Armancên Tirkiyeyê û astengî

  • rojane
  • 09:50 13 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Rojnamevan Zeynep Boran, armancên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got: "Tirkiye ji aliyekî ve komên paramîlîter ên ku li eniya şer nikarîbû kontrol bike wê ji holê rake û li aliyê din jî wê komên çete yên li pêşiya lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re asteng in ji holê rake."
 
Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe zêde kir. Her wiha di van rojên dawî de sewqiyatên leşkerî yên giran derbasî bejahiya Amêdiyê dike. Di demeke wiha de ku Tirkiye êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Federe zêde dike, hewl dide xwe nêzî hikûmeta jî Şamê bike. Serokkomarê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe yên vê dawiyê de da xuyakirin ku ew dixwaze bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinê bike.
 
BÎLANÇOYA PROTESTOYAN
 
Rojnamevan Zeynep Boran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedanan nirxand. Boranê diyar kir kudi navbera tevgera Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistana Federe û polîtîkaya wê ya Şamê de têkiliyek heye. Boran bal kişand ser xwepêşandanên ku piştî daxuyaniyên Erdogan li bajarên di bin kontrola Tirkiyeyê de dest pê kirin û got ku xwepêşandanên di 27-30'ê Hezîranê de dest pê kirin, bertekek li hemberî daxuyaniyên Erdogan ên li ser asayîkirina têkiliyên bi Esad re ye. Boran da zanîn ku endamên komên Ehrar El Şerqiye û malbatên wan ên li Efrîn û Ezazê gelek caran di çalakiyan de dirûşmeyên "lihevkirin na" û "Em bimirin jî em li hev nakin" berz kirine û got ku zarok jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 20 kes jî birîndar bûne. Her wiha Boran diyar kir ku zarok jî di nav de 24 kes hatine revandin û got ku kesên hatine revandin rastî îşkenceyê hatine.
 
BAZIRGANIYA 'ÇETEYAN'
 
Boran da zanîn ku sedema hewldanên Erdogan ên ji bo asayîkirina têkiliyên bi Esad re ew e ku piştgiriya ji bo fînansekirina komên paramîlîter e. Boran bal kişand ser wê yekê ku di nava komên Sultan Murad, El Hamzat û El Emşat ên girêdayî Tirkiyeyê de liv û tevgereke leşkerî heye û got: "Tirkiye ji bo Efrîn, Cerablûs, El-Bab, Ezaz, Mare, El Raî û Îdlibê ji serê mehê ve hêzeke teqwiye dişîne. Hikûmeta Erdogan dixwaze komên paramîlîter ên ereb û gelê ereb bike qurbana armancên xwe. Di van 3 salên dawî de di navbera komên Eniya El-Şamiye, Ehrar El-Şerqiye û Ceyş El de nakokî derketin. Lê belê planên tasfiyekirinê yên ku Tirkiye hewl da pêk bîne, her tim pê de teqiyan. Ev planên tasfiyekirinê ji zû de ye bi awayên cuda tên kirin. Tirkiyeya ku pêşengiya transferkirina çeteyan a navneteweyî dike, di destpêka Çileya 2024'an de komeke ji 250 heta 300 kesan a bi eslê xwe ereb û di bin kontrola Serokê koma Sûltan Mûrad Fehîm Îsa de, bi beramberiya hezar û 500 dolar meaşî de şandibû Nîjeryayê. Li vir zêdetirî 60 endamên komê di pevçûnan de miribûn û bi vê re li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de serîhildan çêbûbûn. Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî vê yekê di meha Çileyê de ragihandibû."
 
Boran anî ziman ku armanca Tirkiyeyê bi taybetî jî tasfiyekirina komên paramîlîter ên ereb e û got ku qonaxeke din a vê armancê ew e ku hin endamên van koman bişîne Herêma Kurdistana Federe. Boran bal kişand ser êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe û got: "Di sala 2023'yan de qada van operasyonan berfirehtir bû. PDK'ê jî di van operasyonan de hevkarî kir. Bi taybetî Mesrûr Barzanî û gelek hêzên di bin kontrola wî de bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê re di van operasyonan de hevkarî kirin. Mesrûr Barzanî jî bi vê yekê re hevkarî bi hêzên AKP’ê re kir. Hemû lojîstîka rê û baregehên ku li herêmê ji aliyê şîrketên taşeron ên girêdayî Cengîz Holdîngê ve hatin çêkirin, hilgirt ser xwe." 
 
Boran bal kişand ku Tirkiye dest bi barkirina komên paramîlîter ên ereb ên li herêmê kiriye û wiha got: "Tirkiye ji aliyekê ve wê komên paramîlîter ên ereb ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nikare wan têxe bin kontrola xwe bide eniya pêş û wan tasfiye bike û ji aliyê din ve jî wê bi lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re astengiyên li pêşiya xwe rake. Komên em besh dikin têkiliya wan bi DIAŞ'ê re hene. Tirkiye ji meha Adarê ve komên girêdayî DAIŞ'ê qefle bi qefle dişîen Herêma Kurdistana Federe. Malpera înternetê ya Spee Medîa, sicîlên 416 kesên ber bi Metîna, Amêdiye û Dihokê ve hatine şandin parve kir. Tirkiye ji meha Adarê ve zêdetirî 2 hezar endamên komên paramîlîter bi piştgiriya PDK'ê derbasî van deran kir." 
 
Boran siyaseta Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navînê wekî "qirkirina kurdan" nirxand û got ku armanca Tirkiyeyê tasfiyekirina Şoreşa Rojavayê ye û got ku ji ser mehê ve ber bi herêmê ve liv û tevgera leşkerî heye. 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

15/07/2024
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin