Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî daneyên hesabkirina enflasyonê yên TUÎK’ê da û got: “Li gorî TUÎK’ê hêkek 2.47 lîre ye, kîloyek pîvazên hişk 7.76 lîre ye. Navnîşanê bidin me em jî biçin wê markete danûstandinê bikin.” 

 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Koçyîgît bal kişand ser polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê û nerazîbûn nîşanî “pakêta tesarûfê” ya desthilatdariyê da. Koçyîgît da zanîn ku desthilatdarî  tesarûfê ji welatiyan dixwaze û wiha got: “Desthilatdarî budçeyê ji şer, rantê û talanê re xerc dike. Lê çav berdaye berîk û sifreya xelkê. Bi vê pakêta ku anîne dixwazin hilweşandina aboriyê ya mezin bi gel bidin razandin. Yanî karê didin sermayedaran û dixwazin maliyetê jî ji berîka gel derxin. Sifreya îsrafê û şatafatê ava kirine, li wir dixwin û vedixwin û hesabê wê jî bi gel didin dayîn. Ev AKP û MHP desthilatdariya krîzê ye. Heta ku ji derewan, talanê û rantê tesarûf nekin, wê ev welat dernekeve paqijiyê.” 
 
'TENÊ JI DAŞIRÊN WAN RE TESARÛF TUNE YE’ 
 
Koçyîgît diyar kir ku piştî pakêta tesarûfê hat eşkerekirin di çapemeniyê de derket ku ji bo tamîra daşirên Wezareta Xezîne û Maliyeyê 23 milyon û 933 hezar lîre pere dê bên xerckirin û wezaretê vê agahiyê nederewand. Koçyîgît destnîşan kir ku ji bo her tiştî tesarûfê derxistine lê ji bo daşirên wan tesarûf tune ye. 
 
‘KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ’ 
 
Koçyîgît bal kişand ser nîqaşên meaşê asgarî û destnîşan kir ku meaşê asgarî û meaşê teqawîdan nehat biharkirin. Koçyîgît anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê teqawîdan û karkeran mexdûr dike û êdî ji bo teqawîdan kêr gihîştiye hestî. 
 
BERTEK NÎŞANÎ TUÎK’Ê DA 
 
Koçyîgît bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê ku eşkere dike da û wiha got: “Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha hezîranê de hêkek 2.47 lîre ye, kîloyek pîvazên hişk 7.76 lîre ye, kîloyek şekirê hûr 20,73 lîre ye, lîtreyek rûnê zeytê 113 lîre bûye. Em niha ji TUÎK’ê dipirsin; ev tişt li kîjan markete hatine standin. Navnîşanê bidin me jî em biçin ji wê markete danûstandinê bikin. Li marketên em jê danûstandinê dikin reqamên wiha tune ne. Li gorî TUÎK’ê kirêya malan 5 hezar û 844 lîre ye. Hûn li bajarekî mezin bi 5 hezar û 844 lîreyî nikarin odeyekî kirê bikin. Niha em ji TUÎK’ê dipirsin ev xanî li ku hatiye kirêkirin? Bila bêjin em tev bi hev re bar bikin biçin wê taxê, wî bajarî. Me li tu cihekî fiyetên wiha nedîtine.” 
 
‘ME XÊRÊ NE JI WE NE JÎ JI PAKÊTÊN WE DÎTIYE’ 
 
Koçyîgît pakêta darazê ya 9’emîn jî nirxand û got: “We 8 pakêtên darazê anî, me çi xêr jê dît? Em ji pakêta 9’emîn çi hêviyê bikin? Me tu xêrek ne ji we ne jî ji pakêtên we dîtiye. Di pakêtên we de tenê neheqî û bêhiqûqî û xelaskirina alîgirên we heye. Kî dikare ji pakêtên darazê yên AKP’ê çi hêviyê bike. Daraz bûye amûra qesrê û AKP’ê. Bi salane partiya me dibêje; hewcedarî bi paqijkirina rê heye. Rêya reformek darazê ya rasteqîn di vir de derbas dibe. Ji bo vê yekê jî divê AKP-MHP destê xwe ji ser darazê rakin.” 
 
 

Sernavên din

09/07/2024
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar