Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê

  • rojane
  • 10:08 16 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Girtî Xebat Demîr ku di şewata taxa Kelekê de 10 xizmên xwe winda kir, 30 salên dawî yên taxê nivîsand. Demîr, diyar kir ku ji salên 90’î heta niha rastî windakirinên bi darê zorê, zexta cerdevaniyê, şewat û êrişên nîjadperest hatine. 
 
Di şewata şeva 20’ê hezîranê ya di navbera Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Şewat li qadeke berfireh belav bû û herî zêde bandor li gundê Kelekê yê Şemrexê kir. Tenê li Kelekê 10 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan heywan mirin û zirarên mezin gihiştin mal û berhemên çandiniyê. 
 
Girtiyê ji Kelekê Habat (Xebat) Demîr ku di şewatê de gelek xizmên xwe winda kir, 30 salên gundê xwe nivîsand. Demîr, di sala 2013’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate girtin û niha li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê tê ragirtin. Demîr, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Demîr, got ku di dema operasyona sala 1995’an de şewateke mezin derketiye û di dema şewatê de kekê wî Menduh Demîr ji helîkopterê hatiye avêtin. Demîr, diyar kir ku hestiyên birayê xwe bi salan piştre di goreke komî de dîtine. 
 
'JI HELÎKOPTERÊ HATE AVÊTIN’
 
Demîr, anî ziman ku tu caran êşên şêniyên gund kişandine nehatine dîtin û wiha got: “Li vê herêmê gelek caran şewat derketin. Yek van jî di 13’ê hezîrana 1995’an de li ser sînorê Amed û Mêrdînê derket. Wê demê li herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di dema pevçûnan de li gundê Yucebagê Menduh Demîr ê 21 salî ku pezê xwe diçerand, tevî pezê xwe di nava şewatê de mabû. Di şewatê de pezê wî bi temamî miribû û ew jî ji hêla leşkeran ve bi saxî hatibû girtin. Menduh Demîr bûbû şahidê wehşeta li qada pevçûnê. Nedizanî ev şahidî bibe encama wî jî. Mohra ‘terorîst’ a leşkeran li eniya wî xistibûn, dê bûbûya nifteya mirina wî. Tu dilovanî û dilrehmiya wê mohrê tune bû. Fermandarê Cendirmeyan ê Bajarê Amedê yê wê demê Eşref Hatîpoglû çavên  Menduh Demîr girt û li helîkoptera leşkerî siwar kir. Bire herêma Girê Şêra yê Qoserê. Girê Şêra weke çala mirinê di bîra her kesî de cih girtiye. Eşref Hatîpoglû xistibû serê xwe ku tekane şahidê wê pevçûnê tune bike. Eşref Hatîpoglû, li asîmanê Girê Şêrayê Menduh Demîr bi zindî ji helîkopterê avêt û piştre jî xist gorê komî. Dayika min Sûltan Demîr ji wê rojê ve dest bi çalakiya Dayikên Şemiyê kir. Hestiyên zarokê xwe di sala 2013’an di goreke komî de dît. Lê îcar jî kurê wê yê din anku ez li ser îfadeyên derew ên îtîrafkarekî hatim girtin.” 
 
GUND HATE ŞEWITANDIN
 
Demîr, anî ziman ku 3 sal piştî windakirina kekê wî li şêniyên gund cerdevanî hatiye ferzkirin û wiha pê de çû: “Dewletê biryara xwe dabû, dê her kes bûbûya cerdevan. Lê şêniyên gundê Kelerê qebûl nekirin û vê jî encamên giran bi xwe re anîn. Leşkeran di şeveqekê de bi wesayîtên zirxî û cerdevanên nû bi ser gund de girtin. Dor li gund girtin, zarok, jin û her kes ji malan derxistin. Tevek li meydana gund kom kirin. Çêr û heqaretên giran lê kirin, îşkence li zilamên gund kirin. Şêniyên ku jiyaneke bêrûmet û mirin wekî hev didîtin, cerdevanî qebûl nekirin. Ji ber vê helwestê jî malên wanl i ber çavên wan hatin şewitandin. Gundî giriyan, loriyan û şewitîna malên xwe temaşe kirin. Gundiyên bêmal û war man, li traktorên xwe siwar bûn û neçar man ku koç bikin. Zarokên ku li qasayên traktoran hatin siwarkirin, ji tirsan hevdû hembêz kiribûn. Awirên herî tirsnak, bitirs û xof jî li ser helîkopterên ser gund difiriyan bûn.” 
 
KOÇBERÎ Û ÊRIŞÊN NÎJADPEREST
 
Bi domdarî Demîr diyar kir ku piştî şewitandina gund welatî êdî weke karkerên demsalî berê xwe dan Ege û Behra Reş. Demîr, da zanîn ku welatî li van herêman rastî êrişên nijadperest hatine û wiha pê de çû: “Êrişeke ji van di sala 2020’ê de li Sakaryayê hate kirin. Ji ber ku karkerekî straneke bi kurdî got, rastî êrişa faşîstan hatin. Cendirmeyan, karker bi darê zorê derxistin û bêyî ku heqdestê wan were dayîn şandin gundê Kelekê. Lê kesekî nexwest vê êrişa nîjadperest bibîne. Rayedarên dewletê li şûna koma faşîst ceza bike, bi hemû derfetên xwe hewl dida nîşan bide ku êrişeke nîjadperest nîne. Heta rayedarên payebilind ketibûn dewrê. Suleyman Soylu bi helîkopterê firiya qada ji wî re taybet hatiye çêkirin a li gundê Kelekê. Ev helîkopter ji bo gundiyan û Sûltan Demîrê pir nas dihat. Wezîr, bi bîr dixist ku pîrozdîtina dewletê peywira herî sereke ye.” 
 
