STENBOL - DEM Partî di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi Federasyona Komeleyên Herêmî re civiya.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hatibû parvekirin, dest bi serdanên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kiribû. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re di vê çarçoveyê de çûn serdana Federasyona Komeleyên Herêmî. Hevdîtin, li eywaneke dawetan a li Okmeydani ya Stenbolê hat lidarxistin.
Tuncer Bakirhan di hevdîtinê de diaxive.
Berfirehiya nûçeyê tê...