STENBOL – Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê dê li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûman "civîna gel" pêk bînin. Hevberdevka DEM Partiyêê ya Bakurê Marmarayê Aylîn Hacalogûyê got: "Em xwedî li vîna xwe derkevin û rê nedin qeyûman."
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji ber ku qeyûm tayînî şaredariyên Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê hatine kirin, wê di 16'ê Mijdarê de li Qada Esenyûrtê hevdîtineke girseyî ya gel li dar bixe. HevberdevkaPartiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bakurê Herêma Marmarayê Aylîn Hacaloglûyê têkildarî hevdîtina ku wê bi dirûşmeya "Rejîma qeyûm darbeya li vîna gelan e" bê lidarxistin, agahî dan, anî ziman ku di demeke ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd dewam dikin de, qeyûm tayinî şaredariyan hatin kirin û got: "Em li vir hişmendiyeke desthilatê dibînin ku di destekî wê de şekir û di destê wê yê din de ço heye."
Hacaloglûyê destnîşan kir ku wê gelê kurd rê nede van ferzkirinan û teqez li dijî van ji bo wekhevî û azadiyê bitêkoşe.
Hacaoglûyê diyar kir ku bi tayînkirina qeyûmên li ser Şaredariya Esenyûrtê re êdî hemû şaredarî dibin hedefê de ne. Hacaloglûyê anî ziman ku bi tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyûrtê re hişmendiya li dijî qeyûman zêde bûye û wiha got: "Me her tim pêşbînî dikir ku wê ev yek bigihêje vê derê û her tim nîqaşên me li ser vê yekê hebûn."
Hacaloglûyê anî ziman ku tayinkirina qeyûman tenê bi şaredariyan sînordar nîn e, li her aliyê jiyanê belav bûye û wiha got: "Me tim digot ku roj bê wê ev yek sîrayetî rojavayê Tirkiyeyê jî bê kirin. Ev zîhniyeta qeyûm jixwe rejîmek e û li gelek qadan bi kar tînin. Yanî yek ji wna jî ji hev ne cuda ye."
BANGAWAZÎ
Hacaloglûyê bal kişand ser girîngiya hevdîtina gel a ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve wê di 16’ê Mijdarê saet 16.00’an de li Qada Esenyûrtê bê lidarxistin û wiha got: Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke ku tenê ji kurdan re were hiştin, divê desthilat û muxalefet jî bi awayekî bibe kirdeya wê. Dîsa gelekî girîng e ku hemû hêzên civakî yên demokrasî û azadiyê li vir bin. Di vê wateyê de em li benda her kesî ne. Werin em xwedî li îradeya xwe derkevin û rê nedin qeyûman."
MA / Îbrahîm Irmak