Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan

img

STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavan biavêje û got: “Meseleya girtiyên nexweş mafekî mirovan ê sereke ye ku divê nebe amûra vê pêvajoyê. Divê temînateke hiqûqî hebe û girtiyên nexweş demildest bên berdan.” 

Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate aşkerakirin, hêj jî rojeva sereke ye. Piştî bangê, çavê her kesî li ser gavên ku dewlet biavêje ye. Lê heta niha jî tu gav nehatine avêtin. Rêxistinên mafên mirovan jî dibêjin ku gava ewil a pêvajoyê divê berdana girtiyên nexweş be. 
 
HEZAR Û 517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gorî ÎHD’ê, di 9 mehên sala 2024’an de herî kêm 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. 
 
'EM DIXWAZIN PIRSGIRÊK BÊN ÇARESERKIRIN’
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku di pêvajoya nû de weke karê ewil divê girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Di pêvajoyên çareseriyê de daxwazên têkildarî demokrasî û  mafên mirovan de girîng in. Ji ber ku sozên aştî û aramiyê didin civakê. Divê dewlet dawiyê li bêhiqûqiyan bîne. Weke mînak, dema banga Abdullah Ocalan dihat aşkerakirin herkesî pirsa ‘Gelo dê dewlet kîjan gavan biavêje, dê pirsgirêkên civakê bên çareserkirin?’ kirin. Divê dewlet jî gavan biavêje. Ji ber ku pêvajo di heman deme de bi hewldana dewletê didome. Em dixwazin pirsgirêkên têkildarî maf û azadiyan û girtiyên nexweş de bên çareserkirin. Weke parastvanên mafên mirovan em dibêjin ku divê mafên mirovan esas bên girtin. Ji ewil divê ev pirsgirêkên jiyanî bên çaresekirin.” 
 
'HEWCEYE GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN TEHLIYEKIRIN’ 
 
Gulseren Yolerî, anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş bi qasî ku weke amûra pêvajoyê neyê bikaranîn, mijareke lezgîn e û wiha pê de çû: “Divê tavilê bên tehliyekirin. Rayeya serokkomar a efûyê heye. Lê dema vê rayeya xwe bi kar tîne cihêkariyê dike. Ji bo berdana bersûcên Komkujiya Sêwasê û Hîzbullahê bi kar anî. Lê ji bo girtiyên din bi kar ne anî. Divê her kesên bi neheqî hatine girtin bên berdan. Di vê pêvajoyê de ji bo girtiyên nexweş divê di mewzûatê de guhertin bên kirin. Girtiyên nexweş biqasî ku weke amûra pêvajoyê neyên bikaranîn mafên mirovan ên sereke ne. Lewma divê divê ji hêla hiqûqî ve temînatek hebe. Piştre jî divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.” 
 
RAPORÊN ATK’Ê
 
Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş de ATK li gorî daxwaza dewletê raporan amade dike û axaftina xwe wiha qedand: “Bêalîtiya ATK’ê cihê nîqaşê ye. Ji ber ku girêdayî Wezareta Dadê ne û ji hêla pisporên mûçeya xwe ji dewletê ve digirin tên amadekirin. Lewma dibe ku li gorî daxwaza dewletê tevbigerin. Dema em li krîtera ‘ewlehiya civakê’ ya nû dinihêrin, heke ATK rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ bide jî ji dozgeriya înfazê û emniyete pirsa ‘Heke ez vî/vê berdim dê ji bo ewlehiya civakê xetere be yan na?’ Dozgerî jî li gorî biryara emniyete biryarê dide. Mînaka herî balkêş jî Abdullah Turan e. ATK’ê got ku divê were berdan lê nehat berdan. Girtiyekî nexweşiya wî giran bû û ji stûyê xwe heta lingên xwe felc bû. Emniyetê ji bo kesekî wiha got; ‘Ji bo ewlehiya civakê xetere ye.’ Bi mehan girtî ma. Anku heta ku ATK û krîtera ‘gefa li ser civakê’ hebe dê her tim biryarên wiha bên dayin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
09/03/2025
17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Bakirhan: Ocalan ji bo nêzikatiya ‘înkarger a dewletê dibêje ‘veguherin’
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
13:10 Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
12:13 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em ê Rêbertiya xwe azad bikin
11:30 Fîlozofê navdar Edgar Morîn piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:00 Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
10:35 HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir
10:00 Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn
09:49 Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:47 Li dijî projeya çêkirina bendavê dê pêvjaoya hiqûqî bê destpêkirin
09:45 Li Amedê jinek hat kuştin
09:34 Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye
09:25 Jinên Botanî: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
09:15 Xwîşka Gulan a PKK'yî: Em bi Ocalan bawer in, wê azadî pêk were
09:01 Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan
09:00 Li Eko Jinê wê hemû biryar bi hev re bên dayîn
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin