NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatî li Stenbol, Enqere, Edene, Colemêrg û Şirnexê kom bûn û agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan di pîrozbahiyên Newrozê de gotin: “Em li pişt banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne. Divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirin.”
Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê agirê Newrozê hat vêxistin. Di şahiyan de dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.
COLEMÊRG
Li taxa Orman a navçeya Gevera Colemêrgê agirê Newrozê hat vêxistin. Agirê Newrozê ji aliyê ciwanan ve hat vêxistin. Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Ciwanên Geverî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” heta qeda Newrozê meşiyan. Girseyê li dora agirê Newrozê û li ber stranan govend gerand.
Li navçeyê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin.
EDENE
Li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan ya Edeneyê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek jin û ciwan tevlî şahiya Newrozê bûn. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên "Biji Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Di şahiyê de jinan cil û bergên bi rengê kesk, zor û zer li xwe kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Di şahiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û got: “Em li pey ‘Banga Serdemê’ ya Rêber Apo ne. Em hemû gelê vedixwînin şahiya Newrozê ya 23’ê Adarê ya li qada Şanoyê ya Mîmar Sînan bê lidarxistin.”
Hevseroka navçeya Seyhanê ya DEM Partiyê Şefîk Ozbey jî axivî û banga tevlîbûna şahiya Newrozê kir.
STENBOL
Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya DEM Partiyê şahiya Newrozê hat lidarxistin. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de jinan li erbaneyê xistin û stran gotin. Piştre agirê Newrozê hat vêxistin û li dora agirê Newrozê govend hat gerandin. Di şahiyê de jinan bêyî navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.
ENQERE
Meclîsa Ciwanan Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) hatin gel hev û li qada basketbol a zanîngehê agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” goveng gerandin.
ŞIRNEX
Girseya gel li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi şahiyekê Cejna Newrozê pîroz kir. Bi sedan welatî li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê kom bûn û şahiya Newrozê li dar xistin. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, hevşeredarên Cizîrê Guler Yerbasan û Abdurrahîm Durmuş jî tevlî şahiyê bû.
Zarok, jin, ciwan û kal bi cil û bergên Kurdî û xemla kesk, sor û zer tevlî şahiyê bûn. Welatiyan li taxê agir geş kirin û li ber agirê Newrozê bi seatan govend gerandin. Welatiyan li ber stranan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de welatiyan bêyî navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.
Piştre jî jin, li Çarkendalê bi meşeleyan meşiyan. Meşaleyên di destê jinan de li Çarkendalê ku li jora Cizîrê re ye, dimênên rengîn derxistin hole. Jinan li Çarkendalê bi meşeleyan bêyî navber dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Jinan meşeleyên xwe bilind kirin û şeva tarî ronî kirin. Jinan bêyî navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” û “Newroz pîroz be” berzkirin. Jinan di meşê de sirûda “Çerxa şoreşê” xwendin.
Jinan bi meşeleyên xwe agir geş kirin û li ber stranan govend gerandin.