AMED - Li ser medyaya dijîtal gelek kesan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da.
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, îro di danê sibehê de waliyê bajar Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir. Gelek kesan li ser medyaya dijîtal bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.
BAROYA SÊRTÊ: BIRYARA XWE PAŞVE BIKIŞÎNIN
Baroya Sêrtê: “Ev pêvajo, berdewamiya sepanên berê ne. Qarîneya bêgunehiyê hatiye binpêkirin, rêgezên hiqûq û demokrasiyê hatiye binpêkirin, mafê bijartinê hatiye binpêkirin û yekser mudaxileyî îradeya gel hatiye kirin. Bi van biryarên keyfî re îktîdar gelê Kurd û îradeya wan a siyasî tune dihesibîne. Ev kiriyar, bi eşkereyî binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye... Weke Baroya Sêrtê, em dixwazin tavilê ev biryara tayînkirina qeyûm a nehiqûqî paşve were kişandin û Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş dîsa li peywira xwe vegere. Em bang li rayedaran dikin ku rêzê ji bo mafê bijartin û hilbijartinê, nirxên demokratiyê û hiqûqê bigirin.”
DBP: EM Ê XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): “Di 28’ê Çileyê de bi awayekî nehiqûqî û bi tawanbariyên bêbingeh ceza dan hevşaredara me ya Sêrtê Sofya Alagaş. Îro jî qeyûm hate tayînkirin. Ev zîhniyeta ku îradeya gel tune dihesibîne û xesp dike dê winda bike. Xelkê Sêrtê di 31’ê Adara 2024’an de tevî her cureyên hîleyan jî şaredarî ji dagirkeriyê xelas kir û vîna xwe nîşan da. Em ne qeyûmên ku her carê bi heman rêbazê ji bo xespkirina îradeya gel tên tayînkirin ne jî kesên wan tayîn dikin nas nakin. Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî îradeya gelê Sêrtê ne. Em ê xwedî li îrade û keda xwe derkevin.”
HDK: HÛN NIKARIN ÎRADEYA GEL TESLÎM BIGIRIN
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû: “Careke din îradeya gelê Sêrtê tune hate hesibandin... Îradeya hilbijêran, bi biryarên derhiqûqî hate xespkirin. Ev polîtîkaya qeyûm ku gelê Kurd, muxalîf û siyaseta demokratîk bi awayekî sîstematîk hedef digire, bingeha xwe ne ji hiqûqê lê ji siyaseta wesayetê digire. Divê ji bîr nekin ku dê nekarin bi rêya qeyûman îradeya gel teslîm bigirin.”
ESP: JI EWIL CEZA PIŞTRE QEYÛM
Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî: “Şaredariya Sêrtê hate xespkirin. Ji ewil cezayan diafirînin û piştre jî qeyûm tayîn dikin... Bi vê yekê re ji hilbijartina 31’ê Adarê heta niha şaredariyên me yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks û Sertê jî di nav de 8 şaredarî hatin xespkirin.”
TANRIKULU: QEYÛM BINPÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN E
Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu: “Qeyûm tayînî Sêrtê jî kirin. Em careke din dibêjin; qeyûm binpêkirina mafê bijartinê, rêgezên dewleta hiqûqê, nûnertiya demokratîk û Destûra Bingehîn e. Îktîdara AKP’ê ev 8 sal in bi vê rêyê îradeya gel xesp dike û ev yek nêzikatiya wê ya li dijî aştiya civakî nîşan dide. Duh biryar hate dayin, hêj hinceta wê nehatiye nivîsandin, ji îstînaf û dadgeha bilind derbas nebûye, anku teqez nebûye. Ev yek eşkereye ku AKP bi aştiya civakî re nîne, jidil nîne. Ji pevçûn, dabeşkirin û bêhizûriya civakê sûd digire û dixwaze bi jehrîkirina aştiya civakî îktîdara xwe bidomîne. Xelkê Sêrtê di 2014 û 2019’an de li ser sindoqê bersiva qeyûm dabû, dê careke din bide. Bila gumana tu kesî ji vê nebe.”