DÊRSIM - Di axaftinên Newroza Dêrsimê de li dijî binçavkirin, girtin û zextan banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê Newroz hate pîrozkirin. Girseya ku li Kolana Hunerê hate gel hev, heta qada Newrozê meşiya. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û "Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Polîsan hewl dan welatiyên cilûbergên Kurdî li xwe kirin asteng bikin û rastî bertekan hatin. Ciwanên ku cilûbergên Kurdî li xwe kiribûn, piştî berteka gel têketin qadê.
Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Humeyra Yegîn di Newrozê de axivî, polîtîkayên îktîdarê şermezar kir û Newroza gel pîroz kir. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî got: “Em îradeya gel in, hatine hilbijartin û li vir in.” Hevşaredar Cevdet Konak jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û banga têkoşîna hevpar kir.
BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINA ÎMAMOGLÛ DA
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan di pîrozbahiyê de bertek nîşanî binçavkrina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû da û got ku amadekariyên tayînkirina qeyûm tên kirin. Aslan, got: “Em ê li dijî vê îktîdara zalim têbikoşin û bi ser kevin. Tevahiya darazê veguheriye daraza AKP’ê.”
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ
Berdevkê Demê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst Mahîr Gurz jî got ku dê têkoşîna azadiyê mezin bikin. Endamê MYK’a ESP’ê Orhan Çelebî jî got: “Îktîdarê li dijî hemû hêzên muxalîf pêla êrişê daye destpêkirin. Gelê Kurd di van êrişan de bedelekî giran da. Em, pêvajoya birêz Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin weke gaveke ji bo avakirina aştiyê û civaka demokratîk dibînin. Bêguman em ji ber xwe ve negihiştin van rojan. Encama têkoşîna mezin a 50 salan e. Ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd, ji bo jiyaneke adilane û aştiyê divê em bêhtir têbikoşin.”
Wekîla DEM Partiyê Burcugul Çubuk jî got: “Dêrsim, sembola têkoşîna aştiyê ya çîna karker, jin û gelan e. Heke îro li ser aştiyê were axaftin, ev bi saya têkoşîna me ye. Encama têkoşîna yekbûyî ye.”
Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan jî anî ziman ku Newroza îsal Newroza azadiyê ye.
Wekîla Dêrsimê Ayten Kordu jî got: “Em neviyên Seyîd Riza û rêhevalên wî ne. Em ê dev ji parastina nirxên xwe bernedin. Gelê Dêrsimê her tim bi aştî, azadî û edaletê re bû. Dê her tim wisa be.”
Piştî vêxistina agirê Newrozê, hunermend Quartet, Kadîr Çat û Cevdet Bagca derketin ser dikê. Girseyê tevî barînê jî heta demeke dirêj govend gerand.