Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku qetilkirina Narîn Guranê hate şermezarkirin de bi gotina “Bila zilma tarîkat û malbatê bi dawî bibe” pirsa “Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?” hate kirin. 
 
 Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guranê hate dîtin. Şermezarkirinên li bajaran ên piştî dîtina cenazeyê Guranê didomin. 
 
EDENE 
 
Meclisên Jinan û Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin li Parka Ataturkê ya Edeneyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Jinên ku bertek nîşanî qetilkirina hovane ya Narîn Guranê dan, wiha bang kirin: “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn.”
 
‘QEDERA ZAROKAN NE MIRINE’  
 
Ecem Sena Mûtlay a li ser navê platformê daxuyanî da, bal kişand ku TUÎK ji sala 2016’an ve daneyên zarokên windabûyî aşkere nekirine û wiha got: “Qedera zarokan ne mirine.” Mûtlay wiha berdewam kir: “Hûn bi bêdengbûnê nikarin rastiyan ji holê rakin. Hêj çend zarokên din dê weke Narînê dê di temenê biçûk de bên kuştin? Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê çi karî dike? Peywîra wezaretê tenê ew e ku pîroziya malbatê vebêje? Hûn napirsin ka ew malbat ew zarok çi dikin?”
 
‘QANÛNA PARASTINA ZAROKAN PÊK BÎNIN’  
 
Mûtlay a got ku “Bila zilma malbat û tarîkatan were bidawîkirin. Em ê hesaba Narînê bipirsin” ev tişt got: “Qanûna Parastina Zarokan a bi hejmara 5395 heye. Bila qanûn bi awayekî bibandor were pêkanîn ku zarok bijîn. Peyamana Lanzaroteyê heye, weke Peymana Stenbolê. Bila were pêkanîn ku Narîn neyên kuştin. Sibê dibistan tên vekirin. Bila li dibistanan formên lêgerîna rîskê bên pêkanîn. Bila were pêkanîn ku zarok neyên îstîsmarkirin. Çareserî ne li dûr e. Peyman, heke bi bandor were pêkanîn dê zarok bijîn. Dê weke hev bijîn. Narîn jî da sibê biçe dibistanê. Cihê ku divê lê bûya pola wê bû. Em naxwazin bipirsin ku çi li zarokekî din hat. Ji bo ku nepirsin em ê têbikoşin.”
 
WAN 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Cadeya Cûmhûriyetê meş li dar xist. Di meşê de bi kurdî û tirkî pankarta “Ji bo zarokan cihaneke bi ewle, ji bo Narînê edalet” hate vekirin. Girseyê dowîzên “Ji bo Narînê edalet” û “Ji bo zarokan cîhaneke bi ewle” hilgirtin û dirûşmên “Ji bo Narînê edalet” , “Jin jiyan azadî” , “Em ê teslîmî tarîtiyê nebin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girseyê heta Kolana Hûnerê ya ku daxuyanî lê bê dayîn bi tilîlî, fîtik û dirûşman meşiya. 
 
‘POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ HÊZÊ DIDE FAÎLAN’ 
 
Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt axivî. Bozkûrt, bi lêv kir ku kuştina Narînê ji polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya zarokan cuda nabînin û anî ziman ku polîtîkayên desthilatê hêzê dide faîlên jin û zarokan. 
 
‘EM SOZ DIDIN’ 
 
Bozkûrt, bi lêv kir ku Narîn yekane zarokan ku hatiye kuştin nîne û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku li pişt Muslîme Yagal, Leyla Akdemîr û gelek ên weke wan heman çîrok hene. Heke piştî kuştina van zarokan bergiriyên pêwîst ên parastinê hatibûna wergirtin niha îro Narîn da sax bûya. Ji bo ku cîhaneke ku zarok bikarin bijîn û ewle bikarin ava bikin û li dijî polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya jinan em ê têkoşîna xwe bidomînin û em soz didin ku heta faîlên Narînê neyê tespîtkirin û cezayê ku heq dikin negirin em ê şopdarê dosyayê bin.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
STENBOL 
 
Platforma Em ê Pêşiyê Li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) li ber Operaya Sureyayê ya li Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê hesaba Narînê bipirsin” hate vekirin, wêne hatin hilgirtin. Di çalakiya ku gelek jin tev li bûn de dirûşmên “Mirin ne qedera zarokan e” , “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn”, “Ne tirse tu dê bi tenê nemeşî” û “AKP dê hesabê bide gel” hatin berzkirin. 
 
‘EM BI HEV RE VAN HILWEŞÎNIN’  
 
 Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku lêpirsîn “baş” nehatiye kirin û pirsa çima biryara veşartinê hate dayîn kir. Ataselîm bi lêv kir ku divê Wezareta Dadê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê hesab bidin û diyar kir ku li welat navê jinan û zarokan nîne. Ataselîm, wiha berdewam kir: “Em zarokan û jinan ji rehma hikumet, wezîran û malbatan re nehêlin. Dest ji wan koltixan berdin, an jî em dizanin em ê we çawa daxînin. Erdogan ji bo zarokên vî welatî gotineke te nîne? Sebreke civakê heye. Kesên têdikoşin demildest dibînin, hûn çawa zarokekê nikarin di 19 rojan de bibînin? Pêdivî bi xeta têkoşînê ya polîtîk heye. Peymana Lanzaroteyê pêk bînin, qanûna parastina zarokan pêk bînin, ji bo polîtîkayeke giştî were pêşvebirin em zextê lê bikin. Em van bi hev re hilweşînin.”
 
2 JIN HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî çalakiyê polîsan 2 jin di GBT’ê re derbas kirin û binçavkirin. Hate zanîn ku jinên hatine binçavkirin birine Qereqola Polîsan a Kadikoyê.  
 
 

Sernavên din

24/09/2024
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
11:14 Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
11:11 Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin