AMED - Dirûşma Newroza 2025’an ku dê starta wê di 12’ê Adarê de li navçeya Liceyê bê dayin, diyar bû. Newroza îsal dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bê pîrozkirin.
Cejna Newrozê dê îsal 84 jê navend li gelek cihan bê pîrozkirin. Di 11’ê Adarê de dê li Amed û Stenbolê bi ragihandina deklarasyonê re starta Newrozê bê dayin. Piştre jî dê di 12’ ê Adarê de li navçeya Liceyê ya Amedê agirê Newrozê bê vêxistin.
Dirûşma pîrozbahiya Newrozên îsal diyar bû. Komîteya Amadekar a Newrozê diyar kir ku dê Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bê pîrozkirin. Dirûşm, li gorî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin, hatiye amadekirin.