Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin

  • rojane
  • 09:15 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî yê êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin nirxandin wiha got: “Armanca bingehîn a dewleta tirk ew e ku di nava kurdan de şerekê bide destpêkirin û dixwaze vê yekê jî bi destê PDK’ê pêk bîne.”
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk bi sewqiyatên leşkerî, valakirina gundan û noxteyên kontrolê gavên ku li herêmê mayînde bibe avêtin. Kurdistaniyên ku bertekê nîşanî êrişan didin bi zexta PDK’ê tên astengkirin. Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Demokrasiyê Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku armanca êrişan ew e ku Kurdistanê bêstatu bihêlin û bi lêv kir ku ji bo van êrişan jî PDK her cure piştgiriya aborî, leşkerî û îstîxbarî dide dewleta tirk. 
 
Berwarî, diyar kir ku êriş ji bo kurdan şerê hebûn û nebûnê ne û da zanîn ku di êrişên dewleta tirk de çekên kîmyewî yên ji aliyên peymanên navnetewî ve hatine qedexekirin jî hatine bikaranîn. Berwarî, da zanîn ku di êrişan de endamên rêxistinên selefî yên DAIŞ û El Nûsrayê jî ku  armanca wan a cîhada kurewî heye tên bikaranîn û wiha got: “Ev ji Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Iraqê kom dibin û li vir weke leşkerên xwe nîşan didin û didin şerkirin. Armanca bingehîn a dewleta tirk ew e ku di nava kurdan de şerekê bide destpêkirin û dixwaze vê yekê jî bi destê PDK’ê pêk bîne. Dewleta tirk ji cihên ku dikevê dernakeve. Me ev yek di mînakên beriya niha de jî dîtin.”
 
‘DESTKEFTÎ DI XETEREYÊ DE NE’ 
 
Berwarî, destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Iraqê ya li dijî van êrişan ew e ku naxwaze destkeftiyên Kurdistanê bipêşbikevin û wiha domand: “Di 20 salên ku me li pey xwe hişt de, hebûna Iraqê ketibû rewşa nîqaşê. Çi ji aliyê leşkerî çi ji aliyê aboriyê kurdan Iraq jinûve dan avakirin. Li Bexdayê kurd dibin hêzeke siyasî. Rêveberiya Bexdayê ya ku dixwaze pêşiyê li vê bigire, naxwaze destkeftiyên li Başûr bi pêş ve bikevin. Ji ber vê yekê dixwaze pêşiyê li destkeftiyên kurdan bigire. Heke êriş berdewam bikin xetereya ku destkeftiyên kurd ji holê rabin heye.”
 
‘KURD AMADE NE KU LI BER XWE BIDIN’  
 
Berwarî, bi lêv kir ku gel gelemperî bi bertek e û PDK dixwaze pêşiyê li van bertekên derdikevin holê bigire û diyar kir ku gelê bertekê nîşanî êrişan dide di bin xetereya girtin û binçavkirinan de ye. Berwarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji Xaneqînê heta Dihokê li her derê gel li dijî vê dagirkeriyê ye û naxwaze. Tiştên tên kirin ji derveyî vîna gelê Başûr in. Ji sala 1992’yan ve gel bertekên xwe nîşanî hebûna Tirkiyeyê ya li vir dide. Beriya niha bi milyonan îmze hatin komkirin. Parlamenteran daxuyanî dan. Li Bamêrnê û Şêladizê gel bertek nîşan dan. Heke desthilata li vir, zextên li ser gel rake, gel weke Şêladizê xwediyê wê hêzê ye ku leşkerên tirk ji vir derxîne. Gelê kurd ji bo amade ne ku li ber xwe bidin.”
 
‘ARMANC DAGIRKIRINA BAŞÛR E’ 
 
Berwarî, destnîşan kir ku rêya derketina li dijî êrişan a kurdan di avakirina yekitiya netewî re derbas dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdistan weke Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî tê xwestin bê valakirin. Kurd divê ji bo mirin û dagirkirin bi dawî bibe li dijî vê yekê bisekinin. 800 salan Osmaniyê û 100 sal in jî Tirkiye dixwaze demogragiya li Rojhilata Navîn biguherînin. Tişta ku beriya niha nedikarî bike niha bi zora çekê dike. Divê kurd li dijî vê hişyar bin. Di projeya Tirkiyeyê de armanca dagirkirina Başûr heye. Di serî de 4 parçeyê Kurdistanê divê kurd li hemû cîhanê li dijî dagirkeriyê bi ruhê yekitiya neteweyî bibin yek.”
 
MA / Delal Akyuz 
 

Sernavên din

23/07/2024
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin