên wan şehîd ketine. Lê Artêşa Tirk qet qala kuştiyê xwe nekir. Ji ber ku herêm li gundî û rojnamegeran tê qedexekirin rojnameger nikarin biçin lêkolîn bikin. Gundî nikarin biçin çavdêriyê bikin. Ji ber ku artêş li herêmê tecrîdê pêş dixe bi hêsanî dikare kuştî, birîndar û têkçûna xwe veşerê. Ji ber ku sansurek mezin li ser şerê herêmê heye ev rastî nayê dîtin. Lê dema mirov li encamê dinere dibîne ku şerekî pir giran û mezin heye.
 
PDK'Ê Û IRAQ TEV LI KOMPLOYÊ DIKIN 
 
Dema mirov li geşedanên dawî yên Artêşa tirk, PDK’ê û dîplomasiya di navbera hikûmeta AKP-MHP, PDK, Iraq û DYA’ê de dinere, dibîne ku komploger negihiştine armanca xwe û komployê bi rêbazên din berdewam dikin. Çeper û hevkarê komployê zêde dikin. PDK'ê û Iraqê tev li komployê dikin.
 
Di 1999’an de hêzên hegomon bi komployek navdewletî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kir. Lê Rêber Ocalan bi fikr, felsefe û paradîgmaya  xwe ev komplo pûç kir. Zindana Îmraliyê kir dibistana şaristaniya demokratîk û konfederalîzma demokratîk. Hêzên hegoman, îro ji bo rê li pêş fikrên Rêber Ocalan bigirin tecrîdê berdewam dikin. Lê her çend tecrîdê berdewam bikin jî gelê cîhanê êdî li ser fikr û felsefeya  Rêber Ocalan xwe perwerde dike û bi rêxistin dike. Em vê rastiyê di hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de dibînin.
 
KURD AX, NASNAME Û VÎNA XWE DIPARÊZIN
 
Hêzên komploger ji ber nikarin hişê kurdan tune bikin, vê carê dixwazin bedena kurdan tune bikin. Hewl didin kurdan parçe bikin, belav bikin, koçber bikin. Ji bo vê yekê jî artêşên dewletên cîhanê li ser şervanên kurd kom dikin.Vê carê artêşên nûjen ên Asûr, Roma, Bîzans, Birîtanya û NATO li ser serê kurdan bûne yek. Di dîrokê de kurdan xwe dan kîjan alîyî, ew alî bû hêz û împarator. Vê carê kurd êdî xwe, axa xwe, nasname û vîna xwe diparêzin. Vê carê kurd ji bo xwe şer dikin. Kesên ji bo xwe û mafên xwe şer bikin tu hêz nikare pê re şer bike. Li pişta kurdan çiyayên bilind û asê hene. Gelên cîhanê hene. Di dîrokê de van çiyayan her tim zarokên xwe hembêz kiriye û tu carî nedaye destê dijmin. Êdî hem çiya kurdan diparêze û hem jî gelên cîhanê li kurdan xwedî derdikevin. Yekîtiya gelan ava dibe. Ev tirsa herî mezin a dewletan e. Êdî di pêşengiya gelê kurd de hemû gelên cîhanê dibin yek."

Sernavên din

06/11/2024
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan
10:13 Îmamoglû li dijî qeyûm diçe Mêrdînê
10:02 Ciwanên Êlihê di tevahiya şevê de li ber xwe dan
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê
04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin