Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin

  • rojane
  • 18:48 19 Cotmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Siyasetmedara kurd Sebahat Tûnncel ku di bernameya danasîna pirtûkê de axivî bi lêv kir ku li ser Rêberê PKK'ê tecrideke giran heye û wiha got: "Tevî qedexeyan jî gelê kurd li Amedê peyameke tund da. Divê ew peyam baş bê xwendin. Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Birêz Abdullah Ocalan de dibîne."
 
Pirtûka "Komxebata di Girtiyê de Jinbûn" a ku di encama atolyeya ku di 11'ê Hezîrana 2022'an de li Stenbolê hat lidarxistin û xebateke kolektîf a li ser vegotina girtiyên jin hat amadekirin, Navenda Ziman, Çand û Hûnerê ya Eyşe Şan a di bin baneya Şeredariya Silopiyayê de xebatan dimeşînê hat danasîn.  Siyasetmedarên Kurd Sebahat Tuncel, Çagla Demîrel, Gulseren Yildirim, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan û (DEM Parti) yên Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Newroz Uysal Aslan, Hevşaredarên Silopiyayê, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên navçe û navendê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Parti beşdarî danasîna pirtûkê bûn. 
 
Sebahat Tûncel, Çagla Demîrel, Gulseren Yildirim û parlementerên bajêr li ber Navenda Çandê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve bi gulan û çepikan hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.
 
Danasîna pirtûkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.  Piştre bi moderatoriya Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan, Gulseren Yildirim, Sebahat Tuncel û Çagla Demîrel li ser girîngiya pirtûkê, bîranînên xwe yên li girtîgehê û têkoşînê gotobêjek li darxistin.
 
JI OCALAN RE SLAV ŞANDIN
 
Di destpêke de Gulseren Yıldırım axivî û bal kişand ser zext û tecrîda li ser girtîgehan û wiha axivî: "Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîda giran tê meşandin. Her wiha ev tecrîd li ser hemû kesî tê meşandin. Em ji vir silavên xwe ji Birêz Abdullah Ocalan re dişînin." Piştî axaftinan dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" ji salonê bilind bûn. Yildirim, diyar kir ku li girtîgehan têkoşîneke mezin tê meşandin û axaftina xwe bi vegotina serpêhatiyên xwe yên girtîgehê berdewam kir. 
 
Piştre Çagla Demîrel axivî. Demîrel, da zanîn ku pirtûka "Komxebata Jinbûnê ya li Girtîgehê" bi nîqaş û pêşniyarên di komxebata li Stenbolê hat lidarxistin de hatiye çêkirin û got ku pirtûk li ser têkoşîn û zextên li girtîgehan hatiye berhevkirin.  Demîrel, anî ziman ku hem li girtîgehê hem jî li derve polîtîkayeke giran a tecrîdê tê meşandin û ev tişt got:" "Bi tecrîdê re hewl didin Birêz Abdullah Ocalan ji civakê bidin bîr kirin. Lê belê gelê Kurd û yên paradîgmaya Birêz Ocalan bawer dikin pirtûkên wî dixwînin û têkoşîna xwe bi awayekî xurt dimeşînin. Her wiha gelek girtîgehên nû hatinê çêkirin. Armcana van girtîgehan ew ê ku girtiyan tenê bihelin. Li dijî vê yekê divê em hemû ji girtîgehan re nameyan bişînin û bi wan re nava piştgiriyê de bin."
 
'GELÊ KURD TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNE'
 
Sebahat Tûncelê jî anî ziman ku polîtîkayên çewisandinê  bi ser neketin û gelê kurd tevî hemû zextan têkoşîna xwe didomîne. Tûncel destnîşanî astengkirina çalakiya Dayikên Aştiyê ya ji bo aştiyê li bajaroka Tilqebînê ya Silopiyayê pêk hatî bû kir û ev tişt anî ziman: "Daxwaza dayikan aştiyeke bi rûmet bû. Gotin 'em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn' Lê belê dewletê bi binçavkirin û îşkenceyê bersiv da. Lê dayikan li dijî vê yekê dev jî daxwaza xwe berneda. Divê dewlet jî edî fêm bike û mafê gelê kurd bide. Jixwe em ji mafê xwe wêdetir tişteke din naxwazin."
 
'JI BO PÊVAJOYEKE NÛ DIVÊ GAVEN ŞENBER BÊN AVETIN'
 
Tûncelê bi lêv kir ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li li Girava Îmraliyê polîtîkaya tecrîda tê meşandin û hiqûqa taybet a ku dewlet li Îmraliyê pêk tîne, li hemû girtîgehê û civakê belav bû ye. Tûncelê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Divê hemû saziyên demokratîk, partiyên siyasî û tevgerên sosyalîst li dijî tecrîdê derkevin. Heke hûn li cihekî li hemberî bêhiqûqiyê bêdeng bimînin bêhiqûqî wê li hemû qadan belav bibe. Ji ber vê yekê tecrîd pirsgirêka hemû kesan e. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike tê wateya tecrîda li ser aştî, demokrasî û azadiyê. Ev polîtîkaya tecrîdê ye. Sedema krîzên aborî û civakî jî polîtikayên tecrîde ne. Gotûbêja pêvajoya nû îro tê kirin. Lê tu gavek nehatiyê avetin. Kurd di van sed salên dawî de bûne xwedî gelek serpêhatiyan. Heke bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav bê avêtin, em dixwazin bi awayekî şenber bibînin. Geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiyê ferz dikin. Em aştiyê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Di 13’ê Cotmehê de tevî biryara qedexekirinê jî gel ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd peyamek tund da. Divê ev daxwaz ji aliyê her kesî ve bi zelalî were dîtin. Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Birêz Abdullah Ocalan de dibîne."
 
Piştî axaftinan bername bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.
 

Sernavên din

19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin
09:01 Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
08:37 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin
08:33 Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn
17/10/2024
19:44 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
16:55 Li Pasûrê barîna baranê bandoreke neyînî li jiyanê kir
16:53 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demîrtaş kirin
16:43 Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’
16:16 Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket
16:07 Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin
16:00 Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan
15:00 Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn
14:30 Dayikên Aştiyê: Em şer naxwazin
14:10 Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan
13:48 Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin
13:42 Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye!
13:32 Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:28 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû
13:00 Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan
12:00 Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin
11:49 Li Sêwazê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:28 Agirbesta bi endamên FARC’ê yên kevin re ji bo 6 mehan hate dirêjkirin
10:54 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozger û girtîgehê dan
10:52 Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
10:39 Abdullah Ocalan ji jinan re got: Yekane rizgarî azadî ye!
09:53 Tehliyeya girtiyê nexweş Îvrendî hat taloqkirin: Bi rêxistinê re têkiliya xwe qut nekiriye!
09:50 Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
09:45 Li Pasûrê konsera gel
09:41 Rojnamevan Drews: Hilbijartina herêmê dê bandorê li hevsengiyên herêmê bike
09:20 Tehliyeya girtî bi hinceta ‘ji bo bê nav civakê amade nîne’ hate taloqkirin
09:16 Parêzerê Abdullah Ocalan: Gotinên li ser 'hevdîtinê' tişteke manîpulatîf e
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2024’AN
08:43 Ji bo 11 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:43 Onder bi Nasiroglû re hevdîtin kir: Bingeha pêşmutabeqetê hate amadekirin
16/10/2024
21:01 Ji Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de daxuyanî
18:28 Yerlîkaya: 187 kesan bandor ji erdhejê girtiye
17:59 Rojnamevanên li Silopiyayê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:54 Starta Fûara Pirtûkên Kurdî hate dayîn
16:33 Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin
16:21 Lîstika ‘Sê Ezezok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir
16:15 Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin
16:14 Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike
16:08 Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin