EDENE - Hadî Elçîçek ê ji sedî 80 astengdar ku li ser biryara DMME’yê piştî 22 salan hatibû berdan, piştre bi heman îdiayê hate girtin. Kurê Elçîçek, wiha got: “Nexweşiya penceşêrê û ya dil ên bavê min hene. Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin.”
Hadî Elçîçek di 16’ê Sibata sala 1999’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hate binçavkirin. Elçîçek, 10 rojan di bin çavan de ma û piştre bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate girtin. Elçîçek ku li Dadgeha Hejmar 1 a Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, ji ber heman îdiayê cezayê îdamê lê hate birîn. Dadgehê piştre ev cezaye veguherand “cezayê muebbeta girankirî.” Piştî cezayê hatiye dayin ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, parêzerê Elçîçek bi sedema ku ji ber endamê leşkeriyê yê di DGM’ê de darizandineke adilane nehatiye kirin û miwekîlê wî bêyî parêzer û di bin îşkenceyê de îfadeyê wî hatiye girtin, di 10’ê Kanûna 2002’yan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî ji ber “binpêkirina rêgeza darizandina adilane” Tirkiye mehkûm kir. Li ser vê yekê Elçîçek careke din hate darizandin û 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar sekinandina înfazkirina cezayê da. Bi vê yekê re Elçîçek piştî 22 salan, di 9’ê Kanûna 2021’ê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsus a Mêrsînê hate berdan.
Elçîçek, piştî berdanê li Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê hate tedawîkirin. Nexweşxaneyê rapora “Ji sedî 80 astengdar e” dan Elçîçek. Elçîçek, nexweşê penceşêrê ye. Tevî biryara DMME’yê jî 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji heman îdiayan careke din cezayê muebbeta girankirî da. Li ser vê yekê parêzeran dosya birin Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî cezayê hatiye dayin erê kir û cezayê Elçîçek teqez bû. Elçîçek ku hem nexweşê penceşêrê ye hem jî rapora wî ya “Ji sedî 80 astengdar e” heye, duh li Mêrsînê li mala xwe hate girtin û şandin Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê.
Parêzerê Elçîçek, Mehdî Ozdemîr ji ber şertên tenduristiyê yên miwekîlê xwe, bi daxwaza taloqkirina înfazkirina cezayê serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da. Lê hêj tu encam jê derneketine.
'EM JI BER XETEREYA SER JIYANA WÎ DITIRSIN’
Kurê Elçîçek, Serkan Elçîçek diyar kir ku bavê wî nexweş e û dema di nav cihan de hatiye binçavkirin û girtin û wiha got: “Bavê min her roj di navbera mal û nexweşxaneyê de dihat û diçû. Nedikariya li malê xwarinê jî bixwe. Em her tim nexweşxaneyê bûn û ji ber nexweşiya penceşêrê diçû tedawiya kemoterapiyê. Li girtîgehê her tim vedireşe. Civê li cihên bihîjyen bimîne. Li girtîgehê dê rewşa wî girantir bibe. Nikare sexbêrê xwe bike. Bavê min nexweşê penceşêrê û dil e. Ji ber xetereya ser jiyana wî em ditirsin. Em edaletê dixwazin. Bila hinek biwijdan bin. Em dixwsazin bavê min were berdan.”
MA / Hamdullah Yagiz Kesen