SÊRT - Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî biryara tayînkirina qeyûm weke “zilmê” pênase kirin û gotin: “Em biryarê nas nakin û em ê paşvegavê neavêjin.”
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, îro di danê sibehê de waliyê bajar Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir.
Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî têkildarî tayînkirina qeyûm ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
TIŞTA EM NIHA DIJÎN FAŞÎZM E’
Sofya Alagaş, diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûm ceza li wê hatiye birîn û wiha got: “Biryar jizûve hatiye dayin. Di demên dawî de polîsên sivîl em dişopandin. Jixwe eşkere bû ku dê qeyûm tayîn bikin, tenê teblîx kirin. Em vê biryarê nas nakin. Me biryara hatiye teblîxkirin jî çirand. Tişa em niha dijîn, faşîzm e. Sindoqê danin, namzet ji pêvajoyeke qanûnî re derbas dibin, namzetiya wan tê qebûlkirin. Piştre yan lêpirsînê vedikin an jî dozên heyî bilezûbez biencam dikin. Ev tê çi wateyê, tê wê wateyê ku tu gel, welêt û qanûnan dixapînî. Weke ku demokrasî hebe tevdigerin lê tune ye.”
Bi domdarî Sofya Alagaş ev tişt anî ziman: “Îktîdarê derdora 7-8 hezar hilbijêr veguhest vê derê. Tevî vê jî gelê Sêrtê ev polîtîka qebûl nekir û ev bi eşkereyî nîşan da. Lê îro qeyûm tayînî 3 ziman û çandan kirin. Ev bajar bajarekî pirziman û pirçandî ye. Gelo dê çi bersivê bidin gelê bajar? Ya ku kirin, xesp e. Êrişeke li dijî jinan, gelan û îradeyê ye. Ev 3 serdemin zilmê li gelê Sêrtê dikin. Gelê ku heta demekî kin berê jî bi rehetî dihat şaredariyê û derdê xwe vedigot, niha pêşiya wan bi bariyerên polîsan hatiye girtin.”
‘EM Ê PAŞVEGAVÊ NEAVÊJIN’
Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Cezayê hatiye dayin hiqûqî nîne. Heta serê sibehê me li şaredariyê nobet digirt. Her çar aliyên me dorpêç kirin û ji şaredariyê derxistin. Ew çi dikin bila bikin em ê paşvegavê neavêjin. Ji bo xespkirina îradeya gel 8 hezar hilbijêr ji derve anîn. Lê tevî vê jî em bi 9 hezar dengan zêdetir bi ser ketin. Lê dîsa jî tehemûl nekirin.”
Kaysî, banga “xwedî li şaredarî û îradeya xwe derkevin” kir û axaftina xwe wiha qedand: “Qeyûm, talan û xesp e. Bû 10 meh em li vir bûn. Dema em hatin şaredarî wêran kiribûn. Armanca wan xizmet nîne. Me di nava 10 mehan de hinek komî ser hev kir. Tu xêra wan ji bo vî gelî nîne. Gelê Sêrtê bi vê dizane û qebûl nake. Ew îradeya me nas nakin û em jî biryarên wan nas nakin.”
MA / Heval Onkol - Fethî Balaman