JI EWIL PETROL PIŞTRE JÎ HIŞKESALÎ Û DEDAŞ 
 
Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku yek ji belayên hatin serê gund jî “petrol” e û ev tişt anî ziman: “Salek piştî êrişê îcar rayedareke din bi navê dewletê hate Kelekê. Lê îcar bi wesayîtên leşkerî hatin. Got ku çavkaniyeke mezin a petrolê li gund heye û dê derfeta kar bide şêniyên gund. Qada petrolê yekser weke qada qedexe hate ragihandin. Petrol hate derxistin û tesîs ava kirin. Lê ji gund yek kes negirtin kar. Tevek ji derve anîn. Şêniyên gund jî hem ji sozên jê re hatine dayîn hem jî ji zeviyên xwe yên di bin navê îstîmlaqkirinê de ji dest hatine girtin bûn. Ew der êdî ji wan re herêma qedexe bû. Hişkesaliya heyî jî rewşa heyî girantir kir. Herî dawî çi di destê wan de hebe firotin û ji bo zeviyên xwe bîrên sondajê vekirin. Dixwestin zeviyên mayîn bikêlin. Lê hesaba li malê ne li gorî ya DEDAŞ’ê derket. Îcar jî belaya DEDAŞ’ê derketibû holê. Bi keyfî ceyran dibirî û nedihişt gundî avdaniyê bikin.”
 
BELAYA DEDAŞ’Ê!
 
Demîr, got ku DEDAŞ’ê gelek caran bi îdiaya “ceyrana qaçax bi kar tînin” ceza li şêniyên gund dibire û wiha pê de çû: “Yên ku ev ceza nedidan îcar bi hacîzê re rû bi rû man. DEDAŞ a ku tu xizmet nedikir, li dijî gundiyan kedxwarî dikir û tenê ezyat lê dikir. Di destê gundiyan de tenê canê wan mabû. Jixwe ew jî jê stand. Di şeva 20’ê hezîranê de ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê şewat derket, her der da ber xwe û şewitand. Sewalên gundiyan, ekîpmanên avdaniyê, berhemên çandiniyê û her tiştên wan di nava şewatê de man. Gundiyên dixwestin çavkaniyên xwe yên debarê biparêzin jî di nava şewatê de man. Kesekî guh neda wê qêrînê. Ne ekîbên agirkujiyê, ne ambulans ne jî balafirên vemirandina şewatê şandin. Li holê tenê stûnên DEDAŞ’ê yên 40 salî mabûn, li ber her stûnê wesayîteke DEDAŞ’ê û karkerên têl nû dikirin hebûn. Li asîman jî tenê helîkoptereke leşkerî hebû. Şîrketa ku her devera Kurdistanê talan kiriye, îcar canê kurdan girt, ciwan şewitand.” 
 
'HÛN BIBÊJIN EM ÇI BIKIN?’
 
Demîr, nameya xwe wiha qedand: “Ma êşa kurdan kengî weke hêjayî çêkirina nûçeyê hatiye dîtin ku dê îro bê dîtin. Tenê li gundê Kelekê 10 ciwan hatin qetilkirin. Navên wan li tu cihan nedan. Lê her yek ji wan xwedî nav û çîrokekê bûn. Mazhar Demîr 26 salî bû û hêj nû nîşanî kiribû. Birayê wî Nûrûllah Demîr ê 4 salan jê biçûktir û pismamê wî Şeyhmûs Demîr bi hev re di şewatê de mirin.  Çîroka Rezzan Yilmaz jî heman çîrok bû. Wî jî hêj nû nîşaniya xwe kiribû. Birayê wî Azad Yilmaz, pismam û kurxalên wî Resûl Yilmaz û Sînan Devîren bi hev re canê xwe dan. Fatîh Demîr û hevjîna wî Talîbe Demîr dema hewl didan biçin zarokên xwe xelas bikin canê xwe dan. Şêniyên gund dizanin ku ev şewat ne ya ewil e ne jî dê bibe ya dawî. Êşa hatiye kişandin ne ya ewil e û ne jî dê bibe ya dawî. Me ev rastî jiya û wisa hîn bûn. Em dixwazin ji kesên xwedî wijdan bipirsin; em ê bêdeng bin û hûn bibêjin, em çi bikin?” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

18/07/2024
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
09:07 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:57 Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
08:57 Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
08:56 Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
08:55 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
17/07/2024
23:59 Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
23:52 25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
23:00 Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
21:35 Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!
16:48 DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê
15:50 DEM Partiyê tesîsa hilberînê ya AKP’ê girtibû dîsa vekir
15:46 Li Geliyê Botanê şewat derket
15:39 Cenazeyê Kaya piştî 6 salan dan malbatê
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir
21:23 OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir
21:10 Li gundê Faxrikan ê Semsûrê şewat derket
21:02 Besê Hozat: Rayedarên AKP'ê dixwazin tecrîda li Îmraliyê bikin mijara bazariyê
19:48 Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin
18:43 Li Hezexê du kes hatin binçavkirin
18:20 Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
16:40 Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan