ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo şewata li Boluyê ku 78 kesan jiyana xwe ji dest dan pênaseya “Komkujiyê” kir û wiha got: “Divê bepirsyar tavilê îstîfa bikin û piştî lêpirsîneke bibandor bi cezayê herî giran bên cezakirin.”
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî şewata li Kartalkaya ya Boluyê ku di 21’ê Çileyê de pêk hat, 78 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de şewat weke “komkujî” hate pênasekirin û hat xwestin ku berpirsyar bên cezakirin.
DI 21 SALAN DE 54 HEZAR Û 780 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji sala 2003’yan roja AKP bûye îktîdar heta niha di erdhej, qezayên madenê, qezayên trenê, karesatên lehiyan, şewatên wargeh û hotêlan de bi giştî 54 hezar û 780 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehhezaran kes jî birîndar bûne.
DEM Partiyê destnîşan kir ku di serdema îktîdara AKP’ê de tu nirxê jiyana mirovan nemaye û tenê ji bo polîtîkayên heyî weke amûr hatine bikaranîn. DEM Partiyê diyar kir ku rastiyên di “komkujiya” Kartalkayayê de derketin holê, careke nîşan daye ka rewş çiqas tirsnak e. DEM Partiyê, got ku Rêziknameya Têkildarî Parastina Avahiyan a ji Şewatan ku di 2007’an de ketiye meriyetê baş bicih ne aniye. DEM Partiyê “komkujiya” li Kartalkayayê di navbera rêveberiya navendî û rêveberiya herêmî de veguheriye şerê hêz û rayeyê û bêrêziyeke mezin li êşên malbatan hatiye kirin.
‘KOMKUJÎ ENCAMA POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ YE’
DEM Partiyê diyar kir ku “komkujiya” Kartalkayayê encama polîtîkaya necezakirinê ye. DEM Partiyê, wiha domand: “Ji komkujiya li Kartalkaya ya Boluyê ji ewil Wezareta Çand û Turîzmê berpirsyar e. Meqamên yekser berpirsyartiya wan di komkujiyê de heye, ji exlaqê siyasî bêpar in û îstîfa nakin. Divê wezîrên berpirsyartiyên di komkujiyê de hene tavilê îstîfa bikin. Ji bo sedemên komkujiyê û berpirsyarên wê bên diyarkirin em dixwazin di bin sîwana TBMM’ê de komîsyoneke lêkolînê were avakirin. Divê Serdozgeriya Komarê ya Boluyê lêpirsîna xwe bi eşkereyî bike, derfeta şopandinê bide. Divê berpirsyar tavilê îstîfa bikin, lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin û berpirsyar bi cezayê herî giran bên cezakirin.”