Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan

img

ÊLIH - Hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir gel vexwend pîrozbahiya Newrozê ya ku wê sibe li Amedê were lidarxistin û wiha got: "Em bawer in ku em ê peyama birêz Ocalan a Newrozê guhdar bikin. Sibê Newroz dê ji milyonan re deriyê aştiyê veke."

Pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryerî bi tevlîbûna deh hezaran kesan li Êlihê hat lidarxistin bi axaftinan berdewam kir.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci axivî û bi taybetî Newroz li jinan pîroz kir. Mekiye Ormanci peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan bi bîr xist û wiha got: "Îro yê ku vê manîfestoyê zindî bihêle jin in. Ev bang ji bo me jiyaneke nû pîroz dike. Ji bo ku ev mizgînî pêk were em ê her cihî veguherînin qada Newrozê û em ê li ber xwe bidin. Em ê li dijî kesên hewl didin jiyana me asteng bikin têkoşîna xwe xurt bikin. Bi vê wesîleyê dibêjim ku dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd e. Dem dema azadiya jin û gelan e. Newroz pîroz be. Jin, jiyan azadî."
 
'TÊKOŞÎN MÎNA KULÎLKÊN BIHARÊ MEZIN DIBE'
 
Di dawiyê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku ew di Newroza 2025 'an de bûne şahidên kêliyên dîrokî û wiha got: "Va ye meydan, va ye berxwedan. Em derbasî serdemeke nû dibin. Ev serdem serdema çareseriyê ye. Ji bo vê jî hemû gelên cîhanê piştgirî dane. Em îro dibînin ku bi sed hezaran mirovên li van meydanan destekê didin vê bangê." 
Bayindir da zanîn ku gelê Kurd bi dehan salan e li ber xwe dide û tevî komkujî û zextan jî ji daxwaza xwe ya azadiyê tawîz nedaye û wiha axivî: "Ev daxwaz mafên me ne. Lewma ev şer mîna kulîlkên biharê mezin dibe. Gelê Kurd têkoşîna xwe di biharê de mezin dike û li cîhanê belav dike. Êdî Kurdê ku ji nasnameya xwe, navê xwe û ji welatê xwe şerm bike tune ye. Her kes serê xwe bilind dike û dibêje, 'Ez Kurd im , ez ji Kurdistanê me , zimanê min Kurdî ye ' Dibêje 'Ez ê têkoşîna xwe bimeşînim' heta dawiyê."
 
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ KOMKUJIYA KOBANÊ
 
Bayindir qala bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin kir û wiha got: "Li wê derê jiyaneke bi rûmet heye. Bi pêşengiya jinên azad Rovayê Kurdistanê heye. Newroz pîroz be. Dîktatorek anîn ser rêveberiya Şamê. Li Sûriyê bi wî re siberoj nabe. Modeleke Rojava heye, divê bi cih were anîn. Ev model modela aştî, biratî û jiyana hevpar e. Dewleta Tirk li wir şaşitiyê dike. Dibêjin, 'Bila yek ziman, yek bawerî hebe' û şaş dikin. Divê AKP û Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe. Divê destên xwe yên qirêj ji ser Rojava rakin, li wir azadî heye. Di bin vê zilm û zordariyê de dayikên me aştiyê dixwazin. Li Berxbotan 7 zarok qetil kirin. Hûn nikarin xwişk û birayên me yên bi me re ne bikujin. Dev ji vê polîtîkayê berdin. Vê siyasetê ti carî bi ser nexist. Nikarin bi ser bikevin, dest ji vê durûtiyê berdin."
 
'EV DER BAJARÊ EGÎDAN E'
 
Bayindir, anî ziman ku ew ji gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikin û wiha berdewam kir: "Li aliyekê hûn ê bêjin biratî, li aliyê din jî hûn ê Stenbolê serûbin bikin. Ji sala 2016 'an û vir ve 3 caran li vîna gelê Êlihê xesp kirin. Divê qeyûm bizanibin ku nikarin şaredariyê bikin, hûn nikarin bibin serokê polekê jî. Eger tu Beyê Bolûyê bî, ev bajar bajarê Egîdan e. Zîhniyeteke dijminane heye. Karê wan ê pêşî qedexekirina zimanê Kurdî ye. 101 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin.
 
Sibe wê Newroz li Amedê bê pîrozkirin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê peyama Birêz Ocalan di Newrozê de bide guhdar bikin. Sibe em ê bang li her kesî bikin ku dakevin qadan. Sibê ku Newroz dê ji milyonan re deriyê aştiyê veke. Gelê Êlihê, tu ji vê re amade yî? Berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ji ber ku gelê Kurd ketiye pêvajoya azadiyê û xwedî hêviyek mezin e, ti hêz û hêz nikare pêşiya vê bigire. Ev rê rêya edalet, aştî û rûmetê ye. Newroza gelê Kurdistanê û gelên bindest pîroz be. Bila bibe saleke azadî, serkeftin, aştî. Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan."
 
Piştî axaftinan Newroz bi derketina ser dike ya Koma Aryen berdewam kir.
 

Sernavên din

20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî - HATE NÛKIRIN
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê
10:45 Serbestberdana Rozerîn Kalkan dîsa 11 meh hat taloqkirin
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin