NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de wiha hate gotin: “Heta ku weke sûcê li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin dê têkoşîna me bidome.”
Di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baasê ya Iraqê li Helebce ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi gazên kîmyewî bombebaran kir. Di komkujiyê de zarok, jin kal û ciwan jî nav de zêdetirî 5 hezar kesên hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî birîndar û winda bûn. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di salvegera 37’emîn a komkujiyê de tên bibîranîn.
WAN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li pêşiya Şekerbankê ya li navenda bajar daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkujiya Helepceyê ji bîr neke” hate hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Fîgen Çolakoglû daxuyanî xwend. Fîgen Çolakoglû, bi bîr xist ku 37’emîn salvegegera Komkujiya Helebceyê û 47’emîn salvegera komkujiya Beyazitê ye û got ku di van komujiyan de mafê jiyanê yê bi hezaran kesan hatin binpêkirin. Fîgen Çolakoglû, kesên di komkujiyan de hatine qetilkilkirin bi bîr anî û got ku dê van komkujiyan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
ŞIRNEX
Bi boneya 37’emîn salvegara Komkujiya Helebceyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meşek hat lidarxistin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên civaka sivîl, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li meşê bûn. Girse, ji ewil li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê kom bû û ber bi Qada Dortyolê ve meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Em Komkujiya Helebceyê şermezar dikin” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” hate berzkirin.
Li Qada Dortyolê daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partî yê Cizîrê Yilmaz Sanri di daxuyaniyê de axivî û got: “Rejîma Baasê ji bo daxwaza azadiya Kurdan têk bibe, jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes bi çekên kîmyewî kuşt. Helebce, ne tenê navê bajarekî ye. Di heman demê de êşa gelê Kurd e. Em tu caran vê komkujiyê ji bîr nakin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî destnîşan kir ku ew ê tu caran Komkujiya Helebceyê ji bîr nekin û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd gelek caran ji komkujiyên wiha re derbas bûye. Li her çar aliyen Kurdistanê komkujiyên bi vî rengî hatin kirin. Rejîma Baasê ji bo ku serhildana gelê Kurd têk bibe komkujiyeke mezin kir. Em dewletên ku bêdeng mane jî ji bir nakin. Gelê Kurd li dijî van komkujiyan her tim li ber xwe da. Ji bo pêşi li van komkujiyan bê girtin divê em yekitî û tifaqa xwe pêk bînin. Yên ku ew komkujî pêk anîn, di dawiya dawî de hatin darvekirin. Ji bo Komkujiya Helebceyê di qada navneteweyî de weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
EDENE
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Komkujiya Helebceyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” hate hilgirtin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Bajar Helîn Kaya û Tirkiya wê jî Hevserokê Bajar Seyfettîn Aydemîr xwend.
Di daxuyaniyê de kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Li dijî hewldanên komkujî û tunekirinên girseyî, gelê Kurd heta niha her tim ji bo jiyanîkirina daxwazên xwe yên aştî û civaka demokratîk têkoşiyan. Faîlên Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de tên lanetkirin lê gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijîn derfet afirandin û hêj jî ji bo gelên bindest dibe hêvî. Em careke din komkujiyên Gaziyê ya di 21’ê Adarê de û komkujiyên Helebce û Beyazitê yên di 16’ê Adarê de hatine kirin, lanet dikin. Civakên ku hesabê ji rabûrdiya xwe nepirsin, nikarin demokrasiyê ava bikin. Ji bo ronîkirina rûpelên tarî yên dîrokê, em ê li her derê û her tim têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo hesabê ji komkujiyên li erdnîgariya me hatine kirin bipirsin, em ê bênavber têkoşîna xwe bidomînin.”
HATAY
Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Mursel Tonguç Salmanoglû di daxuyaniyê de wiha got: “Em, Komkujiya Helebceyê ji bîr nakin. Li dijî mirovahiyê sûcê qirkirinê hate kirin. Em daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo qurbaniyên Qirkirina Helebceyê dîsa dubare dikin. ÎHD li dijî hemû qirkirinan e û ji bo Tirkiye Qirkirina Kurdan nas bike dê têkoşîna xwe bidomîne.”
MÛŞ
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Mûşê jî bi daxuyanî û sînevîzyonekê kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, bi bîr anîn. Di daxuyaniya li pêşiya avahiya DEM Partiyê de pankarta “Me Komkujiya Helebceyê ji bîr nekir û dê ji bîr nekin” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’a Mûşê Umut Yilmaz daxuyanî xwend û got: “Em ê tu caran Komkujiya Helebceyê ji bîr nekin. Heta ku ev komkujî di qada navneteweyî de weke ‘Komkujiya Kurdan’ tê qebûlkirin dê têkoşîna me bidome.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Helebce, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê êdî jiyaneke zarok ji ber bêhna sêvan jiyana xwe ji dest nadin û civak tê de azad, demokratîk û aştiyane dijîn were avakirin.”
Girse, piştre jî derbasî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê bû û sînevîzyoneke têkildarî Komkujiya Helebceyê temaşe kir.
COLEMÊRG
Bi pêşengtiya rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê li pêşiya Zagros AVM’ê daxuyanî hate dayin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Geverê, Serokê Baroya Colemêrgê, OHD, ÎHD û ji gelek saziyên din jî gelek kes kes tev li bûn. Rêveberê DEM Partiyê Resûl Temel daxuyanî xwend. Temel, Komkujî şermezar kir û got: “Hêj îro jî gelê Kurd rastî qirkirinan tê. Tenê bi Helebceyê bisînor neman, Zîlan, Dêrsim, Roboskê. Li dijî gelê Kurd gelek qirkirin hatin kirin. Em van êrişan careke din şermezar dikin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
MÊRDÎN
Bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, DEM Partî, DBP û TJA’yê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Girseya ku li pêşiya Mizgefta Şakîr Nuhoglû ya navçeya Artukluyê hate gel hev, pankarta “Me Komkujiya Helebceyê ji bîr nekiriye û dê nedin jibîrkirin” û “Komkujiya Helebceyê dayê bêhna Sêvê tê” hatin hilgirtin. Girse, ji bir heta Parka Karayollariyê meşiya û li vir daxuyanî da. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Nilûfer Elîk Yilmaz ve hate xwendin û wiha hate gotin: “Heta ku Komkujiya Helebceyê weke sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin dê têkoşîna me bidome.”
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî anî ziman ku bi ser Komkujiya Helebceyê re 37 sal derbas bûne û got: “Lê hêj jî komkujî didomin. Duh Sedam, heta demek berê Esad û îro jî Ahmed El-Şara. Komkujiyên li dijî gelan didomin. Dê têkoşîna me ya li dijî van komkujiyan bidome.”