HATAY - Bi boneya 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê li navçeya Samandagê meş hat lidarxistin û daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de peyama “Ev ne karesat lê komkujî bû. Em ê jibîr nekin û hesabê ji îktîdarê bipirsin” hate dayin.
Bi boneya 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê ku navenda wan Mereş bû, li navçeya Samandag a Hatayê meş hat lidarxistin. Li ser banga Koordînasyona Erdhejê ya 6’ê Sibatê ya Samandagê, gel li pêşiya Şaxa PTT’a Samandagê hate gel hev û heta Bazara Semtê meş li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz, Berdevkê SMF’ê Mahîr Gurz, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û welatî tev li meşê bûn. Bi sedan kes tev li meşê bûn. Di meşê de qêrîna dayikekê ya “Zarokê min li ku ye” olan da.
Di meşê de pankartên “Em ê ji bîr nekin, efû nekin, dê hesabê bipirsin” û “Ma rıhna nıhna hon” hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmên weke “Jibîrkirin tune ye, efûkirin tune ye, hevhelalkirin tune ye”, “Gelo kes dengê min dibihîse?”, “Ma rıhna nıhna hon”,“Ne karesat komkujî”, “Em ê hesabê ji kujeran bipirsin”, “AKP a kujer dê hesabê bide”, “Dewleta kujer dê hesabê bide” û “Hatay bajarê me ye” hatin berzkirin. Girseyê bi çepikan, tililiyan û dirûşman îktîdar protesto kir. Meş, li Bazara Semtê ya Samandagê bi dawî bû û li vir ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre girseyê bi yekdengî dirûşma “Jibîrkirin tune ye efûkirin tune ye” berz kir.
NE QEDER LÊ KOMKUJÎ YE
Canser Aslan li ser navê Koordînasyona Erdhejê ya 6’ê Sibatê ya Samandagê metna hevpar xwend. Canser Aslan, diyar kir ku bi ser erdhejê re 2 sal derbas bûne lê hêj jî pirsgirêk didomin û wiha got: “Yên ku beriya erdhejê qêrînên zanistê paşguh dikirin, di dema erdhejê de guhên xwe ji qêrîna bi hezaran kesên di bin kavilan de girtin. Em li herêma erdhejê dijîn lê tevî vê jî tu tevdîr ji bo herêmê negirtin û niha qala qederê dikin. Ev ne qeder, ev terkexemî ye, ev komkujî ye.”
Canser Aslan got ku ew ê jibîr nekin, ew ê efû nekin û ew ê hesabê bipirsin. Canser Aslan, banga têkoşînê kir û herî dawî daxwazên xwe rêz kir.