STENBOL - Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kabaoglû piştî danişîna doza Baroya Stenbolê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev doza neheq û derqanûnî operasyoneke siyasî ye.
Derheqê Baroya Stenbolê de bi hinceta ku têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, li ser medyaya dijîtal parvekirin hatin kirin, lêpirsin hatibû destpêkirin. Yekemîn danişînadoza ku bi daxwaza dawîlêanîna wezîfeya Serokê Baroyê Îbrahîm Kabaoglû û endamên desteya rêveber û hilbijartina revebiriya nû hatiye vekirin, îro hate dîtin. Rûniştin ji bo 21’ê Adara 2025’an hate taloqkirin û piştî rûniştinê gelek parêzeran li pêşiya Edliyeya Stenbolê a li Çaglayanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa ‘’Parastin bê deng nema û namîne jî’’ hate vekirin û dowîzên bi nivîsên weke ‘’Heq hiqûq edalet’’, ‘’Em ê rê nedin tarîtiyê’’, ‘’Azadî ji Parêzer Firat Epozdemîr re’’, ‘’Dest nede parastinê, dest nede baroyê’’ û ‘’Ji bo edalet û mafên mirovan baroya az ad’’ hatin hilgirtin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên ‘’Parastin bê deng nema û namîne jî’’ hatin berzkirin.
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kabaoglû diyar kir ku lêpirsîna ku derbarê baroyê de hatiye vekirin, lêpirsîneke neheq û derqanûnî ye û got: ‘’Ji roja ev doz hatiye vekirin heya niha hemû deman rêgezên hiqûqî hatine binpêkirin. Têkildarî biçûkbûna eywana dadgehê gelek îtîraz jî hatinkirin lê belê îtîrazên me tune hatin hesibandin. Ev yek delîla wê yekê ye ku ev operasyoneke siyasî ye. Ez ji spasiyên xwe li hemû baroyên bajaran dikim. Ev têkoşîna hevpar gelekî girîng e. Ez dubare bi bîr dixim ku divê baro rêxistina xwe pêk bînin. Hêvî dikim ku dê di rûniştina di 21’ê Adarê de dawî li van bêhiqûqiyan were.’’
‘DOZA 85 MILYONANAN E’
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî anî ziman ku îro rûniştina dozên derheqê Halk TV û Baroya Stenbolê de tên dîtin û got: ‘’Ji bo rojnamevanan me li gel hemû baroyên xwe anî ziman ku em li hemberî van yekan in û me parastina mafê xweîfadekirinê bi awayekî azad, kir. Ev dozên ku derheqê rojnamevan û Baroya Stenbolê de hatine vekirin, ne bi tenê têkildarî wan e. Bi vê dozê dixwazin ji hemû baroyan re bibêjin ‘’xwe bêdeng bikin.’’ Weke doza rojnamevanan e ku ew jî têkildarî azadiya xweîfadekirinê ye. Ev dozeke yekem e ku serdema cûntayê jî ne wiha bû. Ev doz ne bi tenê derheqê Baroya Stenbolê de ye. Doza 85 milyonan e.’’