Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin

  • rojane
  • 10:03 23 Cotmeh 2024
  • |
img
RIHA - Girtî Îsmet Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê vegotin û wiha axivî: “Ji me re dibêjin an dest ji nasnameya xwe an ku ji rûmeta xwe berdin an jî hûn ê ji mafên mirovan ên bingehîn sûdê negirin.”
 
Girtî Îsmet Karaz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin bi nameya ji ajansa me re şand re binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin vegotin. Karak, bal kişand ku girtîgeh ji bo şertên tecrîda giran li girtiyên siyasî bên ferzkirin bi taybetî hatiye dizayn kirin û wiha got: “Weke girtiyên siyasî yên kurd di 3’yê cotmeha 2021’an de em sirgunî vir hatin kirin. Em ji avaniya mîmarî ya vir bigirin heta şertên serdanê, bicihanîna pêdiviyên bingehîn ên rojane her pêkanîna vir taybet e. Ev der bi temamî li gorî esasê tecrîda giran hatiye dîzaynkirin. Ev girtîgehên wiha weke ‘super maksîmûm’ tên binavkirin. Bi vî awayî girtiyan bi awayekî pir alî bi polîtîkaya tenê hiştinê hedef digirin. Li vir girtî qasî fizîkî weke bîrdozî, psîkolojîk, çandî û civakî ji her aliyî ve hedef tên girtin û tecrîdeke giran li ser wan tê meşandin. Ji bilî vê nêzîkatiyên bêhiqûqî yên îdareyê jî tecrîdê kûrtir dikin.”
 
‘SERLÊDAN BI DERENGÎ TÊN XISTIN’ 
 
Karak, diyar kir ku serlêdanên li dijî pirsgirêkên dijîn kirine bi derengî tên xistin û ev tişt gotin: “Beriya her tiştî ji me re dibêjin an dest ji nasnameya xwe an ku ji rûmeta xwe berdin an jî hûn ê ji mafên mirovan ên bingehîn sûdê negirin. Ji bo ku em di her şer û merci de nasnameya xwe diparêzin ji mafên mirovan ên herî bingehîn bêpar dimînin. Girtiyên din dikarin biçin atolyeyên wêneyan, qursan û aktîvîteyên din. Wan 2 saetan derdixînin cihê hewadariyê lê me dernaxînin. Ev netenê tişteke ku em weke cotstandartî binirxînin e. Em dixwazin têkildarî pirsgirêkan bi midûrê yekemîn ê girtîgehê re hevdîtinê bikin lê weke ku tişteke wiha nebe tevdigerin. Em çend kesan ne bijmêrin kesê ku midûrê yekemîn dîtiye jî nîne. Midûrê duyemîn jî şûna ku çareseriyê ji pirsgirêkan re biafirîne rêya rewakirina xeletiyan dişopîne. Ev nêzîkatî pirsgirêkên heyî kûrtir dike.”
 
PIRSGIRÊKÊN HEYΠ
 
Karak, pirsgirêkên heyî wiha rêz kirin: 
 
“* Ne tenê girtiyên ku cezayê hefsê yê muebeda girankirî lê birîne, girtiyên din jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Em girtiyên siyasî yên kurd weke li dijî qanûna înfazê, bi girtiyên cuda re di heman blokan de tên ragirtin. Ji ber vê yekê em pirsgirêkên bîrdozî, polîtîk, civakî û çandî yên gelek cidî dijîn.
 
* Berdin girtiyên ku li qawişên cuda tên ragirtin hev bibînin, temaseke herî biçûk jî tê astengkirin. Her korîdorek weke girtîgeheke cuda ji korîdorên din hatine cudakirin. Li gorî giştînameyê divê hefteyê herî kêm 10 saet û bi komên ji deh kesan pêk tên aktîvîteyên weke sohbet, spor, qurs, atolye bên kirin lê li vir tenê 6 kes hefteyê rojekê saet û nîvan sohbete dikin û saet û nîvan wan derdixînin sporê. Li dijî vê em ji hemû xebatên xwe yên civakî mehrûm dimînin. Mafê me yê saet û nîvan ê derxistina cihê hewadariyê heye lê me tenê saetekê derdixînin. 
 
