* Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku ji bo "Kongreya Diyaloga Niştimanî" nehatine vexwendin û got: "Gotinên û kirinên rêveberiya Şamê hev nagirin. Em li bendê ne ku piştî banga birêz Abdullah Ocalan li herêmê pêvajoyeke nû dest pê bike."
* Çawîşên pispor û efser ên di îdianameya "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê de wekî bersûc cih digirin, hê jî li ser peywirê ne. Leşkerên gelek sûcên wekî "navbeynkariya fihûşê" û "bazirganiya mirovan" kirine, tevî îtîraf û qeydên tapeyan jî bi awayekî negirtî tên darizandin.
* Welatiyên li Taxa Saraya ya Çermûgê dijîn, ji ber rêyên wan nayên çêkirin û bêhna nexweş a ji xeraca şaredariyê belav dibe bi gilî û gazinc in.
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, îhaleyên av û qenalîzasyonê yên ji aliyê DEM Partiyê ve hatine çêkirin bi hinceta "nebûna pere" betal dirt.
* Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Sarioglû diyar kir ku binçavkirin û girtin êdî bûyne tiştekî asayî û azadiya fikir û ramanê tune tê hesibandin û got: "Pêkanînên niha yên desthilata AKP'ê mîna pêkanînên darbeya 1980'yî dimeşin."
* Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Jonas Sjöstadt dê li Navenda Giştî ya HDK’ê bi Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş re bicive. (11.00-16.30)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyê bide. (11.00)
* Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (12.00-19.00)
* Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş dê di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê bê bibîranîn. (13.00)