Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!

  • rojane
  • 13:36 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Prof. Dr. Cenap Ekîncî diyar kir ku xelkê Amedê di serdema koronayê de ji bo cerebeyeke ku li ser heywanan nehatiye bikaranîn weke “kobay” hatiye bikaranîn. Ekîncî, da zanîn ku kesê bi balafireke taybet hatiye Amedê jî M.S. ye ku xizmê wezîrekî ye. 
 
Endamê Hîndekariya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî îdia kir ku di sala 2020’an di dema vîrûsa koronayê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê li ser hinek nexweşan “Rêbaza Tedawiya Tîroşkê ya Tirk (TurkishBeam)” hatiye ceribandin û ji ber vê rêbazê hinek nexweşan jiyana xwe ji dest dane. Ekîncî, got ku xelkê Amedê weke “Kobay” hatiye bikaranîn.
 
Dr. Ekîncî têkildarî îdiayên xwe yên berê jî kiribû, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev agahî parve kir: 
 
“* Balafireke taybet a walîtî jê hatiye agahdarkirin daket Balafirgeha Amedê. Ji balafirê bi serokatiya kesekê li nexweşxaneyeke taybet dixebite û weke prof. Nexweşiyên Sing. tê naskirin, şandeyeke ji 5 tenduristvanan û du sivîlan pêk tê paya bûn. 
 
* Ev kom li balafirgehê ji hêla walîtiyê ve hate pêşwazîkirin û vê komê yekser berê xwe da Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Koma ku yekser xwe gihandî nexweşxaneyê, ji hêla Midûrê Tenduristiyê yê Bajar C.T. û Serbijîşk E.B. ve hate pêşwazîkirin. Armanca komê ew e ku cîhazeke vîrûsa Covîd 19’ê bêyî dermanan di xwînê de tedawî dike bifiroşe Wezareta Tenduristiyê. 
 
* Wezaret naxwaze vî cîhazî bikire ji ber ku tu aliyê wî yê zanistî tune ye. Û li cîhanê qet nehatiye bikaranîn. Têkildarî cîhazî tu cerebe û xebatên fazê nehatine kirin. Berpirsyarê komê M.S. (xizmê wezîrekî ye), biisrar dixwaze cîhazî biceribîne û tavilê raporekê amade bike. 
 
* Tu nexweşxane vê rêbaza ku dê li ser nexweşan bê ceribandin qebûl nakin. Lê her çi hikmet be, Serhekîmê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê qebûl dike ku li ser nexweşên wî bê ceribandin. Sê rojan bêyî agahiyê bidin nexweşan û xizmên wan, li ser nexweşan diceribînin. 
 
* Dixwestin li pêşiya nexweşxaneyê li ber kamerayan û bi weşanda zindî pêşkeşiyekê bikin. Lê belê wezaret mudaxilî vê nabe. Lê belê şandeya ji Midûrê Tenduristiyê yê Bajar, Serhekîm û hwd. pêk dihat derketin pêşberî kamerayna û ji welat re ragihandin. Serkeftina vê tedawiya ku navê Turk Işini lê kirin, bi cîhanê re parve kirin. 
 
* Ez serokê vê koma ku her serê sibehê bi balafira taybet dihat û bi şev diçûn mala xwe nas dikim. Ez dizanim ku hinek nexweşên ku bi vê qaşo Turk Işiniyê hatin tedawîkirin û piştre wefat kirin nas dikim. Wezaretê ev cîhaz nekirî û bi kar ne anî. Gelo li Amedê çend welatî ji bo vî cîhazî weke kobay hatin bikaranîn? 
 
* Berpirsyarên vê kî ne? Balafira taybet a kê ye? Çima Amed hate hilbijartin? Çima gel weke kobay hat bikaranîn? Tiliya xizmê wezîr çiqas di vî karî de ye?”
 
'MIN KIRIBÛ ROJEV LÊ KESEKÎ GUH NEDAYÊ’
 
Di hezîrana 2022’yan de Midûrê Tenduristiyê yê Bajar a Amedê Cîhan Tekîn, Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê Doç. Dr. Erkan Baysal û Cerrahê Dil Demaran ê Zanîngeha Gaziyê Prof. Dr. Hîkmet Gedîk jî di nav de komekê têkildarî rêbaza tedawiyê ya behsa xeberê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku Rêbaza Tedawiya Turk Işiniyê bi koordînasyona Gedîk li ser nexweşê zilam ê 46 ku tespîta Covîd-19’ê hatibû kirin hatiye ceribandin. 
 
Piştî îdiayan, me li ser telefonê xwe gihand Ekîncî. Ekîncî, wiha got: “Îdiaya min li holê ye û delîl li holê ne. Jixwe van camêran bi veşarî nekirin, li pêş çavên her kesî kirin. Wê demê welat bêxwedî bû. Me jî çendek caran ev mijar kir rojev lê kesekî guh nedayê. Rewş rast e û îdiayeke vala nîne.” 
 
'GELO PROTOKOLÊN TEDAWIYÊ HATIN QUTKIRIN?’ 
 
Ekîncî, got ku bêyî li ser heywanan were ceribandin, bêyî ku bi awayekî fermî were erêkirin, bêyî destûra Wezareta Tenduristiyê, balafira taybet serê sibehê hatiye û bi şev ziviriye. Ekîncî, wiha domand: “Balafir aydê şîrketeke taybet e. Ya ku ev kirî şîrketeke taybet e... Bi rastî jî rewşekî gelek girîng e... Yê ku ev kirî xizmê wezîrê bi navê M.S. ye. 4 rojan bi balafireke taybet hate Amedê û çû. bêyî li ser heywanan were ceribandin, bêyî ku bi awayekî fermî were erêkirin, bêyî destûra Wezareta Tenduristiyê, bi roj bi balafirê tê û bi şev dizivire. Ev yek li pêşiya nexweşxaneyê bi tevahiya Tirkiyeyê re ragihandin. Gelo ev rêbaz li ser çend nexweşan hate ceribandin? Protokolên tedawiyê qut bûn an na? Digotin baş bûye, kî ye ev nexweş, navî wî/wê çi ye? Niha li ku derê çend nexweş hene? Divê ev tevek bên dîtin.” 
 

Sernavên din

10/07/2024
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm