Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin

  • rojane
  • 09:04 13 Tîrmeh 2024
  • |
STENBOL - Girtî Yakûp Akman ê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ketibû çalakiya greva birçîbûnê xistin hucreya yek kesî. Dayik Fince Akman wiha got: “Ji vê dewletê hêviyeke me nîne, bila serokatiya me û zarokên me bidin bes e.”
 
Yakûp Akman ê ku dema şewata di 19’ê îlona 2019’an de li Daristana Aydosê ya li Pendîka Stenbolê derket, li tîmên agirkujiyê û polîsan geriya û ew agahdar kirin pişt re bi hinceta wî şewat derxistiye hate girtin û cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn, bi hinceta ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ketibû çalakiya greva birçîbûnê xistin hucreya yek kesî. Dayika Akman ê li Girtîgeha Marmaraiyê tê ragirtin Fînce Akman, diyar kir ku li dijî kurê wê pêkanînên keyfî hene û bertek nîşanî hem cezayê hucreyê hem jî tecrîda li girtîgehan da. 
 
Akman, a yek ji beşdarvana çalakiya “Deng Bide Azadiyê” ku her hefte li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê lidarxistin, anî ziman ku heta ku azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk neyê, ew jî Û zarokên wan jî dê li ber xwe bidin. Dayik Akman, axaftina xwe wiha domand: “Çalakiya li girtîgehan bi çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir, piştî çalakiya derneketina hevdîtinê ya 3 mehan bi dawî bû. Di asta çalakiyeke nû de ne. Ew dê li zindanan û em jî dê li derve li ber xwe bidin. Dewleta tirk çiqas li ser birêz Ocalna tecrîdê pêkbîne em jî dê ewqas li ber xwe bidin.”
 
‘ZAROKÊN ME BÊXWEDÎ NÎNIN’ 
 
Akman, anî ziman ku di 9’ê tîrmehê de hevalê kurê wê yê qawişê bi telefonê bi malbata xwe re axivî ye û bi vî awayî haya wan ji cezayê ku dane kurê wê çêbûye û got: “Ji xwe 3 meh in ez kurê xwe nabînim. Weke ku ew jî têra nake, xistine hucreya yek kesî. Ji bo ku bêhiqûqiya li girtîgehê li wan tê ferzkirin qebûl nakin û li ber xwe didin diavêjin hucreyê. Ji xwe bi awayekî neheq xistine hucreyê. Me zarokên xwe li kolanan nedîtine, bêxwedî nînin.”
 
‘EYBA DEWLETÊ’  
 
Akman, bi bîr xist ku girtî di 28’ê hezîranê de ji xwarinê jehrî bûn û da zanîn ku agahiya ku rewşa tenduristiyê ya kurê wê nebaş e wergirtine. Dayik Akman a qala rewşa girtiyên nexweş kir, ev tişt gotin: “Em dibînin ku ji girtîgehan darbest derdikevin. Ji hezaran zêde girtiyên nexweş hene. Nexweşên penceşêrê hene. Hûn li girtîgehê lê nanêrin bihêlin bila malbat li derve derman bikin. Girtiyên nexweş ên 70 80 salî hene. Ev ji bo dewletê ne şerm e? Ev dewleteke çawa ye?”
 
NEXWEŞIYA WÎ BI PÊŞ VE DIÇE 
 
Dayik Akman anî ziman ku kurê wê ji qirika xwe aciz e û bi zorê bêhnê digire divê emeliyat bibe û wiha domand: “Beriya ku bê girtin da emeliyat bibe lê pêvajo bi derengî ket. Qirika wî diwerime û dema radikeve zehmetiyê dikişîne ku bêhnê bigire. Şertên girtîgehê ne baş in, ji ber vê yekê nexweşiya wî bi pêş ve diçe. Vazelîna wî heye, dema li qirika xwe dide hinekê rehet dibe. Lê rêveberiya girtîgehê ji bo ku rehet neraze vazelîna wî jî nadê.”
 
‘BILA SEROKATIYA ME Û ZAROKÊN ME BIDIN’ 
 
Akman, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her roj dibêjin ‘me kurd xelas kirin, neman e’. Ê wê demê em kî ne? Em hêj hene. Hûnê kurdan çawa xelas bikin? Li ser dinyayê kurdek tenê jî bimîne, dest ji vê dozê bernade. Bila dewlet jî vê baş bizane û li gorî wê tevbigere. Hêj duh me dît ku we li kolanên Amedê îşkence li kurdan kirin. Ji mirovên li wir re dibêjin ‘terorîst’. Em ne terorîst in. Em diziyê dikin? Mirovan dikujin? Serokatiya me (Abdullah Ocalan) û zarokên me bidin me bes e. Ji xwe karê me bi we nîne. Ji zarokên wî gelî re 30-40 sal ceza tê birîn. Li dijî kurdan heq û hiqûqê nas nakin. Lê em ê heq û hiqûqê nîşanî wan bidin. Ji dewletê hêviyeke me nîne, bila tenê serokatiya me û zarokên me bidin me bes e. Em bang li gel û siyasetmedaran dikin; edalet ne tenê ji kurdan re ji herkesê re lazim e. Heke ji kurdan re edalet û aramî nebe, ji kesê re edalet û aramî nabe.”
 

Sernavên din

15/07/2024
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin