ENQERE - Ji DEM Partiyê Yuksek Mutlu diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya li vir wê bê lidarxistin ji ber ku paytexta Tirkiyeyê ye girîng e û bang li hemû gelankir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li vir bibin.
Newroza ku îsal bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" tê pîrozkirin, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Enqere ku amadekariyên pîrozbahiyê lê tên kirin, dê di 23'yê Adarê de Newrozê pêşwazî bike. Amadekariyên pîrozbahiya ku dê di saet 13.00'an de li Parka Anitê bê lidarxistin didomin.
Hevserokê Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mutlu ku di nava axaftvanên bernameyê de ye, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wateyeke din li Newrozê bar kiriye û got: "Ev peyam ji bo pêvajoya demokratîkbûnê qonaxeke krîtîk e."
Yuksel Mutlu bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo kurdan û diyar kir ku ev bangawazî girîngiyeke cuda daye Newrozê û got: "Ji bo hemû gel, bawerî, hemû nijad û baweriyên cuda yên li vî welatî dijîn, ango ji tevahiya civakê re peyamek hat dayîn. Daxuyaniyeke ku deriyê siyaseta demokratîk vekir û rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê vekir."
Yuksel Mutlu çavdêriyên xwe yên di pîrozbahiya Newrozê de parve kirin û got: "Mîdyad mîna baxçeyekî kulîlkan e ku asûrî, êzdî, ereb û kurd bi hev re dijîn. Gel û baweriyan li Midyadê Newroz pîroz kirin. Li gorî Newrozên din, heyecaneke mezin, ruh û xwedîderketina li Newrozê hebû. Ji bo gelê kurd û demokrasiyê bersiveke mezin hat dayîn. Em difikirin ku tevlîbûna Newrozê careke din nîşan dide ku em piştgiriyê didin têkoşînê û berxwedan û azadî çiqas bi qîmet e."
Yuksel Mutlu diyar kir ku diyar e wê Newroz çawa derbas bibe û wiha got: "Em bi ruh, coş û îradeya têkoşînê ya ku ji 8'ê Adarê pê ve dimeşe, ber bi Newrozê ve diçin. Me dît ku tevlîbûna jinan a ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên heta niha hatine lidarxistin gelekî zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku li qadan banga birêz Ocalan hatiye bersivandin."
BANGAWAZÎ
Yuksel Mutlu bal kişand ser girîngiya pîrozbahiya Newrozê ya li Enqereyê û got: "Ji ber ku Enqere paytext e, Newroza ku li vir bê pîrozkirin gelekî girîng e. Divê her kes beşdarî Newroza Enqereyê bibe. Helwesta me ya li wir, têkoşîn û beşdarbûna me wê pêvajoya dahatûyê diyar bike. Em hêvî dikin ku di vê rêya dirêj de bêyî ku li pêşiya me astengî derkevin, em bang li hemû saziyên jinan û her kesî dikin."