* Destûr nadin ku em di navbera xwe de amûrên weke pirtûk û rojnamevan biguherînin. Şandina pirtûkan a ji hevalên xwe yên li zindanên din tê astengkirin. Heke di nava pirtûkên ku bi koliyan tên de hevokek behsa tevgera azadiyê, kurdê azad, Kurdistanê bike em nikarin van pirtûkan bigirin. Bi sedemên keyfî gelek cezayên dîsiplînê û hucreyê tên dayîn. Dema me dibin cihê hewadariyê û tînin du caran bi dedektoran du caran jî bi fizîkî car caran li ser me lêgerînê dikin. 
 
* Saetên me yên hevdîtinê wergirtine saet nehê sibê. Bi vî awayî hatina malbatên me yên dûrî bajarin zehmet dikin û bi awayekî fîlî hevdîtinan qedexe dikin. Cihê hevdîtina vekirî bi kabînên cam ji hev veqetandine û bi kamerayan dişopînin û li ser serê me gardiyan disekinin. Sewqên nexweşxaneyan her tim tên taloqkirin an jî betalkirin. Xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweşên giran an tê astengkirin an jî ji bo 6 mehan an salekê randevûyan didin. Ev rewş pirsgirêkên tenduristiyê giran dike. Girtiyên nexweşên giran an jî yên pîr di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û daxwaza wan a sewqkirina girtîgehên din nayê qebûlkirin.
 
* Li kantînê bi bihayên zêde tiştên bêkalîte tên firotin. Li kantînê ji bilî lênûskeke ji 40 rûpelan pêk tê û pênûsa bihibir tu malzemeyên kirtasiyeyê nayên firotin. Parçeyên tesîsata avê ku neguhezbar in û girêdayî budçeya Wezaretê ne difiroşin, kesên pere nedin an jî nikarin bidin dema muslûxên wan xera dibin nayên tamîrkirin û bêav dimînin. Îdareya girtîgehê biryarên Dadgeha Înfazê an AYM ji bo başiya me didin pêk naîne.”
 
Karak, bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê ku giliyên xwe lê dikin rewşê rewa dike û ev nirxandin kir: “Ev der girtîgeheke taybet û ewlehiya bilind e.” Karak, destnîşan kir ku li dijî vê rewşê dest ji daxwazên xwe yên demokratîk û têkoşîna li dijî vê rewşê bernedin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

11:32 Ozel: Heta kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema ye’ ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin
11:24 Remzî Kartal: Dibe ku li pişt daxuyaniyan planeke bixeter hebe
11:02 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê her kes ji bo çareseriyê berpirsyariyê li xwe bigire
10:37 Amedî ji bo çareserî û aştiyê çi dibêjin?
10:24 Li Tetwanê bi ser malan de girtin
10:22 Parêzerê îtîrafkar Akbiyik di heman kêliyê de qaşo hem li emniyetê hem jî li edliyeyê bû!
10:03 Girtî Karak pêkanînên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê vegotin
09:30 Şaredarvaniyê ku jinê esas digire: Armanca me afirandina qadên jiyanê ye
09:06 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê berdana 15 girtiyan salekê hat taloqkirin
09:06 Bîrdal: Bila Enqere daxuyaniya fermî bide, muxatab Ocalan e
09:03 Li nexweşxaneya Elkê ne bijîşk ne jî alav hene!
09:00 Ji MEDYA-DER’ê banga ji bo kurdî: Werin li mala xwe fêrî zimanê xwe bibin
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2024'AN
22/10/2024
22:03 Qetilkirina jinan protesto kirin: Êdî Bes e
15:22 Ozel: Divê ev meseleye li ser maseyeke hemû partî lê civiyayî bê axaftin
15:10 Ji bo parêzer Ekmekçî biryara tehliyeyê hate dayin
15:00 ‘Çeteya Yenîdoganê, encama veguherîna di tenduristiyê de ye'
14:13 Hatîmogûllari: Divê ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan were bicihanîn
14:10 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê destûra hevdîtinan bê dayîn
13:41 Di madena Somayê de hezaz çêbû: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
13:40 Dayikan bersiv dan Bahçelî: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê şer bi dawî bikin
13:21 ‘Mafê hêviyê’ yê ku Bahçelî qala wê dikir çi ye?
13:20 Piştî 7 salan şîn hate danîn
12:50 Cezayên nû dan 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê
12:44 Hatîmogûllari: Muxatabê aştiyê Ocalan e, Meclis cihê çareseriyê ye
12:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Li dijî şer divê têkoşîna azadiyê xurt bibe
12:38 Bahçelî yê ku tecrîdê qebûl kir ji bo ‘mafê hêviyê’ jî şert danî
12:02 Demîr a DEM Partiyî hate berdan
11:39 Derheqê rojnameger Gok de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:26 Bi ser erdheja Wanê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tevdîr nehatine girtin
11:17 Girtiyê ku tê gotin du sal temenê wî maye: Guh bidin qêrîna me
10:54 Xizmên kesên di Komkujiya Licê de hatin qetilkirin 31 sal li benda edaletê ne
10:48 Komîsyon ji bo giliyên hilbijartina Başûr hatin avakirin
10:43 Di şewata li malekê de derket 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:35 Turkdogan: Daxuyaniyên Ozel girîng in divê daxwaza rakirina tecrîdê jî bike
10:04 DAIŞ’ê wê li Rihayê jî dîlgirtî ye: Asya li benda vegera Şengalê ye
09:52 Gelo dê kîjan partî çiqasî alîkariyê ji xizîneyê bigire?
09:46 Bi ser wefata helbestvanê kurd Cegerxwîn re 40 sal derbas bûn
09:38 Bi tecrîdê re sînorê birçîtiyê 19 qet zêdetir bû
09:01 Şêniyên gundê Pûrantê ji çêkirina rêya gund kêfxweş in
09:00 'Sedema krîzê desthilat e, çare jî guherîna desthilatê ye'
09:00 Germava Zumrudê 4 sal in girtî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:38 Li Edeneyê 3 kes hatin kuştin
08:32 Ji bo Herêma Serhedê hişyariya berfê
21/10/2024
23:47 Di lêpirsîna Narînê de ji bo 4 kesan cezayê muebeda giran hat xwestin
21:06 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
15:16 Kampanyaya 'Azadiyê' ya ku êzdiyan da destpêkirin salek li pey xwe hişt
13:29 DEM Partî: Divê Wezîrê Tenduristiyê demildest îstîfa bike
12:45 Metna bangawaziyê ya Demîrtaş: Em qêrîna jinan dibihîsin
12:17 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna biryarê ya Hevseroka DFG’ê Muftuoglûyê bang kirin
12:04 Pêş rapora otopsiya Temîzer eşkere bû
11:54 Çar kesên li Stewrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:44 Ji KE’yê re kampanyaya nameyan: Ji bo îşkenceya li Îmraliyê gavê biavêjin
11:01 Encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê
10:39 Hevdîtina ‘Alim, Dayik û Pîran’: Divê em ji rizandina civakî re bêjin bes e
10:10 Ûlûg: Bi gotegota çareserî nabe divê dewleta tirk jidil bi Rêber Apo re rûne
09:57 Dê giliyê kesên heywanên mirî danîn stargehê bê kirin
09:36 Welatiyên Wanê: Muxatab Abdullah Ocalan e
09:23 Herkul: Fethullah Gulen mir
09:02 ‘Heke çareseriyeke jidil bê xwestin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
09:01 Berdana girtiyê 30 salan ku qebûl nekir biçe qawişa 'bêaliyan' hate astengkirin
09:01 Li Miksê amadekariyên zivistanê: Xwarinê di binê erdê de depo dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
07:30 Xwebûn bi manşeta 'Çareserî li Îmraliyê ye' derket
20/10/2024
23:33 Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de 2 hezar û 464 kes mirin
22:51 Omer Ocalan: Çima ji bo Îmraliyê hiqûq nayê pêkanîn?
22:13 Li Herêma Kurdistanê rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji bû sedî 64
21:50 Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konserê bi dawî bû
20:44 Serokên Baroyên Dîlok, Wan û Îzmîrê diyar bûn
20:19 Karataş ê hate berdan ji bo girtiyan banga têkoşînê kir
19:41 Demîrtaş dê beriya serdanê metna bangê bide Ozel
19:22 Li Edeneyê malbatên Oz û Demîr li hev anîn
18:46 Li Baroya Stenbol guherîna piştî 22 salan: Serokê nû bû Kaboglû
18:32 Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû
18:24 Fûara Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
18:12 Cegerxwîn bi helbestên xwe hate bibîranîn
17:52 Li Pîranê texrîbata ji ber madenê hate lêkolînkirin
17:31 Jin li Mêrdînê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:53 Ji Yekitiya Karker Kedkaran: Em hêza xwe birêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin
16:04 Qedexeya derketina kolanan a li Mêrdînê hate rakirin: 4 kes hatin binçavkirin
16:00 Li dijî Eyn Îsayê êriş hate kirin: 3 zarok hatin qetilkirin
15:45 Berpirsyarê Hilbijartinê yê YNK’ê: PDK’î zextê li gel dikin
15:44 Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
15:34 Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe