AMED - Li Amedê dê sibe bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê konserek bê lidarxistin.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Organîzasyona Sanatça, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê dê di çarçoveya çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de sibe konserekê li dar bixin. Konser dê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bê lidarxistin û hunermend Alî Tekbaş û Ayfer Duzdaş tev li bibin. Di heman demê de dê li Şanoya Bajar a Amedê jî lîstik bê pêşandan. Konser dê sibe saet di 19.30’ê de bê lidarxistin û dê bêheq be.