AMED – Endamên DEM Partiyê diyar kirin ku divê hikûmet ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên samîmî bavêje.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) duh 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Peyasa Amedê li dar xist. Endamên partiyê yên beşdarî kongreyê bûn nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka kurd, hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, binçavkirina hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û hewldanên tayînkirina qeyûman nirxandin.
‘PRATÎKA DIJ-DEMOKRATÎK’
Ejder Cingez (61) tayînkirina qeyûman wekî “pratîka dij-demokratîk” pênase kir û diyar kir ku ew tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Cingez bal kişand ser nîqaşên ku didomin û wiha got: "Em jê re bibêjin pêvajo yan na, bi birêz Abdullah Ocalan re trafîka hevdîtinê dest pê kiriye, ku em pê nizanin. Wekî din, ji ber ku hevdîtin û diyalog dest pê kirine, ji bo demokrasî û rêveberiya welat e û divê neyê sekinandin.”
Cingez balkişand ser biratiya gelan ya tirk û kurdan û wiha axivî: “Li Çanakkaleyê cenazeyên bi hezaran kurdan hene. Navên wan jî li ser kevirên gorên wê derê ne. Birêz Ocalan behsa girîngiya biratiya kurd û tirkan ji bo aştiyê dike. Divê li gorî vê berpirsyarî tevbigerin.”
ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN
Çingez, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne tenê îro ji sala 1993'an û vir ve behsa pêvajoya aştiyane ya demokratîk dike û wiha axivî: "Birêz Ocalan bi israr vê yekê tîne ziman. Di qada siyasî de jî aştî, biratî û çareseriyê tîne ziman. Dikare çareseriyê pêk bîne û heke şert û merc bên başkirin dikare aştiyê pêk bîne. Ji bo aştî pêk were û ew bi awayekî aktîf cih bigire divê nêrînên wî bi awayekî azad bên berfirehkirin. Divê muxatabên Ocalan jî xwedî heman nêzîkatiyê bin. Divê makeqanûneke ku kurd di çarçoveya destûra bingehîn de tê de bikarin xwe îfade bikin hebe."
‘ZIMANÊ AŞTIYÊ DIVÊ’
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiya Amedê Gulîzar Demîroglu bi bîrxist ku hevşaredarên Akdenîza Mêrsînê û 4 endamên meclisa şaredariyê di bin çavan de ne û wiha got: “Ev ji bo astengkirina pêvajoyê ne. Eger em behsa çareseriyeke samîmî û aştiyeke mayînde dikin, divê ev pêvajo neyê xerakirin. Jixwe mirov bira ne, tu pirsgirêkên wan bi hev re nînin. Hêzên ku mirovan dikin dijmin desthilatdar in. Tu carî naxwazin mirov bên cem hev. Mirov bi salan bi teknîka dabeşkirin-rêveberiyê ji hev cuda bûne. Kurdên elewî, ereb, sunî hwd. Bi vî awayî gel tên cudakirin. Di dema ku gelê kurd bi dilgermî aştiyê dixwaze, hê jî di televizyonên tirk de ji bo manîpulekirina hin temaşevanan hewl tê dayîn. Divê di zûtirîn demê de ev bi dawî bibin. Em hêvî dikin ku zimanê rasteqîn yê aştî û diyalogê bikeve nava tevgerê. Gelê kurd di vî warî de gelekî siyasî ye. Bi her awayî pirsgirêka gelê kurd nîne, divê gelê rojavayê Tirkiyeyê li hemberî van lîstikan hinekî hişyar û biaqil be.”
‘ÇARESERÎ Û AŞTIYEKE BI RÛMET’
Hanîfî Harran jî da zanîn ku divê hemû kes ji bo çareseriyê tişta ku dikeve ser milê wan pêk bîne û wiha got: “Ji sibê heta êvarê di televîzyonan de dibêjin 'Em aştiyê dixwazin', lê ev ne bi pratîk û dilê wan e. Rêberê Gelê Kurd di axaftina xwe ya sala 1993'an de got, 'Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstiya me bi dewletê nîne. Tê bîra min ku digot, "Mirov dikare di nav xwe de çareser bike." Wê demê ev yek nedîtî bû. Niha van tenê ji bo berjewendiyên xwe dikin. Ji aliyekî ve dibêjin werin destê xwe dirêj bikin, li aliyê din jî tiştên bi vî rengê dikin. Ez vana tenê weke hewldanên xapandinê dibînim. Divê siyasetmedarên me vê baş bibînin. Her kes çareseriyê dixwaze, lê divê çareseriyek bi rûmet û aştî hebe. Divê raya giştî di vî warî de erka xwe bi cih bîne û berpirsyariya mezintir dikeve ser milê gel.”