NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û şilopyê kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayê ya 20’ê Adarê aşkera kir. Midûriyetê di rapora xwe de diyar kir ku li bendê ne li bajarên bakurê Kurdistanê Erzirom, Qers, Meletî, Amed û Sêrtê şilope û li bajarên Erzirom, Bedlîs, Şirnex, Dîlok û Rihayê baraneke zêde bibare. Her wiha hate diyarkirin ku dê germahiya hewayê bikeve.
Li gorî rapora meteorolojiyê, li bajarên bakurê Kurdistanê dê barîn hebin. Hat gotin ku dê barînên zêde li bajarên Erzirom, Bedlîs, Şirnex û Colemêrgê û derdorên wan bibarin.
Ji bo deverên bilind ên bakurê Kurdistanê di heman demê de hişyariya ketina aşûtan hate kirin.
Meteorolojiyê, ji bo bajarên Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Colemêrg, Meletî, Sêrt, Sêwas, Dêrsim, Êlih û Şirnexê bi koda zer hişyarî kir.