Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe

  • rojane
  • 09:02 13 Tîrmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Dayika hunermend Nûdem Durak a ji ber stranbêjiya bi kurdî hat girtin Xecê Durak diyar kir ku nexweşiya keça wê lê belav dibe û got: "Divê demildest bê berdan. Nikare di girtîgehê de bimîne.” 
 
Hunermenda kurd Nûdem Durak (35) di 22’ê nîsana 2015’an de ji ber ku bi kurdî striye hat girtin û ji  2 dozên cuda de bi giştî 19 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Durak a ku piştî hat girtin li girtîgehên Amedê û Mêrdînê hat ragirtin, piştre wê sewqî Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Bayburtê hat kirin. Durak ku 8 sal in di Girtîgeha Bayburtê de ragirtî ye nexweşiyên Graves (guatira bi jehrî) û nexweşiya hestî lê lê peyda bûne. Ji bo Nûdem Durak bê berdan hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welat gelek hunermendan kampanya dan destpêkirin û daxwaziya azadiya wê kirin. 
 
Durak li bajarokê Dêrgûlê ya Şirnexê ji dayik bûye û ji bavê xwe yê dengbêj Silêmanê Sofî (Suleyman Durak) fêrî stranbêjiyê dibe. Ji ber ku bi kurdî stran gotine, gelek caran gefa girtinê jî lê hatiye xwarin. Cara yekem di sala 2012'an de ji ber stranên gotiye, hatiye girtin û piştî ku hatiye berdan hê dem di ser de derbas nebûye careke din hatiye girtin. Durak beriya bê girtin jî herî dawî dema li Navenda Çandê ya Mem û Zînê ya di bin baneyê Şeredariya Cizîrê de xebat dimeşand dersên defê dida şagirtan. Durak a ku tevî nexweş e jî nayê berdan roj bi roj nexweşiyên wê lê zêde girantir dibin. Dayika Durak, Xecê Durak ji ber mesafeya dûr salê tenê carekî diçe keça xwe dibîne. Durak diyar kir ku keça wê ji ber stranên kurdî gotiye hatiye girtin û bang li hûnermendan kir ku piştevaniya wê bikin. 
 
'JI BER ZIMANÊ DAYIKÊ HAT CEZA KIRIN'
 
Durak bertek nîşanî cezakirina ji ber stranên kurdî li keça hatiye birîn da û got ku keça wê ji ber zimanê dayikê hatiyê cezakirin. Durak da zanîn ku ji ber dûr bûnê ew salê tenê careke dikarin biçin hevdîtina keça xwe û wiha axivî: “Ji ber dûr e em nikarin biçin girtîgeha Bayburtê. Dema em diçin jî di rê de nexweş dikevin. Hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê çûn û hatinê ve zahmet e. Dema ku em diçin hevdîtinê divê em sê rojan li wir bimînin. Mayina li otêlê ye û ev jî mesrefek cuda ye. Em dikarin salê carekê herin hevdû bibînin. Herî dawî di meha nîsanê de em çûn hevdîtinê. Heftê rojek jî li ser telefonê 8 deqîqe dikare biaxive.”
 
'NIKARE JI GIRTÎGEHÊ BI SAXÎ DERKEVE’
 
Durak anî ziman ku nexweşiya keça wê her ku diçe zêdetir û girantir dibe û xwest keça wê bê berdan û wiha got: "Ji bo dermankirinê wê dibin nexweşxanê lê ji Beybûrtê heta Erziromê destê wê bi kelemçekirî dibin. Ji bo rek û pêk tedawiya wê bê kirin divê demildest bê berdan. Heke ku bi vê nexweşiyê di girtîgehê de bimîne nikare ji girtîgehê bi saxî derkeve. Di her hevdîtinan de jî ji me re dibêje ku ew pir zahmetiyan dikişîne. Hevalên li cem wê pê re eleqedar dibin. Rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe. Tevî nexweşiya xwe jî nayê berdan."
 
'DIVÊ TU HUNERMEND VÎ CEZAYÎ QEBÛL NEKIN’ 
 
Durak di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku keça wê ji ber stran gotiye hatiye girtin û ev banga piştevaniyê li hûnermendan kir: "Banga min li hemû hûnermendên cihanê ev e ku xwedî li Nûdemê derkevin. Ew stranbûj bû, karê wê tenê huner bû. Nûdem jî stranbêj bû weke her hunermendî stran digotin. Divê tu hunermend vî cezayî qebûl nekin. Nexweşiya wê giran e bi vê nexweşiyê nikare di girtîgehê de bimîne. Ji bo Nûdem bê berdan divê hemû hûnermend jî bikevin nava liv û tevgerê. Yên ku mirovan qetil dikin berdayî ne û serbest in lê Nûdem tenê ji ber stranan hatiye cezakirin.” 
 
MA / Mahmut Altintaş
 

Sernavên din

15/07/2024
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin