Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne

  • rojane
  • 09:19 9 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku li gorî biryara DMME'yê muwekîlên wan ji sala 2014'an û vir ve li Îmraliyê di bin îşkenceyê de ne û wiha got: ““Bi rêya piştevaniyê em ê vê tecrîdê têk bibin.” 

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin û 40 meh in tu agahî jê nayên girtin. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez tecrîda li Îmraliyê, asta wê, astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re ji Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) re nirxand.
 
'NETEWEYÊN YEKBÛYÎ WÊ TIRKIYEYÊ MEHKÛM BIKE'
 
Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku demeke dirêj wan bi rêya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û organên Konseya Ewropayê (KE) mekanîzmayên hiqûqê yên navneteweyî bi kar anîn û got: “Min qala nêzîkatiya DMME'yê kir. 12 sal in bersiv ji serlêdana me ya têkildarî tecrîdê re nehatiye dayin.
 
Me berê serî li komîserî û organên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên têkildarî mijarê didan. Ji bo tecrîdê ji holê rakin di 29'ê tîrmeha 2022'yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê dan. Ev komîte mîna DMME'yê bi erka dadgeheke navneteweyî radibe.
 
Serlêdanên şexsî werdigire û bi navê wan dewletan darizandinê dike. Ji DMME'yê cudatir li seranserê cîhanê erkdar e. Me di vê çarçoveyê de bi daxwaznameya xwe ya têkildarî rewşê serî li vê derê dan. Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê 6'ê îlona 2022'yan daxwaza me qebûl kir û ji hikumeta Tirkiyeyê daxwaza tedbîrê kir.
 
Komîteyê ragihand ku şert û mercên tecrîdê ne yên qebûlkirinê ye û ji Tirkiyeyê xwest, ku rê bide Abdullah Ocalan û sê mehkûmên din ên li Îmraliyê ku karibin bê astengî parêzerên xwe bibînin.
 
Tirkiyeyê tevî vê biryara komîteyê jî tiştek nekir û daxwaz bi cih neanî. Me ev rewş ji Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê re careke din ragihand. Li ser vê yekê komîteyê çileya 2023'yan careke din biryara tedbîrê wergirt. Lê belê Tirkiyeyê ev daxwaz bi cih neanî.
 
Niha jî li Komîteya Mafên Mirovan a NY'ê ev doza me dewam dike. Em di wê baweriyê de ne ku Komîteya Mafên Mirovan a NY'yê wê Tirkiyeyê mehkûm bike. Ji ber ku ev tecrîd ne li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), peymanên NY'yê û di heman demê de ne li gorî destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye.
 
Her wiha di 17'ê gulana 2024'an de me serî li Raportorê Taybet ê li ser Serxwebûna Parêzeran, Dadgeran û Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan. Me serî li Raportorê Êşkenceyê dan, ji ber ku şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê îşkence ne. Ev rewş bi gotineke din nikare bê pênasekirin, ji ber ku ev şert û merc bi rengekî şênber îşkence ye.
 
LI GORÎ DMME'YÊ MUWEKÎLÊN ME JI SALA 2014'AN Û VIR VE DI BIN ÊŞKENCEYÊ DE NE
 
Di sala 2014'an de têkildarî cezayê muebbetê yê girankirî me serî li DMME'yê dan. Têkildarî vê serlêdanê DMME'yê biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî tê wateya binpêkirina xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan. Yanî biryar da ku li Îmraliyê qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin. Ji ber vê jî diyar kir ku şêweyê bicihanîna cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî îşkence ye. Li gorî vê biryara DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an dema ragihandina vê biryarê û vir ve ji aliyê hiqûqî ve di bin îşkenceyê de ne.”
 
'BÊDENGÎ PÊWENDIYA XWE BI NÊZÎKATIYA LI MESELEYA KURD RE HEYE'
 
Îbrahîm Bîlmez işaret bi bêdengiya saziyên erkdar ên têkildarî tecrîdê kir û wiha domand: “Bêdengiya dewletan û saziyên fermî yên di ser dewletan re ne, bi temamî pêwendiya xwe bi meseleya kurd re heye. Rewşeke wiha ye ku bi nêzîkatiya li ser çareserî yan jî neçareseriya meseleya kurd re têkildar e. Dawiya dawî şert û mercên tecrîdkirina birêz Ocalan û çareseriya meseleya kurd ji hev cuda nîne. Rewşa birêz Ocalan tê zanîn. Abdullah Ocalan hem ji aliyê gelê kurd ve weke lîderekî tê dîtin hem jî di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e.”
 
Îbrahîm Bîlmez hevdîtinên Osloyê yên navbera rayedarên dewletê û PKK'ê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pişt re di sala 2012’yan de bi navê 'pêvajoya çareseriyê' pêvajoyekê dest pê kir. Birêz Ocalan yekser muxatab hate dîtin. Lewma divê bi rengekî aşkere bê gotin, Birêz Ocalan hem ji bo dewleta Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê şensekî mezin e. Di mijara çareseriya meseleya kurd de xwedî nêzîkatiyeke ji dil e û îradeya xwe heye. Dema ku em diçûn Îmraliyê me ev rewş dît.
 
Birêz Ocalan her tim di nava hewldaneke çareseriyê de bû. Me dît ku hêza wî ya pêkanîna vê yekê heye. Hemû meseleyên li cîhanê yên dişibin vê meseleyê lêkolîn kir. Pêşniyarên herî maqûl ên çareseriyê afirand. Lihevkirina Dolmabahçeyê bi vî rengî pêk hat. Bi rastî jî ji bo çareseriya vê meseleyê xwedî samîmiyet û hêzeke mezin e.”
 
'TIRKIYE NIKARE KAMPANYA AZADIYÊ JI NEDÎTÎ VE BÊ'
 
Bîlmez, ê li ser kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk’ di 10'ê Cotmehê de di asta navneteweyî de hate destpêkirin ev tişt gotin: “Bi dîtina min ev kampanya gelekî girîng e. Şensê Tirkiyeyê nîne ku vê kampanyayê ji nedîtî ve bê. Eger Tirkiye ji nedîtî ve bê jî rastî bi vî rengî nîne. Ev kampanya zerarê dide îmaja Tirkiyeyê.
 
Perspektîfên Birêz Ocalan ên li ser çareseriya li Rojhilata Navîn hem li Ewropayê hem jî li cîhanê têne nîqaşkirin. Li ser vê mijarê konferans têne lidarxistin. Bi saya vê kampanyayê şert û mercên tecrîdê hîn bêhtir hatin dîtin û fêhmkirin. Rêxistin û dewletên navneteweyî çiqasî xwe li bêdengiyê deynin jî raya giştî ya demokratîk a li van welatan êdî dengê xwe bilind dike. Lewma Tirkiye jî wê bikeve bin bandora vê yekê. Bi dîtina min eger ev kampanya bi vî rengî bi xurtî dewam bike wê di demeke nêz de encamên erênî bêne wergirtin.”
 
Îbrahîm Bîlmez herî dawî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rêya piştevaniyê em ê vê tecrîdê têk bibin.”
 

Sernavên din

10/07/2024
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm