* Agirê Newrozê ku sembola azadî û berxwedana li dijî zilmê ye, wê îsal cara 2637'an bê vêxistin.
* Dayikên ku demekê bi çalakiya xwe ya nobetê ya li pêşiya girtîgehan bûbûn rojev, bal kişandin ser banga Abdullah Ocalan û gotin: “Ji bo êş bi dawî bibe û aştî çêbibe divê dewlet jî gavan biavêje.”
* Endamên Amed ÂLÎM-DER’ê xwestin ku îktîdar û dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên şênber biavêjin.
* Aktîvîstê Beluc Jamal Baloch diyar kir ku modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re bûye hêvî û got: “Mînaka wan dike ku em xeyalên mezin çêbikin.”
* Jinên beşdarî mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bûbûn, destnîşan kirin ku ew banga dîrokî ya Abdullah Ocalan watedar dibînin û gotin: “Luksa tu kesekî nîne ku vê pêvajoyê xera bike.”
* Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavan biavêje û got: “Meseleya girtiyên nexweş mafekî mirovan ê sereke ye ku divê nebe amûra vê pêvajoyê. Divê temînateke hiqûqî hebe û girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
* Saziyên zimanê Kurdî dê têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan li avahya MED-DER’ê daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Li gelek bajaran dê “Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” bên lidarxistin. (11.00-17.00)
* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê dê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Tîpa R’ê li navenda giştî aşkera bikin. (11.30)
* Foruma Aştiyê ya Îzmîrê dê bi daxwaza aştiyê li pêşiya Baroya Îzmîrê daxuyaniyê bide. Piştre jî dê li Navenda Çandê ya Mûstafa Necatî ya Yeşîlyurtê panelê li dar bixin. (12.30-15.00)
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ku di Şandeya Îmraliyê de cih girtibûn, dê bi CHP, EMEP û Partiya DEVA’yê re hevdîtinan bikin. (10.00-16.30) ZINDÎ