STENBOL - MKG û DFG ji bo piştevaniyê dê ji bo 7 rojnamegerên girtî re pirtûk û nameyan bişîne.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo protestokirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de 7 rojnameger hatibûn binçavkirin û di 22’yê Kanûnê de hate girtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firatê (DFG) ji bo piştevaniyê dê ji rojnamegerên girtî re pirtûk û nameyan bişîne.
MKG û DFG têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Em ê ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên girtî pirtûk û nameyan bişînin. Em ê sibê saet di 14.30 de li Şaxa PTT’ê ya Beyoglûyê name û pirtûkan bişînin. Banga piştevaniyê li tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin.”