Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in

  • rojane
  • 10:10 26 Sibat 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Çawîşên pispor û efser ên di îdianameya "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê de wekî bersûc cih digirin, hê jî li ser peywirê ne. Leşkerên gelek sûcên wekî "navbeynkariya fihûşê" û "bazirganiya mirovan" kirine, tevî îtîraf û qeydên tapeyan jî bi awayekî negirtî tên darinzadin. 

Di îdianameya der barê "çeteya fihûşê" ya ku li Şirnexê derket holê, 25 kes ku çawîşê pispor û efser jî di nav de hene, bi awayekî negirtî tên darizandin. Efser M»stafa Yalçin û çawîşên pispor Ertaç Kaya û Huseyîn Şahîn hê jî li ser karê xwe ne. Di danişîna ewil de ku di 24'ê Kanûna 2024'an de hat lidarxistin leşkerên wekî bersûc hatin dariznadin têkildarî çeteya fihûşê li xwe mikur hatin û çawîşê pispor Halîl T. yê wekî şahid hat guhdarkirin jî di îfadeya xwe de navê hin leşkerên din jî da. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mustafa Yalçin û Ertaç Kaya yên di danişînê de parastin kirin, destnîşan kirin ku bi nasnameyên xwe yên leşkerî jinên fihûş bi wan hatiye kirin di noqteyên leşkerî re derbas kirine. Ev leşker tevî hemû belge, dîmen û tapeyan hê jî li ser karê xwe ne. Di danişîna ewil de çawîşê pispor Halîl T. diyar kir ku çawîş Hidir D. yê tecawizî zaroka bi navê H.B. kir, navbeynkariya çeteyê kiriye. Tevî van beyanan jî Hidir D. daxilî nava bersûcên dosyeyê nehat kirin. 
 
Bersûc efserê biçûk Mustafa Yalçin di danişînê de got ku ew personelê leşkerî ye û dahata wî ya mehane 80 hezar TL ye. Yalçin got: “Min ji Îlona 2012’an û vir ve li Bêşebabê dest bi kar kiriye. Ertaç Kaya hevalê min ê leşkeriyê ye. Wê demê ez ji navenda Şirnexê bi balafiran diçûm Bêşebabê. Piştî ku ez ji betlaneyê vegeriyam Şirnexê, ez 2-3 rojan li benda vekirina balafirgehê mam ku biçim Bêşebabê. Di 23 an 24'ê Îlona 2013'an de Sevgî ji Ertaç re gotibû ku ew dixwaze hevalekî xwe ji Cizîrê bigire, Ertaç ji min xwest û em bi wesayîta xwe çûn navçeya Cizîrê. Di rê de lêgerîn hat kirin û di vegerê de jî em li nuqteya kontrolê rawestiyan. Min nasnameya xwe ya leşkerî li nuqteya kontrolê nîşan neda. Dema em vegeriyan Şirnexê bi jinên bi navê Sevgî û Derya re em ketin heman malê. Jinan gotin ku karê wan heye, ji mal derketin. Em bi Ertaç re piştî çend saetan ji malê derketin."
 
Serdozgeriyê diyar kir ku Yalçin karê rêxistinê dizanibû û ji bo vê karbidestiya xwe bi kar aniye û di nava wê de cih digire û pêwendiya wî bi rêveberên rêxistinê re heye û wî bi fihûşê, navbeynkariya fihûşê, bazirganiya mirovan û alîkariya rêxistinê tawanbar kir. 
 
Çawişê pispor Ertaç Kaya jî diyar kir ku ew leşker e û ji bo fihûşê li xwe mukir hat û diyar kir ku dahata wî ya mehane 80 hezar TL ye û wiha got: “Mustafa Yalçin hevalê min ê leşkeriyê ye. Min kesek bi navê Meral Akın (Teker) bi ajokarê taksiyê nas kir. Navê şofêrê taksiyê Remzî bû. Wê demê min Meral nas kir û ji bo pereyan têkiliya min hebû. Ji ber vê yekê ez wê nas dikim. Di Îlona 2013'an de piştî ku ez ji betlaneyê vegeriyam Şirnexê dema ku ez li Şirnexê bûm Meral Akin telefonî min kir û got ku hevalek wê ji Cizîrê tê û dixwaze bi min re here wê bigire. Ji ber vê yekê wê ji min alîkarî xwest. Di her du lêgerînan de ji ber ku çek li ser min hebû, hêzên ewlehiyê li nuqteya kontrolê em rawestandin. Li vê derê em bi gelê Şirnexê re di heman malê de man." 
 
Kaya ji ber sûcên "Teşwîqkirina fihûşê, navbeynkarî an jî cih peyda kirin, bazirganiya mirovan" tê darizandin.
 
Ji bersûcên dozê çawişê pispor Huseyîn Şahîn ji ber ku ne li malê bûye teblîxat negirtiye.  Şahîn ji ber sûcê "Qaçaxçîtiya mirovan, endamê rêxistina ku bi armanca sûc hatiye avakirin" tê darizandin.
 
A.A. ya ku ji jinên daxilî nava fihûşê hatiye kirin, di danişîna ewil de di îfadeya xwe de yek bi yek xebatên şebekeya fihûşê vegot. A.A. got: “Ez bi otobusê hatim Şirnexê, ji aliyê kesên ku digotin leşker in ez hatim pêşwazîkirin. Ew birin cem Meralê (Meral Akin). Nêzîkî 10 rojan bi mêrên ku Meral li cihên wekî erebe, mal an jî cihên metrûk yên ku Meral veqetandibûn fihûş dihat kirin. Meral pere digirt. Wê jî hinek da min. Meralê hinek ji van pereyan jî daye kesekî bi navê Kenan Tatar. Kenan Tatar di berdêla van pereyan de jinên ku Meral ew dixebitadin diparêze û li wan dinêre."
 
A.A. anî ziman ku Meral Akin û çawişê pispor Mustafa Yalçin dema ku hatine Cizîrê ew ji otogarê hildane û got ku Yalçin dema ji nuqteya kontrolê derbas dibû nasnameya xwe ya leşkerî nîşan daye. A.A. wiha dewam kir: “Meral carinan me dixebitan û heqê me nedida. Gava em gigahştin nqteya leşkerî Mustafa nasnameya leşkerî nîşan dida û em wiha derbas dibûn." 
 
SIBE: Ji jinan berteka li dijî polîtîkayên şer
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Mûglayê starta 8’ê Adarê tê dayin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin