Turkdogan: Daxuyaniyên Ozel girîng in divê daxwaza rakirina tecrîdê jî bike

  • rojane
  • 10:35 22 Cotmeh 2024
  • |
img

ENQERE - Rêveberê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku daxuyaniyên Ozgur Ozel girîng in û got ku divê ji bo çareseriyê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û CHP jî ji bo vê gotina xwe bêje. 

 
Gengeşeyên li ser li ser neçareseriya pirsgirêka kurd berdewam dikin. Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel duh serdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli yên li Girtîgeha Edîrneyê girtî ne, kir. 
 
Ozgur Ozel piştî hevdîtina li gel Demîrtaş daxuyanî da û got: "Eger Tirkiye pirsgirêkê çareser bike, dikaribe rê li ber pirsgirêkê veke, pirsgirêkê li pey xwe bihêle, çek bên danîn, dayik negirîn, girîngiyê bidin demokratîkbûnê û ji bo vê yekê gavan biavêje, hemû aktor hêja ne.” 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan nîqaşên li ser pirsgirêka kurd û daxuyaniyên Ozel nirxand.
 
‘WATEDAR DIBÎNIM’ 
 
Turkdogan anî ziman ku ew serdan û daxuyaniyên Ozgur Ozel girîng û watedar dibînin. Turkdogan bal kişand ser gotina Ozel a ku gotibû “Hemû aktor bi qîmet in” û wiha got: “Ez dixwazim bibêjim ku di vê mijarê de peyamên xwedî niyeta baş girîng dibînim. Lê ez vê bêjim; birêz Ozgur Ozel dikare here girtîgehê û birêz Demîrtaş û birêz Mizrakli bibîne. Ew dikare biçe hemû girtîgehên welat ên din jî. Ew dikare kesê/kesa bixwaze bi wan re hevdîtinê bike. Lê belê terefê gelê kurd di warê çareserkirina pirsgirêka kurd di gava ewil de kî wek muxatab dibîne? Ya girîng ev e. Helbet birêz Ocalan e. Demirtaş bal kişand ser serdana hevserokên me jî û diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.”
 
'DIVÊ EM BI REWŞA OCALAN BIZANIBIN’ 
 
Turkdogan bi bîr xist ku Devlet Bahçelî hefteya borî bang li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin kiribû û got: "Gelo muxatabê vê bangê kî ye? Birêz Ocalan e. Baş e, gelo birêz Ocalan di bin kîşan rewş û şertan de ye, em dizanin? Gelo tecrîd heye? Heye. Divê ev tecrîd were rakirin. Ji ber vê yekê divê em di vî warî de bizanibin ku ka birêz Ocalan wê çi bêje, ramanên wî çi ne. Çawa dibîne û çawa lê mêzê dike? Divê em viya bifikirin.” 
 
‘DIVÊ OZGUR OZEL DAXWAZA RAKIRINA TECRÎDÊ BIKE’ 
 
Turkdogan da zanîn ku divê Ozgur Ozel daxwaza rakirina tecrîdê jî bike û li ser vê rewşê jî biaxive û wiha got: "Her wiha vê yekê jî anî ziman. Divê bibîne ku qanûnên li Tirkiyeyê li Girtîgeha Girava Îmraliyê nayên bicihanîn. Ez dikarim bibêjim ku helwesta destpêkê ya CHP di hevdîtinên ku vê carê de dest pê kir baş e. Lê divê CHP dikare hinek din jî berpirsiyarî bigire ser milê xwe. Jixwe wê birêz Ozel biçe bakurê Kurdistanê û di serdana wî 6 rojan de wê beşek gel behsa birêz Ocalan bike û wê gel carek din daxwaz bike ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”
 
'AKTORÊ GIRÎNG BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Turkdogan destnîşan kir ku heke pêvajoyek dest pê bike ji bo ev pêvajo bêpirsgirêk were birêvebirin, bi muxatabiya Ocalan ve girîdayî ye û got: “Vê yekê aliyê dewletê jî dizane. Lewma Devlet Bahçelî bangê dike. Ji ber vê yekê divê berpirsiyarê wê bangê demildest biaxive. Di vî warî de helwesta Ozgur Ozel a ji bo rakirina tecrîdê wê gelek watedar be. Her wiha Ozel di axaftina xwe de behsa peyva ‘aktor’ jî kir. Ez wisa bawerim ku wî qala birêz Ocalan kiriye. Çimkî dema em li her serdemê dinêrin şexsiyeta girîng û aktor birêz Ocalan bûye.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

12:02 Demîr a DEM Partiyî hate berdan
11:39 Derheqê rojnameger Gok de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:26 Bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tevdîr nehatine girtin
11:17 Girtiyê ku tê gotin du sal temenê wî maye: Guh bidin qêrîna me
10:54 Xizmên kesên di Komkujiya Licê de hatin qetilkirin 31 sal li benda edaletê ne
10:48 Komîsyon ji bo giliyên hilbijartina Başûr hatin avakirin
10:43 Di şewata li malekê de derket 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:35 Turkdogan: Daxuyaniyên Ozel girîng in divê daxwaza rakirina tecrîdê jî bike
10:04 DAIŞ’ê wê li Rihayê jî dîlgirtî ye: Asya li benda vegera Şengalê ye
09:52 Gelo dê kîjan partî çiqasî alîkariyê ji xizîneyê bigire?
09:46 Bi ser wefata helbestvanê kurd Cegerxwîn re 40 sal derbas bûn
09:38 Bi tecrîdê re sînorê birçîtiyê 19 qet zêdetir bû
09:01 Şêniyên gundê Pûrantê ji çêkirina rêya gund kêfxweş in
09:00 'Sedema krîzê desthilat e, çare jî guherîna desthilatê ye'
09:00 Germava Zumrudê 4 sal in girtî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:38 Li Edeneyê 3 kes hatin kuştin
08:32 Ji bo Herêma Serhedê hişyariya berfê
21/10/2024
23:47 Di lêpirsîna Narînê de ji bo 4 kesan cezayê muebeda giran hat xwestin
21:06 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
15:16 Kampanyaya 'Azadiyê' ya ku êzdiyan da destpêkirin salek li pey xwe hişt
13:29 DEM Partî: Divê Wezîrê Tenduristiyê demildest îstîfa bike
12:45 Metna bangawaziyê ya Demîrtaş: Em qêrîna jinan dibihîsin
12:17 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Muftuoglûyê bang kirin
12:04 Pêş rapora otopsiya Temîzer eşkere bû
11:54 Çar kesên li Stewrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:44 Ji KE’yê re kampanyaya nameyan: Ji bo îşkenceya li Îmraliyê gavê biavêjin
11:01 Encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê
10:39 Hevdîtina ‘Alim, Dayik û Pîran’: Divê em ji rizandina civakî re bêjin bes e
10:10 Ûlûg: Bi gotegota çareserî nabe divê dewleta tirk jidil bi Rêber Apo re rûne
09:57 Dê giliyê kesên heywanên mirî danîn stargehê bê kirin
09:36 Welatiyên Wanê: Muxatab Abdullah Ocalan e
09:23 Herkul: Fethullah Gulen mir
09:02 ‘Heke çareseriyeke jidil bê xwestin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
09:01 Berdana girtiyê 30 salan ku qebûl nekir biçe qawişa 'bêaliyan' hate astengkirin
09:01 Li Miksê amadekariyên zivistanê: Xwarinê di binê erdê de depo dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
07:30 Xwebûn bi manşeta 'Çareserî li Îmraliyê ye' derket
20/10/2024
23:33 Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 2 hezar û 464 kes mirin
22:51 Omer Ocalan: Çima ji bo Îmraliyê hiqûq nayê pêkanîn?
22:13 Li Herêma Kurdistanê rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji bû sedî 64
21:50 Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konserê bi dawî bû
20:44 Serokên Baroyên Dîlok, Wan û Îzmîrê diyar bûn
20:19 Karataş ê hate berdan ji bo girtiyan banga têkoşînê kir
19:41 Demîrtaş dê beriya serdanê metna bangê bide Ozel
19:22 Li Edeneyê malbatên Oz û Demîr li hev anîn
18:46 Li Baroya Stenbol guherîna piştî 22 salan: Serokê nû bû Kaboglû
18:32 Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû
18:24 Fûara Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
18:12 Cegerxwîn bi helbestên xwe hate bibîranîn
17:52 Li Pîranê texrîbata ji ber madenê hate lêkolînkirin
17:31 Jin li Mêrdînê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:53 Ji Yekitiya Karker Kedkaran: Em hêza xwe birêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin
16:04 Qedexeya derketina kolanan a li Mêrdînê hate rakirin: 4 kes hatin binçavkirin
16:00 Li dijî Eyn Îsayê êriş hate kirin: 3 zarok hatin qetilkirin
15:45 Berpirsyarê Hilbijartinê yê YNK’ê: PDK’î zextê li gel dikin
15:44 Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
15:34 Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in